Konê Reş û pirtûkek li dor Osman Sebrî di 60 saliya damezirandina Al-Partî de

  Bi helkefta derbasbûna 60 salî di ser roja 14
tîrmeha 1957an de, ev roja ku Apo Osman Sebrî û hevalên xwe têde P.K.K.S
(Alpartî) li Şamê damezirandin, Konê Reş ev pirtûka bi navê (Osman
Sebrî 1905-1993: Jînenîgarî û çend nivîs û helbestên nû
), berhev kiriye û li
Qamişlo çap û belavkiriye.
  Di pêşgotina pirtûka xwe de wiha dibêje:
(Ez Osman Sebrî wek lehengekî ji lehengên gelê xwe dibînim
û kêfxweşim ku ez vê kurtejiyana wî, wek wefadarî di 60 saliya damezirandina
Al-Partî (P.D.K.S) de, ji xwendevanên zimanê kurdî re pêşkêş bikim.
  Gelo! Osman Sebrî kî ye, ta ku ez wî wek lehengekî ji lehengên gelê kurd dibînim? Ew navekî sereke û belû ye di nav tevgera rizgarîxwaza gelê kurd de li Suriyê û di tevayî Kurdistanê de. Wek; têkoşerekî, torevanekî û rewşenbîrekî hatiye naskirin û cihê xwe bi xurtî girtiye.
  Vî lehengî bi tev şiyanên xwe bervedêrî di ber mafê gelê Kurdistanê de kiriye.  Gelek caran ji rex dagirkerên Kurdistanê ve hatiye girtin, sirgûnkirin û tev jiyana xwe di mişextî û zîvariyan de derbas kiriye. Wek dîdevanekî bû ji şoreşa Şêx Seîdê Pîran re.
  Di navbera salên 1926an û 1971ê de, anku di navbera (45) salan de (18) caran hatiye girtin û zindankirin. Anku di (88) biharên xwe de, bi vîneke ku nayê tewandin li ber xwe daye û ranewestiya ye. Di sala 1971ê de, ji nû li mala xwe a li Şamê rûnştiye, xwe dûrî karê siyasetê kiriye û dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kiriye..)
  Pirtûk 134 rûpel e. Ji gundê (Narincê) yê Adîyemanê destpê dike, li gundê (Berkevirê) yê Derbasiyê bi dawî dibe. Digel çend gotar û helbestên Apo Osman yên ku nehatine belavkirin û hin perçe ji helbesta wî ya bi navê (Bersiva Hoşeng).
  Konê Reş vê pirtûka xwe ji giyanê Apo Osman Sebrî, Dr. Nûreddîn Zaza û hevalên wan, damezrênerên (Al-Partî) re, pêşkêş dike. Ewên ku ji 60 salî ve (Al-Partî) di 14 tîrmeha 1957an de li Şamê damezirandine û tev jiyana xwe di ber mafê gelê xwe de xerckirine.
Qamişlo, 10/06/2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bi rêz û hurmet bo gelê me yê hêja,

û bo hemû endamên civaka me li welat û li derveyî welat,

Ji ber berpirsiyariya civakî û bi armanca parastina nirxên mirovî û adetên kevneşopî yên ku civaka me li ser wan ava bûye, malbatên gundên…

Alan Hemo

Vê carê jî nebû

gelek caran li bende bû

Mûmek li tarîtiya korekî vêketî

boş, her boş

Tayê dû li teşiya demê dirêse

Nêçîra bêberik û daf

sebr û sawêr di bêrîka qul de

Talankirî li wê bazarê

Bermahiyên hestan pişk e

<p...

Emel Hasen

Piştî ku ez mirim,
Qed li min negerin.
Li ser min ne lorînin û nekin gerî.
Li dera ku ez lê mirim,
Min lê veşêrin.

Eger hûn dikarin,
Ala rengîn li ber kêla min hilden،
Xemîl û rêgên buharê, û germahiya tavê
Ji tîrêjên adarê
Berz û bilind raxin li ser senga min،

Da ez dibim…

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…