Ji Evîna Rojên Kevin/ 111: Mirtib û dengbêjan zimanê me parastin

Konê Reş
 
  Di destpêka çerxê 20an û vir de,
civaka xelkên beriya Mêrdînê civakek koçerî bû. Hêj şaristaniya akincîbûnê cihê
xwe di nav xelkên wê de ne girtibû, ji bilî wan çend gundên dora rêka hevirmêş
(Ipek Yul), yên ku ji sedê salan ve bi rûniştvanên xwe dagirtî bûn. Havînan
xelkên beriya Mêrdînê bi dûv çêra sewal û tarişê xwe de diçûn bakur, zozanan û
vedigeriyan warê xwe. Zivistanan jî xelkên bakur ji zozanan dihatin beriya
Mêrdînê, germiyanên xwe lê derbas dikirn..
  Di wan çûn û hatinan de gelek bûyerên evînê cihê xwe di dilê evîndaran de digirt, gelek şerên êlitiyê li ser çêra pez û zêdegaviyan di nav wan koçeran de diqewimî û di encam de dengbêjan ew bûyer dikirin stran, di civakan de digotin û dibilandin wek vê strana evînî:
Were domam, tuyî serê gazin û loman!
Ava çemê me bi xulxul tê, pêlek şîr tê yek şekir tê..
Dilketina qîz û xortan, ji kambaxa gund, ji eşq û dil tê..
Dilketina min û vê zalimê, mektûbreşê ji nav gawir tê..
  Erê ezbenî! Tevî asteng û problemên ku di civaka xelkên beriya Mêrdînê de hebûn; ji berberî, şerê êlitî, şerê netewên cîran û xweparastinê, wan xelkan karîbû li gor xweristiya beriya xwe amûrên muzîkê wek def û zirnê, kemaçe û tembûrê ji xwe re bibijêrin, li ber deng û jenên wan kul û xem, kêf û şahiya xwe bînim ziman û pêre biraqisin.. ji mêj ve, muzîk, stran û semayê rola xwe di civaka wê de listiye û akama xwe di derûna mirovên wê de kola ye. Ta pileyekê ku mirovên wê nikarin dûrî stran û muzîkê bijîn..!
  Bi wateyeke din, wek ku mirovê kurd hez xaka Kurdistanê kiriye wiha jî hez muzîk, stran û govend û dîlana kurdî kiriye û di encam de rêzgirtin ji mirovên muzîkjen û dengbêj re girtiye. Ewên ku muzîk bi liva destên wan hatiye jenandin û gotin ji gewriya wan hatiye der û herdu bi hev re hunandine..
  Ji wan muzîkjen, dengbêj an aşiqan re hatiye gotin (Mirtib). Ew mirtib, ji eynî êlê bûn, xwedî giyanekî sivik yê kêfê bûn. Karê wan yê sereke, şahiyên şokirin û kirîvantiyê bi amûrên mûzîkê wek def û zirnê û kemaçê xweş dikirin û cemawerên beşdar li ber dengê wan û amûrên wan direqisîn û sema dikirin. Hem jî, stranên di pesnê axayê êlê û eşîrên êlê de himberî êlên din re pesin didan.
Belê, tevî qedexebûna zimanê me ji rex dewletên desthilatdar ve, mirtib, dengbêj û stranbêjên me karîbûn zimanê me biparêzin û bihêlin em li yek stranê guhdarî bikin…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ebdilbaqȋ Elȋ

Sûriya ȋro qonaxeke veguhêz ya hestyar derbas dike; qonaxek ku piştî guhertinên siyasî yên mezin û kûr hatîye sazkirin û rastiyeke nû derxistiye holê ku pêdivî ye deriyȇ guftȗgo ȗ diyalogȇ li ser şêwazȇ dewletê û paşeroja saziyên wê were vekirin, ku di serȋ de Encȗmena Gel tê, ku yek…

Rabhan Ramadan

Piştî ku kurê wê diranên xwe şoştin û çû ser cihê xwe, wê dengê hûrehûra kûçikekî li ber derî bihîst; hûrehûreke ku jê re ne xerîb bû… Wê bi lez derî vekir da ku kûçika xwe bibîne, ya ku berî çend mehan bi kûçikê cîranan ê hov re reviyabû.. Wê…

Hişmend Şêxo

“Şêst û Neh sal xebat li dijî zordariyê”

Di dawiya sala (1956)an de Sê niştiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîş û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , û…

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…