Rojnamegerî û Zimanê Kurdî

Hozan Robar

Di dîroka gelê kurd de, bindestiya hezar salan û şer û zordestiya li ser kurdan, bandoreke neyînî li çand û wêjeya kurdî kiriye. Ev jî bûye sedemek ku zimanê kurdî bê xwedî bimîne û bi taybetî piştî hatina ola îslamê.
Lê dîsa hin çirûsk vêketin, bi saya hin helbestvanên, mîna Baba Tahirê Hemedanî ku yekemîn helbestvan bû, helbestên xwe bi kurdî bi tîpên aramî (erebî) nivîsandin, û her wiha Elî Herîrî, Meleyê Cizîrî, Ehmedê Xanî,…hwd. Ev di dema mîrîtiyên kurdan de bû. Lê ew berdewam nebû ji ber ku rewşa siyasî hîn xirabtir dibû di bin desthilatdariya Osmaniyan de.
Bi derketina rojnameya Kurdistanê, di destpêka sedsala bîstan de, hişyariyeke neteweyî dest pê kir. Tevî astengî û zordariya li ser kurdan, hinek rojnameyên din jî riya gel ronî kirin wek: “Roja Kurd, Banga Kurd, Jîn, Diyarî Kurdistan…. û gelekên din.” Ev hemû, bûn stûn ji bo vejîn û vegerîna li zimanê kurdî yê nivîskî û afirandina zimanê rojnamegeriyê.

Kovara “Hawar” û alfabeya nû

Bi weşandina kovara Hawarê di 15`ê glanê sala 1932’yan de û bi afirandina alfabeya nû ya bi tîpên latînî serdemeke nû dest pê kir ji bo zimanê kurdî yê nivîskî. Ev kovar bi keda giranbuha a Mîr Celadet Alî Bedirxan pêk hat. “Ziman mercê heyînê yê pêşîn e “. Bi vê baweriyê Hawarê xebat kir, ji bo ku heyîna zimanê kurdî bide nasîn û zimanê kurdî bibe zimanekî nivîskî û wêjeyî, bi tîpên latînî.

Ji bo çi tîpên latînîş

Bi hatina ola Îslamê re, Kurdan tîpên erebî bi kar anîn. Lê ji ber ku zimanê kurdî zimanekî Hind-Ewropî ye, tîpên erebî dijwariyeke mezin derxist holê di nivîsandina kurdî de. Ji lewra hilbijartina C. A. Bedirxan ji tîpên latînî re pêwîstiyek bû. Piştî peydakirina alfabeya nû, zimanê kurdî ji hêla nivîsandina bi alfabeya nû ve, bi pêş ket û cihê xwe di demeke kin de girt di kovara Hawarê de. Ev yek di nivîseke ji Hawarê piştî salek ji weşandina wê, dixuye, di vê nivîsarê de wiha hatiye gotin: “Belê, Hawar, ev zaroka yek salî di jiyana miletê me de heyîneke welê ye ku hîmê zimanê me daniye. Êdî zimanê me ne tenê zimanê axaftinê ye, bûye zimanê nivîsandinê jî . Ji milê din ve, vê zaroka hanê ji me re ev herf anîne û pê nivîsandina. Zimanê me gelekî hêsan bûye û her dengê zimanê me yek bi yek wekî xwe, li ser kaxezê hatiye reşandin… Wekî em dibêjin zimanê nivsandinê, nabêt em bawer bikin ku zimanê me gihîştiye wê rêza ku her tişt pê tête nivîsandin.” Ev beş ji nivîsê, xuya dike ku kovareke mina kovara Hawarê, dikarîbû zimanek vejanda û xebatek têkûz û hêja boyî bingeha rêzimana kurdî bi cih bikira û bibûya motikek ji bo zimanekî nivîskî yê nûjen, ku îro bi hezaran berhem pê tên weşandin.

Rewşa rojnamegeriya kurdî di dema dawî de:

Gelek kovar û rojnameyan di şopa Hawarê de kar û barên xebata rojnamegeriyê berdewam kirin. Lê ew berdewamî çawa bûş Heta îro, kêm rojnameyan weşana xwe berdewam kiriye, ji ber gelek sedemên xuya wekî tunebûna derfetên aborî û qelsbûna nivîskar û xwendevanên zimanê kurdî. Vê kêmasiyê hişt ku tu gavên mezin, ji hêla rojnamegerî û zimên ve neyên avêtin. Ji ber ku nivîskarên me tu girîngî nedaye pêşxistina zimanê nivîskî. Ne jî hînkirina wî. Wekî ku tê zanîn nivîskar bi nivîsarên xwe yên qenc xwendevanan diafirîne û zimên zengîn dike. Mînaka Hawarê jî xuya dike ku rojnamegerî dikare vê yekê pêk bîne.
Peydakirina zimanê nivîskî, zindî û pêşxistin û zengînkirina wî ji hemû hêlên siyasî, zanistî, felsefî ve û yek-kirin û parastina vî zimanî, bi riya rojnamegeriyê pêk tê. Ji ber ku rojnamegerî şêweyê herî xurt û yê herî berweşîn e. Ew dikare di her demê de di hemû rewşan de, xwe bighêjîne gel. Di rewşa gelê kurd a îro de ji ber tunebûna dewleteke kurd (ji bilî Başûrê Welêt) û tunebûna dezgeh û saziyên neteweyî ji bo vejandina zimanê zikmakî yê nivîskî, pêwîstî bi rojnamegeriyê heye.
Di van salên dawîn de ku dengê defa globalîzmê berztir dibe û slogana demokrasî û biservebûnê li her derê tê gotin, rewş jî li her derê tê guhartin. Tevî pir hêlên globalîzmê yên neyînî, em dikarin bibêjin ku bi giştî ew ji bo me erênî ye, ji ber ku teknolojî sînoran nas nake û bi riya dezgehên ragihandinê (înternet, satelite,…) têkilî û pêwendî ferehtir dibin û rojnamegeriya me sînorên kevin dibire û derfet li pêşiya tevgera çandî vedibin ku meşa xwe ya ber bi azadiyê ve bidomîne û mafê gelê kurd ê çandî bistîne, ji bo ku em jî birûmet û xweşî li ser axa xwe bijîn. Piştî danasîa me ji rola rojnamegeriyê û girîngiya wê re, hin tişt tên xwestin bo ziman pêş de here, di serî de zêdebûna xwênerên (xwendevanên) zimanê kurdî, û di heman demê de divê zimanê kudî bigihe asta zimanê rojnamegeriyê û bibe zimanekî yekgirtî û standart.
 

Em bi hêvî ne ku hemû nifş, çîn, sazî û rêxistin piştgiriyê bidin tevgera pêşxistina rojnamegeriyeke kurdî ya nûjen û azad û pêşketî.
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…