Bihara Welat

 
Seyid Feysel Moctevî
mojtavy@hotmail.com

Kesk poşe,golfiroşe dayika berxê welat
Roj roşen kir ji malê ?ev bi nîvê?ev helat

Bilbilan mizgîne yarê lev tejî denge welat

Agirê Nevrozi geşbû befr kir ava heyat
Axi wek butkê şikestin,kesk bû axa welat
Laleyên van dol û deşta bo weten bûne xelat

Rabe neynûka sibê da mêzeke çavên welat
Da ku horî cennetê da bibne bêreng û devat

Xiletê nû bê bedîlin sor û zer,keskên welat
Lev bi hesret her dimînin têl û derzî û xeyat

Raste,rengîne bihare seyid ez goriya welat
Ez bi avata welatim min çi gel noql û nebat

Dayika şîrîn,kula dil,ax û derdê min,welat
Bûme zindanî û girtim falika min her nehat

Min bi azadî divêtin ceşjn û pakûbî welat
Devletek kurdî  bi mîr û prçem û burc û kelat

Ger çi bêhna vê biharê tê ji dîvarê welat
Lê xerîbim dûri malê nabe bo min ev berat

Ger bi azadî nefeskê ez bikêşim tev welat
Dê zivistanê gulên sor bêneder bikne xebat

Seyida bêhna gulê sor bo mi jehre bê welat
Ez musafir pêkî pêxas ka mire bang û selatş

———–

Seyid Feysel Moctevî
Sine 2007-04-18
Helbest : xezel
Wezn : Failaton Failaton Failaton Failon
Behr : Remel Musemen Mehzûf
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…