Pêwîstiya Diyalogê

Salar
Salih
 
Di dema
dawî de hilmeteke mezin li dijî xebata ENKSê ya diplomasî û siyasî li ser
malperên tora civakî ( facebook ) destpêkir, û doza hat kirin ku ENKSê dest ji
cihê xwe di nava rikberiya Sûrî de berde, û hewla sazkirina platformeke kurdî
bike, herweha fişarek mezin jî dibe li dijî xebatên ENKSê û guftûgoyên wê ligel
aliyên rikberiya Sûrî ya siyasî.
Li tev ku ji mafê her kesî ye baweriya xwe bibêje û derbibre, û rexneyan li karê ENKSê û nûnerên wê bike, lê piraniya van rexneyan ne di cihê xwe de bûn, çimkî dûrketina ji danûstandinên Cinêvê û birrîna pêwendiyan bi rikberiyê re gaveke şaş e û li paş e.
Diyalog û guftûgo ji şêweyên aştiyane ne ji bo çareserkirina pirsgirêkan, û ew pir giring û pêwîstin ji bo çareseriya pirsa Kurd û avakirina Sûriyeke fedral û demokrat , çiku ENKSê hêzeke siyasî ye xebata xwe bi rengekî aştiyane dike, lewra diyaloga bi hêzên rikberiya Sûrî re derfeteke giringe ji bo guhertina nerînên rikberiyê derbarî daxwazên miletê Kurd li Sûriyê, û pejirandina van daxwazan.
Tiştê herî giring û balkêş ku nûnerên ENKSê di danûstandinên Cinêvê de di asta pirsa xwe de bûn , û tu belge ne pejirandin û imze ne kirin ku mafê miletê wan paşguh dikin, ev yek jî xaleke erênî ye ji şanda ENKSê re tê tomarkirin.
Çanda diyalogê û mifayên wê hîn qels e di civaka Kurdî û ya Sûrî bi giştî de, û wê hin deng li vir û wir derkevin ku bi nijadperestiyê û têkilbirrînê bangkin, lê pêwîste em nas bikin ku avakirina dewletên pêşketî û pesendkirina mafan bi tunûtujiyê pêknayên, tenê bi diyalogê û danûstandinê û rêkeftinê tên pesendkirin.
Salar Salih
Hesekê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...