Stêrkek Ji Welatê Me.. R.Bedirxan Yekemîn Rojnamevana Kurdî Ye

Vejîna Kurd
 
Mirov ji xweberê nabin pêşeng, pêşengî sembola kar û
xebatên hêja ne .
R.Bedirxan ( 1909 -1992) jineke zana,
rewşenbîr, leheng û pêşeng e, ji bilî xebat û çalakiyên wê di warên civakî,
ramyarî, rewşenbîrî û netewperestî de ew xatûna pênûs û peyva azad û serbest e,
wê pêşengiya jinan di warê rojnamevaniyê de kiriye û di pey wê re karwanê keç û
jinên Kurd ên nivîskar û rojnamevan hêztir dibe.. Bi hilkeftina Roja
Rojnamegeriya Kurdî, me xwest em hinekî giringiyê bidin pêşenga jinan di vî
warî de.
Belê.. Di dîroka  rojnamegeriya kurdî de navên tu jinên Kurd ên nivîsevan di çapemeniyên kurdî de yên berî Hawarê derketine de nînin; beşdariya R.Bedirxan di  wê kovarê de weke nivîskareke jin gaveke nû bû, ji ber wê jî em karin bibêjin ku R.Bedirxan yekem rojnamevana Kurd bû, û wê xanima qedirgiran wek rojnamevan rê ji jinên Kurd re vekir ku di vî warî de bixebitin û bi ser kevin.
Di sala 1935an de bi Mîr Celadet Bedirxan re dizewice û herweha qonaxeke nû di jiyana wê de vedibe, hingê sê sal di ser derketina kovara Hawarê re derbas bûbûn, nivîskara nemir bi kurdiyeke xewrû û bi tîpên latînî tê de dest bi weşandinê dike,  daxwaza wê ya yekem di jiyanê de hişyarkirin û pêşxistina netewa wê ye, jiyana wê ya niştimanî pir berfireh û kûr e, ew cihê serbilindî û şanaziyê ye, wê bi aramî û bihnfirehiya xwe dest datanî ser hemû aloziyên jiyanê,  û gelek nivîs û gotar di kovarên erebî de jî weşandin. Di nav berhemên wê de gelek pirtûk û werger hene.
R.Bedirxan di nivîsên xwe de giringiyê dide erka jina Kurd, rola wê di civakê de bilind dinirxîne û dibêje: “Mêrên ku qedera miletan di destên xwe de digirin li ber destên jinan xwedî dibin.”
R.Bedirxan karê jina Kurd ne tenê kebanî û xwedîkirina zarokan dibîne, li ba wê karê jinan ê giring li dijî nezanînê ye, lewre wê her hewil dida ku şîretan  li jinên Kurd bike, di gotara xwe “Kebanî û Mamoste” ya ku di kovara Hawar hejmara 27an de hatibû weşandin ji jinên Kurd re dibêje, ku dibistanên Kurdan tune ne, lewra divê mal bibe perwerde, dibistan û fêrgeh û weha dinivîse: “Dijminê me ê mezin, ê mezintir nezanî ye. Divêt em şerê wî dijminê xedar bikin. Di vî şerî de jî ji me jinên Kurdmanc re divêt ko arîkariya mêrên xwe bikin, zaroyên xwe bielimînin xwendin û nivîsandinê û wan ji nexeşiya nezaniyê xelas bikin”. Bêguman di vê xebata perwerdehî de rola welatperweriyê jî ji bîr nake, ew dibîne ku nexweşiyên civaka kurdî bi xwendin û zanînê derman dibin,  bi dengekî bilind û zelal weha bang dike: “Xwehên min ên delal, her wekî hûn jî dizanin derdê netewa me yê mezin û xedar ne zanîn e. nezanîn nexweşiyek e, û dermanê wê zanîn e. Nik netewên xwedan hikûmat û dezgeh vê nexweşiyê de nexweşxaneyên taybet de derman dikin û ji wan nexweşiyan re dibêjin dibistan, mamoste bijîşkên wan nexweşxanan e”. 
 
Rojnamevan jiyana  malê dişopîne, ji jinan re xuya dike ku  xweşî û bextiyarî ne pere, qesr û kişwer in, belê xweşî û dewlemendî gotina xweş, danûstandina baş, kar û xebata ku mirov ji netew û welatê xwe re bike ye, ew di kurtenivîsa xwe JIN Û BEXTIYARIYA MALÊ de weha dinivîse: “Gelek jin hene, bawer dikin ko rehetî û xweşiya malê bi pere û dewlemendiyê ye, lê ne we ye. Seadet û bextiyarî ne ji dewlemendan bi tenê re ye. Xincikên belengazan hene ko seadet û bextiyarî, ji qesra dewlemenda çêtir û bêtir, tê de qerar digirin û bi rehetî cih dibin“.
Di sala 1944an de li ser navê jinên Sûriyê li Misirê beşdarî kongra Jinên Cîhanê bû. Û di sala 1971an de berê xwe da Kurdistana Başûr, û li ser daxweza rêzdar Mustefa Barzanî li bajarê Hacî Imran Hevgirtina Jinên Kurd avakir.
Jibilî zimanê Kurdî R. Bedirxan bi Tirkî, Erebî, firensizî, Îngilîzî û Elmanî dizanî.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…