Hevpeyvîn Li Gel Romanivîsa Sûrî Meha Hesen

Hevpeyvîn: Vejîna Kurd
 
   Meha Hesen; romanivîseke Sûrî ye, ji gundê Metîna yê ku bi ser herêma Efrînê ve ye, û ji sala 2004an de li Ferensa dijî. Du romanên wê xanimê gihîştin lîstedirêja Xelata Boker a romana Erebî. Meha Hesen; li zanîngehên Ewropî pir hevdîtinên çandî li Biroksêl, Frankford, Strasborg, Rên û herweha li welatên Erebî jî wek Beyrût, Şarqa, Dewha, Qahîra, Eldar Elbeyda û HWD, li komcivîn, pêşangehên pirtûkan û çalakiyên çandî beşdar bûye.
  Rojnama Rewşen hevpeyvînek ji romanivîsa Sûrî Meha Hesen re çêkir, û em di vê hejmarê de wê hevpeyvînê diweşînin…
Dûrî wêje û romanê… Meha Hesen kî ye?
Ez nikarim tucarî ji romanê dûr bim. Min di romana xwe (El Riwayat الروايات) ) de gotiye: (Ez dijîm bo binivîsim, û ji bilî wê jî tu danasîn an sedema hebûnê ji min re min nîne).
Berhemên te yên çapkirî çi ne?
Berhemên min ên çapkirî:
– El lamutenahî- Sîrit El Axer  ” ”اللامتناهي ـ سيرة الآخر”  sala 1995an.
–  Lewhet Elgîlaf–Cidran El Xeybe ala  ”لوحة الغلاف ـ جدران الخيبة أعلى”   .. 2002an.
–  Teratîl El Edem ” “تراتيل العدم sala 2009an.
–  Hebil Surî  ” “حبل سُرّيsala 2010an, û ew romana bû nameya macistêr ya şagirta Sûrî Gade Hebîb li zanîngeha Lorîn a Ferensî )Université de lorraine) sala 2014an û herweha ew bû mijara lêkolînê li ba Mîlyod Grafî, mamosteyê zanîngeha Nant.
– Benat El Berarî “”بنات البراري sala 2011an, ew jî bû yek ji romanên ku lêkolîner Martîna Sînsî di pirtûkeke ku bi zimanê Ferensî lêkolîn kiriye, di bin navnîşana (Le Corps dans le roman des écrivaines syriennes contemporaines, Martina Censi, BRILL 2016).
طبول الحب”- Tibol El Hub ” sala 2013an.
– El Riwayat ”  ” الراوياتa ku gihîşte Lîstedirêja xelata Borker a Romana Erebî
-Nafeq El Wicod الوجود“    ”نفق sala 2014an.
– Ziyol El Xeybe  ” ذيول الخيبة çapa duyem ya romana  جدران الخيبة أعلى ” sala 2016an.
– Mitro Heleb”” مترو حلب sala 2016an.
Xelatên ku min wergirtine: Xelata Hîlman/Hamt a ku rêxistina  Writs Watch Human ـ ya ku Emrîkî li dar dixin…
 Hin beş ji romanên min hatin wergerandin bo zimanê Îngilîzî û Ferencî
Bandora biyaniyê li te çi ye? Ango eger tu hîn li welêt ba, ma gelo naverokên romanên te wê cuda bana yan na?!
Helwesta min li derbarê biyaniyê bi cih ve ne girêdayî ye. Dema ez li Sûriyê bûm, hestên biyaniyê dîsa li ba min hebûn, lê îro, li welatekî biyan ez bi azadiya derbirîn û nivîsandinê hestewar dibim. Lewra ev cihê nû bandoreke erênî li nivîsên min kir. Eger ez li welêt ba ma, minê nikanîba ev hejmar ji berhemên xwe binivîsandana. Tiştê herî giring ku biyaniyê daye min ”tunebûna çavdêriyê” ye.
Romanivîs Meha Hesen ji kok û binyata xwe de Kurd e, ew li Ewropa û dewletên Ereban navdar e, lê hin Kurd hene wê nas nakin. Bi ya we be sedema vê yekê çi ye? Ma gelo ew kêmasiyek ji aliyê we de, yan nebalkêşî ji aliyê xwendevanên Kurd de ye, yan jî sedemine din hene?
