Wêje ya bêzar

  Sîyamed Sîpan Ugurlu

Çanda Kurd, reha wê Wêjeya Kurd, kanîyek jenggirtî û veşartiye, ku heta roja îro zêde lêgerîn li ser çênebûye. Lewra kanî bêzar maye…
Kanîyek ku bahr û okyanusan ji şaxên xwe ber dide.
Tu çiqas ji vê kanîyê vexû, tê nikaribe hesretîya dîroka tepisandî di gulpekê de bera nav newalên nirxên xwe bide û bihêle ku bêzarî di newalên nirxên te de bêzar bimîne. Tê nikaribe dizên wêjeyê li ser ar ê dilê xwe bifetisîne, tê nikaribe bive rist û xwe di nav ava kanîya wêjeyê de berde.
Dizên Dîrokê, dizên Çandê her kû di Welatê Agir û Rojê, Welatê Kurdîstanê de derbas bûye, destvala neçûye, bê hudûd paxlên xwe yî gemarî tijî xemla çanda welatê min kirîye. Bi sedan dîwan, stran, gotar û gotinên pêşîyên me niha di zimanên biyanî de tê hejandin û di nav qîlên qirêj de tê cûtin û di devên xwînî de tê bi kar anîn.
Lewra min got ez xwe berdim nav vê bahrê, vexum ji vê kaniye û min destpê kir:
Geh „cîgerxwîn“ dibim, geh „dilbirîn“ dikevim nav bêbextiya dîrokek bê rehmê fetisîyê rastîyan. Carna dibim Baba Tahirê Uryan, dîlê nirxên hestên xwe û carna jî dibim Feqîyê Teyran û bi zimanê çivîkan ristên hesretiya bêhnek bayê azad dinihirînim. Carînan jî dibim stran û di devê Evdalê Zeynikê de li ber bayê dîrokê tê xistim…
Netewek bi nirx û çanda xwe tê nasîn, ku ev tunebe cûdabûn di navbera gelan jî tuneye, ku ev tunebe hebûna civak jî tuneye, hemû tişt bê wate û lal dimîne. Nirx mirov dikare bi wêje, bi ziman û bi çandê bi lêv bike. Wêje, ziman, çand amûrê xwe naskirin û nasîna civakane. Di jîyanê de „ziman“ alavê ku mirov xwe pê tîne ziman, lê belê di wêje de ziman zêdetir wek amûr ji bo armancê tê bi kar anîn.
Derxistina holê ya berhemekê, nekû wek axaftinê wek peyvê bi kar tê anîn, peyv û hevokan li nav hev dixe û nûjenîyek, nayê ji bîr kirin diafirîne, mirov dikare wek Wêje di nav de Helbest bîne ser lêvên xwe. Helbestvan gotaran, peyvan û hevokan hemû li nav hevdû dixe û di dawiyê de dihûnîne mîna keziyên Wêjeyê. Li ber ba xistina kezîyên Wêje yê jî xebat û liva Lêkolîneran e.
Wêjeya Kurd mirov dikare bi du pajan bi şax bike,
Beşa Wêjeya nivîskî û Beşa Wêjeya Peyvkî an jî devkî.
Ji bo ku dagirkeran çavê xwe bera axa Kurdîstan ê yî zêrîn dayi bi sedan salan peynûsê dapîrên me asteng kirîye, Wejeya Nivîskî zêde pêşde neçûye. Zêdetir Wêje ya devkî ango peyvkî xwe li hemberî hemû qedexe û astengkirinan parastiye û pêşde xistiye. Nirxên dapîrên me û wêneyên dîrokê wûsa ji hezar salan hatiye heta roja îro.
Bi vî awayî Helbest, Çîrok, Serpêhatî, Destan, Stran û Gotar mirov dikare wek şaxê Wêje ya gel ya nivîskî bîne ziman. Ji bo ku nivîskarên wan ne dîyarin, dikeve nav bahra berhemên gel.
Dîwanên, ku piştî hemû tinekirin û asîmlebûna li ser ziman û nasnama wî, heta roja îro gihiştiye destê me, gelek kêm û ne beşabeşe. Ev jî li gor qalibên nivîs û pêşketina zimanê erebî hatiye honandin û dikeve bin şaxê Wêjeya dîwanî ya gel bi nivîskî.
Piştî ku ola îslamyetê belav dibe, ev bandorek mezin li ser çanda kurd dike, bi taybetî li ser ziman û wêjeya kurd. Wek mînak çiqas gotarên bi erebî bihata bi kar anîn ewqas nivîsar bi bandor dibû û qalibê ne pêşketî yê zimanê erebî bê gûman bi bandor bû. Ji bo ku Nûserên Kurd wek ku min anî ziman li gor qalibên zimanê erebî berhemên xwe honandiye, di pêşketinê de jî qels maye.
Gelek Helbestvan û Nivîskarên Kurd bi zimanê biyanî nivîsandine û ez bi hetikî dibêjim ku xizmet ji Wêjeya biyanîyan re kirîye.
Ev agahî û zanista li ser Wêjeya Kurd em hemû deyndarê Lêkolîner û Kurdologên biyanî ne, ku li ser Wêjeya Kurd lêgerîn pêk anîye. Zanyarên Kurd yê ku li ser wêjeya Kurd serê xwe êşandiye bi daxbar dibêjim ku kêmin.
Li Gel hemû zext û zordestiyên li ser çand, wêje û zimanê wî jî, Kurdan xwe parastiye û nehiştiye ku bive qurbanê derewên dagirkeran.
Cîgerxwîn li ser agir rist dixist dîlanê, Elî Herrîrî dilê xwe dixist devê xwe ji bo gotarên Kurd gihêje roja îro, Melayê Cizîrî xwe kir mêvanê şevê kûr û dirêj da ku kaniya wêjeya kurdî ya bêzar di nav jengê de winda nebe, Ehmedê Xanê hezkirin li xwe tobe kir, ji qêndî evîna nivîsandina helbestan.
Lê rastiyek mirova matmayî dike, ev jî ne eleqedarbûna Kurd a ya ji bo nivîsên kurdî ne. Helbestvan û Nivîskarên me yî, ku bu sedemê avakirina nirxên kurdîtîyê, çima di nav rûpelên pirtukên tozgirtî de lal dimîneş Em çima zimanê zêrîn diguhere bi paxirê genî.

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…