Salveger û rojên PKKê yên ku dawî li wan nayê!

HOŞENG OSÊ
 
Tiştekî gelek nebaş li cem hemû partiyên Kurdan: PDK,
YNK, PKK… hwd heye ku salveger û rojên xwe yên partîtî, dikin roj û cejnên
netewî û li ser Kurd û Kurdistanê ferz dikin!. Ev diyarde, rêjeya wê, li cem
PKKê ji hemû partiyên din yên Kurdan bêtir e, lê hemû partî, di vê nexweşiyê
de, hevbeş û şirîk in. Dibe ku kesek bipirse: çima ev diyarde li cem PKKê
bêhtir e?!. Ji ber ku PKKê dibîne ku vejîna gelê Kurd û vejîna xebat û têkoşîna
azadiya Kurd û Kurdistanê ji PKKê dest pê dike û berî PKK; Kurd mirî bûn, kole
û winda bûn, ne Kurd bûn, newêrek û xizmetkarê dijminên xwe bûn. Û piştî çêbûn
û sazbûna PKKê, ji nû ve Kurd bûn Kurd!.
Birastî, hingî cejn û salvegerên PKKê pir in, mirov di nav wan de winda dibe. carinan jî, dema PKKê van roj û salvegeran pîroz dike, ev rêxistin dikeve nava nakokiyan. Mînak; PKKê roja 15ê tebaxê weke cejna vejînê bi nav dike û ev roja ku PKKê tê de dest bi şerê çekdarî ya sala 1984an kiriye, salane bi gelek şêweyan pîroz dike. Di gel vê jî, PKKê roja 1ê (septemberê) eylûlê ku roja aştî ya cîhanê ye, piroz dike û çalakiyan li dar dixe!. Ango PKKê roj û salvegerên şer û salvegera roja aştî ya cîhanê, herduyan pîroz dike!.
Roja 15ê sebatê ku Öcalan tê de hatiye revadin û dîlgirtin, PKKê weke “roja reş” û “komploya navnetewî” bi nav dike û salane vê rojê bi gelek şêweyan bibîr tîne. Her sal di vê rojê de PKKê di daxwiyana xwe de dibêje û dubare dike: “me komploya navnetewî têk bir”. Lê carinan, dema rewş piçek li PKKê tengav dibe, PKKê di media û daxwiyaniyên xwe de bibêje: “komploya navnetewî berdewam e”. vêja em nema zanin bê ev “kompilo” têk çûye? yan berdewam e?!.
Ta niha, camêrek yan jî xanimeke ji nav derûdora PKKê derneketiye û hejmarek ji van roj û salvegerên taybet yên PKKê çênekirine!?. Di van çend xêzên mayî yên vê nivîsê de, ezê hewl bidim hindek salvegerên PKKê bihijmêrim: 1- rojbûna PKKê di 27/11/1978an de. 2- roja şehîbûna M. Doğan 21/3/1982. 3- roja rojiya birçîbûnê ya girtiyên PKKê di 14/7/1982. 4- roja şehîdbûna Hakî Karer 18/5/1977 ku weke cejna şehîdan tê bi nav kirin û pîroz kirin. 5-roja 15/8/1984 ku şerê çekdarî dest pê kir. 6- 27/3/1986 roja şehîdbûna Mahsûm Korkmaz – Egîd. 7- şerê başûr 1992an û şehîdbûna Berîtan (GÜLNAZ KARATAŞ). 8- xweşewitandina Ronahî û Berîvan li Almanya, di sala 1994an de. 9- çalakiya Zîlan (Zeyneb Kinaci) di dawiya hezîrana 1996an de. 10/10/1998an derketina Öcalan ji Suriye û destpêka “kompilo”. 9- 15 sebata 1999an girtin û revandina Öcalan. 10- rawestandina şer û şandina girûbên aştiyê di sala 2000î de. 11- şikandina êrîşa li ser herêma Zapê di 29/3/2008an de. 12- şandina girûbên aştiyê di sala 2010an de. 13- 4ê Nîsanê rojbûna Öcalan û serdana gundê wî. 14- salvegera koçkirina dayika Öcalan, Uwêş Öcalan di 10/4/1995an. 15- “şoreşa rojava” di 19/7/2013an de. 16- Berxwedana Kobanî….hwd. Di nava van roj û salvegeran de, du qatên wan ku min jibîr kirine, hene.
PKK-PYD van rojan weke rojên girîng û netewî dibîne û dixwaze wan li ser Kurdên di binê deshilatdariya xwe de ferz bike. Ji bilî vê jî, PKKê û belkî hin partiyên din jî, hin roj û salvegerên xwe yên partiyê, ji roj û salvegerên netewî bêtir bibîr tînin!.
 Nifşên nû û zarokên Kurdan êdî li ser roj û salvegerên PKK perwerde û mezin dibin û van roj û salvegeran weke rojên netewî di mejî û giyanên wan de tên çandin. Bi vî şêweyî, civak û mirovên Kurd, li gorî rê û rêbaz û bîrdoziya PKK, tên “kedî” û “kerî” kirin.
Desthilatiya PKK-PYDê li rojavayê Kurdistanê van bîranîn û salvegerên xwe yên hizbî – partîtî û Îdyolojîk li ser civak û milet ferz kiriye û di roja 15 sibatê, yan di 15 tebaxê, yan di 4ê nîsanê de… jiyan li rojavayê Kurdistanê radiweste. Pirbûna van roj û salvegran êdî milet “gêjomêjo” kirine û kesek newêre bêje: ev çiye?! ev çi hal û rewş e?! ev çi dogmatîzima hişk e!?. û ta kengî ev pîrozkirina van salvegeran dê li ser gelê Kurd were ferzkirin!?.
Mixabin, bi navê azadiyê û rizgariyê û demorasiyê …. hwd, komkujiyeke civakî, giyanî, hişmendî, derûnî…, ji aliyê PKKê ve li ser gelê Kurd tê meşandin. di vê rewşê de jî, hela nivîskar û rojnamevan û rewşenbîrên derdora PKK çav, dev û guhê xwe ji vê komkujiyê bigirin, mirov dikare bihaneyan ji wan re bibîne. Lê ew kesên ku ji PKKê veqetiyane û van tiştan bi hûrbînî û detayan dizanin, ev kes çima dev, duh û çavên xwe ji vê rewşa kambax digirin!?. ji çi ditirsin!?.
 
jêder: rojnameya Basnews hijmara 30 / .. 7-13/8/2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…