ŞEVŞEVOKÊN REWISî

Laleş zerdo 
Hûn talan dikin
Hiş
Mejî
Ken
Hezkirin
û 
Rehên Dil ji kok ve radikin
hûn talan dikin
Welat
Milet
Dîrok
Hêvî 
daxwaz
û
têkilîyên Civakî di Çilê-çilde
li Aşê bêhişîyê dixînin hûrdikin û
li ber Bayekî Kur didêrin
erê…. 
hûn talan dikin
Zarok 
Raman
Zanîn
wargehan kavil dikin
û 
di Qulên Gornepaşan re
wan derbas dikin
di himbêza çewtiya xwede de
wan mîrat û Serad dikin
Pêximberên Zor û tariyêne hûn
ken cima Zivir dibin? 
goman çima bêjî dibin ?
Hestên Dayikan çima sert dibin ?
hûn talan dikin û
Hespê serxwebûnê Gem dikin
da ku şîhîna Azadiya Miletekî rêzgarkirî 
di guhên wede ne meye
kevz û çirava Hewqên we berebatiya meye
her tişt şelû û girik dibe
hûn di paş Perdan de xwedîbûne
erê…. 
hûn xwedîkirîne
hûn kedîkirîne 
bi Baskên kê difirin
hûn
ne pîrozin
ku em di Mizgeft û laleşên xwe de
Tizbiyên we liboo- libo berdin û 
di Hustên xwe xînin
hûn talan dikin
Kêlên Pakrewnan 
ne Bazbend û niviştên Dolarên wene
ne Qeymax û Hunguvê taştiyên wene
ne Mohra Rapotên Bazirganiyên wene 
ne Riyên çiv û livên Partiyên wene
Koseno..
Devê we di Alif û Cuherê kêdeye
Koleno…
Kêl kelehên Azadiyêne
hûn nikarin Miletekî destkêşî koletiyê bikin û 
bi Hûçkên şowreşê serkovendiya Dîlanê bikin
hûn Mişeqt û Culheçiyê kêne 
hûn
Dîwar û Sînorê kê serrast û bilind dikin
eger ku ne Sînor û Ala Kurdistaneke pîroz be
Em tu Sînor û Alan bilind nakin
Em tu Al û Sînoran ser rast û bilin nakin
bilin nakin.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…