Ez dibînim ku mijûlbûna civaka kurdî bi pirsên siyasî û civakî dihêle ku çand û wêje bibe daxwezeke ne ewqas girîng .  Ya din tunebûna dezgeheke çandî ya kurdî, mîna dezgehên çandî yên Erebî dihêle ku civaka kurdî girtî be.
Tê gotin ku roman neynika miletan e. Ta kîjan radeyê kok û binyata te ya Kurdî bandor li nivîsên te kiriye, û çima tu bi zimanê xwe yê dayikê nanivisînî?                         
B- Min berê di pir hevdîtinên ku bi min re çêbûne de gotiye: Ez bi rewanekî Kurdî lê bi zimanê Erebî dinivîsim. Ez dibêjim ku kurdayetiya min bandor li hemû romanên min kiriye. Kesê ku romanên min bi kûranî bixwîne, dê bandora heyama Kurdî tê de baş bipelîne. Di romana xwe حبل سري   )  – Hebil Surî) de, ez   pir li ser civaka kurdî, nemaze rewşa jinê rawestîme. Min pir kesayetên jinên Kurd di çanda Erebî de pêşkêş kirine.
Heval û rexnevanên Ereb jîngeha Kurdî ya ku jêdera min e, di riya romanên min re nas kirine. Wan civaka kurdî, jiyana gundiyên kurd, derûn û mejiyê kurdan û nexasma jinên kurd nas kirine.
Weke ku min bihîstî, romaneke te tê wergerandin bo zimanê Kurdî.. li ser vê ezmûnê hûn çi ji xwendevanan re dibêjin?
Ez pir kêfxweş im ku romana min bo zimanê Kurdî tê wergerandin, di pêşgotina çapa kurdî ya romana min ( El Riwayat) de min aniye zimên ku ez li ser serpêhatî û vegêranên bi zimanê Kurdî mezin bûme, ji ber ku dêpîra min Helîme bi Erebî nizanîbû, wê çîrok û serpêhatiyên xwe bi kurdî ji min re digotin. Belê; ez pir kêfxweş im ji ber ku dêpîra min a ku li goristana (Mezargeha Henan) hatiye binaxkirin, îro dê  romana min bi zimanê Kurdî bigihê giyanê wê.
rûmetê pelandiye, û di (El riwayatالروايات ) ) de tu li ser jinên ku ji azadiya vegêran û derbirînê bêpar mane axiviye.. Ma gelo çima di piraniya romanên te de pirsgirêkên jinê berz in? Bi ya we be jina Sûrî û nemaze ya Kurd kesayetiya xwe çespandiye, yan na û çi ji wê tê xwestin?
Hîn ji wê pirtir, min di romana xwe ( Hebil  Surî )(حبل سُري)  de gotiye ku pêşeroja romana Erebî ya jinê ye. Jin hesareyeke hîn tam nehatiye vedîtin, hesareyeke berhemdar e û bi serpêhatiyan dagirtî ye, lê ew bindest e. Destlatdariya mêran li mal, cihê kar û di hindur partiyan de jin ji tiştên ku jê tên xwestin  bi dûr xistine. Eger jin alavên derbirîn û azadiya xwe bi dest bixîne, dê cîhan ji ber nayab û kanînên wê yên veşartî matmayî bimîne. Weke ku zanyarên şopan lêkolînan li deverên welatê me dikin, ewê li rastî zêrên veşartî werin, ew jî serpêhatiyên jinê yên veşartî ne.
Gotina te ya dawî ku tu dixwazî bigihînî miletê xwe li herêma Efrînê çi ye?
Xwendin û rewşa jinê.  Ev herdu mijar ji hev cuda nabin. Ji şiyanên jina Kurd serbilindî û vîndariya bi hêz e, û civaka kurdî jin û mêran wek hev dibîne, lê mixabin ev wekhevî tenê li derveyî malê ye, di hindur wê de jî pir jin ji dest zordariya mêran dinalin, lewra serkeftin û pêşketina civaka kurdî di pêşketina jinê de ye. Xwendin zor pêwîst e, ew deriyên girtî, piştguhkirî û jibîrkirî di mejiyê wî de vedike… û gelek spas bo we.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…