Rojnameya Dîwaran di 74 Saliya Weşana Roja Nû de

Konê Reş
  wek ku
diyare Bedirxanî di gelek waran de pêşeng in, ne gereke ez şan û hunera wan ji
bo raxînim ber çavan, hun tev wek min zanin. Belê bi min xweş e ku ez vê carê
hunereke din ji hunerên wan şanî we bidim. Ev huner Rojnameya Dîwaran ye
û damezrênerê wê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan e.
  Dr.
Kamîran Bedirxan yê ku kevin û nûyê me bi hev ve girêdaye; ew di heyamê Sultan
Abdulhamîdê 2an de yek ji avakarên komeleyên pêşî bû li Stenbolê..
 Di salên 1940î de yekemîn rojnameya kurdî bi navê Roja Nû û Stêr li Beyrûtê weşandine, hem jî êzgeyekî kurdî (Radyo) û dibistanek kurdî li beyrûtê vekirine.. Di salên şoreşa êlûnê de nûneretiya şoreşê û Barzaniyê nemir li Ewropa kiriye û wiha ta ku ew di roja 4/12/ 1978an li Parîsê koça dawî kiriye.  Erê, mirov dikare bibêje ku ew jî wek bav, bira, ap û pismamên xwe stûnek ji stûnên avakirina Kurdistanê bû..
  Dema ku wî rojnameya Roja Nû di sala 1943an de, di bindesthilatiya Fransîzan de li Beyrûtê diweşand, hingê çapemeniya Erebî ne wek roja îro pêşketî û bi hêl û mêl bû, zimanê erebî di warê çapemenî û modernîzmê de nû cihê xwe digirt.. Çapemeniya Fransî li Beyrûtê bêtir serdest û pêşketî bû.. Ew çend rojnameyên Erebî ku li Beyrût û Şamê dihatin weşandin di destpêka xwe de bû, ne di astê çapemeniya Frasnî de bûn.. Belê ew kovar û rojnameyên ku Mîr Celadet û Mîr Kamîran Bedirxan li Şam û Beyrûtê diweşandin, hem bi naverok xwe û hem bi derhênan xwe di pey yên Fransî re bûn. Ev yek jî li serwextî û serboriya wan ya dirêj di warê ziman û çapemeniyê vedigere.  Mebesta min ji vê şirovekirinê ku ez pêşengiya Mîr Dr. Kamîran Bedirxan ji weşana yekem (Rojnameya Dîwaran) di nav kurdan û ereban de bînim ziman.
  Wek ku min aniye ziman Mîr Dr. Kamîran Alî Bedrxan di roja 3ê gulana 1943an de, anku berî 74 salan, hejmara (1)ê ji rojnameya Roja Nû li Beyrûtê weşandiye, hejmara dawîn (73) di 27 ê gulana 1946 an de hatiye weşandin. Ev rojname di bin desthilatiya Fransîzan de li Beyrûtê dihat weşandin. Belê di sala 1944an de Mîr Dr. Kamîran Bedrxan yekemên (Rojnameya Dîwaran) di dîroka kurdan de pêre çap û belavkiriye..
 Li gor serwextiya min, ta hingê rojnameyên dîwaran ne bi zimanê kurdî û ne bi zimanê erebî hebûn. Anku ev yekemîn rojnameya dîwara ye, piştî yên Fransîzan di Rojhilata Navîn de. Ev rojnameya Dîwaran ji bo mehên sala 1944an bû, ji 12 rûpelan pêk dihat, her rûpelek terxankirî bû ji rojên mehekê re. Ew rûpel bi hin şîretên Mîr Kamîran û gotinên pêşiyên kurdan dihat xemilandin. Ev wêneyê rûpelê heyva Kanûna pêşî ye ji wê rojnameyê di sala 1944an de. Erê Bedirxanî di vê yekê de jî pêşeng in û xwediyên vê qenciyê ne jî.
Konê Reş, Qamişlo 3ê Gulana 2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…