Partîtî Zorê Li Zimên Jî Dike

Vejîna Kurd
 
Di
bersivdayîna komendekê  li ser helbesteke
ku min li ser rûpela xwe ya fêsbokê weşandibû, min ji hevalekî xwe re weha
nivîsand: Spas hevalê hêja. Lê tiştê seyr ku ew mirova ji bêjeya heval tengijî
û got: PYD dibêjin heval, ji ber wê jî tu çi dixwezî bi min re bêje lê mebêje
heval!
Tevlî
ku ev ne cara yekê bû ku ez vê gotinê ji hin kesan dibihîsim, lê di cih de
pirseke rûreş xwe li mejiyê min gerand û pêwîstî bi bersivdanê hebû.. Ma gelo
partîtî zorê li zimên jî dike?!!
Pir cihê mixabiniyê ye îro ku nakokî û partîtî di xwîn û rihê me de diherikin, kînê di dilê me de kedî dikin, ew kîna ku destdirêjiyê li zimanê me yê resen jî dike û digihê astekê ku hin kesên xwediyên derûniyeke lawaz, ji bo şerê birakujiyê, xwe ji hin bêjeyên ku ji kaniya zimanê kurdî herikîne bişon, û zikreşiya xwe derbarê wan xuya bikin.
Belê.. Ziman ne henek û ne jî lîstik e ku birînên nakokiyên me di wê de vedin, zimanê me him rûmeta me ye, hem jî resm, reng û dengê miletê me ye, ew ne milk û mewalên min û te ye ku em bêjeyên wî li nav partiyan parve bikin û wî bi ber gezan din, eger wisa bibe bêguman zimanê kurdî dê li ser hilm û pifê bimîne û di gola partîtiyê de bigevize.
Divê em tev zanibin ku zimanê kurdî partiya me ya herî mezin û bi nirx e, ji zû de dijmin û xêrnexwezên kurdan ew qedexe kirine û hewil kirine, û hîn jî hewil dikin, ku wî bihelînin û ji holê rakin, lewma zor pêwîst e ku ew ava ku aşê dijmin digerîne em rawestînin, vêca çawa em kurd bi destên xwe wî dikin dîlê partî û nakokiyên xwe û bi hêsanê kirasê kurdayetiyê ji hin bêjeyên kurdî yên zelal û watedar dikin û wan  şermeze dikin?!!
Nakokî û lihevnekirin tucarî ezîtiya kufikî sar nakin, lê ew birînên me yên herî mezin dijenînin, ew civakeke nexweş û piralî û herweha şerê birakujiyê peyda dikin û qet nakevin xizmeta doza me ya pîroz.. zor pêwîst e ku em ji wan nexweşiyan rizgar bibin.
 Belê.. Banga me ew e ku kurd zimanê xwe ji ber bayê partîtî û nakokiyên xwe bi alî din.   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…