Erê û sed carî erê ji referanduma serxwebûna Kurdistanê re

Konê Reş
 
  Erê.. Stranek pesin ji referanduma serxwebûna
Kurdistanê re, ji roja 25ê Îlona 2017an re, roja serxwebûn û dewletbûna
Kurdistanê re.. Erê.. Silav, pesin û stranek çiyayî ji 11ê îlona 1961ê re.. ji pêşmegeyên
qehreman re, yên ku em bi xwîna wan gîhan vê qûnaxê.. Erê.. Silav ji ilim û
zanînê re.. Ji Kurdistanê re.. Kurdistana ku ji her gotinê mezintir e, ji her
sînorî firehtir e.. Kurdistana ku em di bin banê wê de têne parastin û geşbîniyê bi ser me de dibarîne..
   Erê ji referanduma serxwebûna Kurdistanê re û sed carî ERÊ..
Erê.. Bela êdî bes Ehmedê Xanî  bibêje:
Ez mame di hikmeta Xwdê de, Kurmanc di dewleta dine de
Aya biçi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
  Erê.. Em ê bi geşbînî ji referandumê re dilîlînin. Ev referanduma ku bi xurtî li dergehê dewletên cîhanê dixîne û serxwebûna Kurdistanê bûye nûçeya yekemîn di medya cîhanî de..
Erê.. Bela careke din gotina Mîr Bedirxan di asmanê Kurdistanê de belav dibe: Dîn dinê Xwedê ye, em tev birayên hev in.. Û Misilman, Xiristyan û Êzidî tev bi aştî bi hev û din re li Kurdistana azad dijîn..
  Erê.. Bela daxwazên Hacî Qadirê Koyî bibin rastî:
Ta rêk nekewin qebîlî ekrad
Her wa dibine xerabe abad!
Enwa`î mîlel le gewre ta çûk
Xemilîwe memalîkî wekû bûk
Yek berg in û yek zuban û yek reng
Bê xeybet û xeyb û `ar û bê deng..
  Erê.. Bela êdî serxwebûna ku Cegerxwîn dixwest nema xewn be:
Ala rengî ta bi kengî dê li ser sînga me bî,
Lê divê ew serbilind bî, ser serayê berze bî.
Serxwebûn doza me ye, lê Pêşveçûn bo me divê.
Herne pêş, herne pêş, herne pêş..
  Erê.. Stranek pesin ji 25ê îlonê re ji referanduma serxwebuna Kurdistanê re, ji avakirina dewleta Kurdî re..
  Erê.. Ez nebawerim ku neferekî Kurd heye û ev referandum ne bi dilê wî ye.. Erê.. Wek nivîskarekî kurd, ez roja referanduma serxwebuna Kurdistanê rojek dîrokî dibînim, ji dil û can dibêjim (Erê) û pîroz dikim..
  
Konê Reş
Qamişlo, 18.06.2017
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen

Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar…

İSKAN TOLUN / Köln

 

Her çiqas ku pelên salnameyan rojên xemgîn, bi êş û elem bînin bîra meriv jî, bê guman, di nav de gelek rojên baş û xweş jî hene… Wek ku roja ladê, dehê mehê (10’ê Gulanê) Roja Dayîkên Cîhanê bû û niha jî (15’ê Gulanê) roja Cejna zimanê Kurdîye….

Firyal Hemîd

Helbesta nexwendî

di mêjûyekî Jibîrkirî de,

Toza li ser xêzên wê,

Ji tirabêlka binê

Lingên hespê demê rehwantir e..

Gunpisîkên Buharê

xwe dinava

tîpên wê de veşartine..

Rewanê wê,

tevlî rengên tabloya

xwezayê dibe..

bi têlên kemana Dilşêd re,

<p...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…