Rofrandoma Azdiyê

Burhan Hesso.
 
Wa ji başûrê
welatim 
didî der roka
azadî 
xwîna pîroz nayê rêtin
doza Berzanî û Qadî
kela setemê ruxandin
hildidin ala ya dadî
Ro û Heyva şevê Kurdan
hember Lal Nehro û Xandî
kanya xewna pakrewanan
şîr didî dara azadî
sînorê dewleta Kurdan
bi xwînê xêz û pilan dî
Sedê Bîst û Yek,çinîn e
Sedê Bîstan xwînê çandî
ber û fêkyê dara dozê
miletê Kurd zû ve çandî
Sed pîroz û bimbarek be
Ala pîroz va ezman dî.
Qelenê xwîna pêşmergan
Rifrandoma bo azadî
şûrê Sed salan di şer de
bi serket,îro kalan dî
lehya hêza dilê Kurdan
deryê bin destyê şikandî
xwîna Hezar can goriyan
aşê hebûnê gerandî
dest dujmin û setem karan
koç û kujtin Sed talan dî
ta bi Xaz û Cînosaydan
tune nekir gelê Mad î
va parek ji dil rizgar bû
wê parek her Sê dî av dî
xet û xêzên Saykis Bîko
pêyên milet ew qetandî
pirsa her hebûna Kurdan
al hildanê bersivandî
Kesk û Sor û Zer û Sipî
ser seran û ser milan dî
Sed pîroz û bimbarek be
Ala pîroz va ezman dî.
Qelenê xwîna pêşmergan
Rifrandoma bo azadî
Qelenê xwîna pêşmergan
Rifrandoma bo azadî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…