Werin! Em Mîrzade Sînemxan Celadet Bedirxan Nas bikin!

Konê Reş
 
  Ew
neviya mîrê Botan, mîr Bedirxanê Azîzî ye, yê ku di sala 1802 an de li Cizîrê
çê bûye û sala 1868 an di sirgûniyê de, li Şamê çûye ber dilovaniya Xwedê. Mîr
Bedirxan ê ku di tîrmeha 1847 an de ji Cizîrê hatiye bi dûr xistin û tev jiyana
xwe, tevî zarok û neviyê xwe di sirgûniyê de winda kiriye. Tevî ku mîr Bedirxan
bi hisreta axa Cizîra Botan bû, lê siltanê Osmaniyan rê nedidayê ku vegere
Botan, ne ew û ne zarokên wî.. Belê Sinamxan Neviya kurê mîr Bedirxan, Emîn Alî
paşa ye, yê ku di sala 1851an de li Stenbolê çêbûye û di sala 1926 an de, li
welatê Misrê, bajarê Qahîre miriye.
 Bavê Sînemxan, mîr Celadet Alî Bedirxan e, yê ku di sala 1893 an, di sirgûniyê de, li Stenbolê, çêbûye û sala 1951 ê li Şamê miriye.. Diya wê, Rewşen xanim Bedirxan e, ya ku di sala 1909 an de li Qeyserî çêbûye û di sala 1992 an de li Sûriye, bajarê Banyasê miriye. Rewşen xanim, yekemîn jina kurd e ku bi kurdiya latînî di kovara Hawarê de nivîsandiye.
  Mîrzade Sînemxan Celadet Bedirxan, di roja 21ê adara 1938 an de li Şamê çêbûye, ji ber zewacê, xwendina xwe di hiqûqê de nebiriye serî û di roja 22 meha tebaxa 1959 an de bi nivîskarê kurd Salah Sadellah re zewiciye. Bi salan mala wan li Bexdayê, hem jî li Kerkûkê maye. Li Bexdayê, di bingeha Neteweyên Yekbûyî de İnternationall Schoolê mamostetiya zimanê Fransizî kiriye, û li Kerkûkê beşdrî di avakirina hevgirtina jinên kurdistanê de kiriye, niha malnîşin e (teqawit e). Bi çend zimanên biyanî dizane wek: Erebî, Îngîlîzî, Fransizî, Almanî û Tirkî, lê zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wê ye. Du zarokên wan hene; Azad û Dilnaz, Azad wek bavê xwe endezyar e, niha gelek kompaniyên wî yên bi navê GAVAN li Hewlêrê hene . Dilnaz, li Parîsê dimîne. ji berî çend salan ve mala wê ji Bexdayê hatiye Hewlêrê, û niha ew li Hewlêrê, taxa Eynkawa dimîne.
Qamişlo, 3/7/2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Subhî Deqorî

Zimanê kurdî ne tenê dengên ku di qirikê de çêdibin e,

ne jî komek azînên ku di pirtûkan de têne hînkirin e.

Ew tiştek mîna siya dirêj a bîrdankê ye;

bîrdank ku ne di dibistanên dewletê de çêdibe,

lê di zevî û xaniyên teng de, li…

Konê Reş

Wek ku diyar e Kurdistan bi erdnîgaeriya xwe, cil û bergên welatiyên xwe û zimanê xelkên xwe di nav xelkên cîhanê de tê naskirin.. Neyarên wê jî, ev yek naskirine û bi rêk û pêk şerê zimanê Kurdî kirine û dikin.. Di vî pêvajoyê de, ji şopandina min ji kovara…

Fewaz Ebdê

Di pêvajoya dîroka romanê de, her jin babeta berfereh û giring bû.. ji babeteke çîrokî /vebêjî sade hilkişiya ta ku bû kesatiyeke xwecihgirtî, zana û weha jî bû zîlana wutara romanê.. lê di civakên xweparêz /klasîk de, ne bi wê hesaniyê ye ta ku ev veguhêz pêk tê! Di civakên…

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…