Refrenduma Başûr û Rojavayê Kurdistanê

Qado Şêrîn
 
Hêviya gelê kurd bi
dewletbûnê Başûrê Kurdistanê ye, aniha baştirîn derfeta dîrokî di xweşiktirîn
guldankê de li ser maseya partiyên siyasî yên B. Kurdistanê hatiye danîn. Eger
hat û bû dewlet hêviya perçeyên din jî mezin, geş û bihêz dibe.
Eger PDK û YNK li hev
bin pirsgirêk û nakokiyên kurdan çareser dibin û serxwebûn nêzîk dibe.
PDK û YNKê biryar
dane, pêngavên pêwîst ji bo pêkanîna komîteyeke taybet ji hemû aliyan ji bo birêvebirina
proseya referandumê û amadekirina zemîneyê bavêjin. Herwiha PDKê û YNKê bang li
tevahiya gelê Kurdistanê kirin, ku “di vê proseya girîng, netewî û niştimanî
de hevkar û piştgir bin
”.
Herwiha hatiye gotin ku, sê komîte ji bo serdana Bexdayê, partî û aliyên siyasî û axaftina bi konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Kurdistanê û dewletên cîran re bêne damezirandin. Dêmek gavên cedî têne avêtin, geşbînî û giyanê gelê kurd jî nû ve têne vejandin.
Ebadî  ragihand: “Nabe ku referandum li Kerkûkê ji bo tevlîbûna bi Herêma Kurdistanê re bihê encamdan, di demekê de ku beşek ji parêzgeha Kerkûkê ji aliyê DAIŞê ve hatiye dagîrkirin û xelk li wê parêzgehê aware ne”. Her wiha got: serxwebûn mafê we ye, lê ne wexta wê ye. Wate, Bexdad êdî ne li dijî serxwebûnê ye.
Fazil Mîranî: Em ji bo referandomê destûrê ji ti kesî wernagirin.
Emerîka ji Hewlêrê re; hûn û Bexda li hev bikin..
ji her sê helwestan tê fam krin ku Emerîka ne li dijî refrendumê ye, her wiha Ebdadî jî ne li dije, lê ji ber Turkiye û Îran û nijadperestên derûdora xwe dibêje; nabe Kerkûk tev li Kurdistanê bibe, helwesta sisiyan kurd destûrê ji bo refrendumê ji kesî wernagirin, ango kesek li dij tune û mafekî me yê rewa ye.
Ji bo refrendum bi ser keve du egerên sereke pêwist in, piştgirî û raya navdewletî, ya din jî navxweyî ye, pirsgirêkên navxweyî çareser bibin û ka dewleta nû dê karibe xwe birêve bibe yan na, wê metirsiya wê li ser cîran û herêmê hebe yan na. Vêga ji bo ku encama refrendumê cîbicî bibe, pêwiste berî refrendumê raya giştî ya cîhanî bê agahdar û amade kirin, nemaze welatên cîran û bi taybetî welatên dagîrkerên Kurdistanê, û peyda kirina çareyan ji nakokiyên navxweyî re. Xala balkêş ew e ku partiyên siyasî piştgiriya xwe boyî referendumê diyar kirine, ew jî geşbîniyê li ba mirov peyda dike.
Her wiha ji bo ku refrendum rewa û bi giştî li cihê baweriyê be, pêwiste dewletên din, rêxistinên cîhanî yên sivîl, yekîtya Europa, medyaya cîhanî û NY beşdarî û çavdêriya refrendumê bikin.
Eger refurendum ji bo medyayê û naskirina raya giştî ji serxwebûna Kurdistanê be, refurendum bi giştî nepêwiste. Serok Barzanî gelek caran aniye ziman ku dewletekê bi tenê jî negotiye em li dijî serxwebûna Kurdistanê ne, Turkie û Îran jî fermî helwestek wiha nedane, dêmek wexta ragihandina dewleta Kurdistanê hatiye, daku kurd, êdî bi keramet bijîn.
Bi texmîna min, wê gelê Kurdistanê bêje belê ji bo serxwebûnê, dimîne yek asteng li pêşiya serxwebûnê, ew pirsgirêk û nakokiyên navxweyîne, neku dewletên cîran in, dewleta ne bi serxwebûnê re be, wê nakokiyên navxweyî bike bihane daku li dijî serxwebûnê raweste. jixwe ku partiyên siyasî di pirsa serxwebûnê de nêzî hev nebin, dêmek egera mana gelê kurd bindest, kole û bê dewlet partî ne.
Em bên ser Rojavayê Kurdistanê. Eger rêkeftinên Hewlêr-01, Hewlêr-02, Desteya Blind yan jî rêkeftina Duhokê di navbera ENKS û Tev-Demê de cîbicî bibûna, aniha wê li R.K jî dezgehên mîna yên li başûrê Kurdistanê hebûna, wê kurd ji bo tiştekî wek referendumê amade bana, lê mixabin edyolojiya Umeta Demuqrat her tişt tune û winda kir, ew qonaxa dîrokî bi avê de berda, êdî yek çare li pêşiya gelê kurd li R.K maye, bi piştgiriya başûrê Kurdistanê Rojava û Başûr bi ser hev vebin û referendum bê saz kirin.
li dawî, eger referendum ji bo serxwebûna Kurdistanê be, pêwiste serxwebûna Kurdistanê bê ragihandin û li paş nekeve, eger hat û wilo nebû, wê nakokî û pirsgirêkên navxweyî aloz, dijwar û bêtir bibin, wê baweriya gelê Kurdistanê jî bi rêvebirên referendum û serxwebûna Kurdistanê nemîne, perçeyên din jî wê geşbînî û hêviya bi dewletbûnê winda bikin û ta ebed xemsar bijîn.
Hollenda,

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…