CIWANMERD KULEK
Ez dixwazim bi babeteke ku di wêjeya te de her tim xwe dide hîskirin dest pê bikim: Bajarê ku tu lê çêbûyî. Amûdê ji bo te çi ye?
– Ez li gundê Kurdo, di destpêka nîvê duyem ji sedsala bîstan de, li dora Amûdê çêbûme. Ez heta 20 saliya xwe herdem li wan rast û navan bûm û paşê, çûme Helebê, Stockholmê û aniha jî li Parîsê me. Di gotarek xwe de bi navê «La lumière du Sud-Ouest», ango «Ronahiya rojavayê başûr», Roland Barthes dinivîse ku «tenê zaroktiya mirovan welatê wan e». Welatê min ne Sûriye û ne Kurdistan e jî, lê ew zaroktiya min a li Kurdo-Amûdê ye. Tiştekî din, Cioran dibêje ku «mirov ne di welatekî de, lê di zimanekî de dijî. Welat tenê ev yek e û ne tiştekî din e.» Ez dikarim vêga bêjim ku Kurdo-Amûdê û zimanê Kurdî ji min re welatek in.
Te bi wî zimanî li ser wî gund û bajarî nivîsî û lehengê xwe Ferzendê Amûdê heta ber têlên sînor bir, lê nekarî wî derbasî nav tax û kûçeyên zarotiya wî bikî. Tenê bi xewn û xeyalan lehengê te dikare sînor derbas bike û xwe li nav bajarê xwe bibîne. Bi raya te, tu ê rojekê karibî wan sînoran bi awayê fizîkî jî derbas bikî?
– Tu behsa lehengê romana dawîn dikî, behsa lehengê « Heftiyeke dirêj li Amedê» dikî (Avesta, 2015). Bi baweriya min, pirtûk, çi roman, çi helbest, çi lêkolîn be, nikare – çiqas xurt be jî – ne çayekê ji mirovan re çêbike, ne du hêkan raqelîne û dinyayê ne xirab, ne ava, bike. Pirtûk, weke ku Jean-Paul Sartre di «Edebiyat çi ye» de dibêje, heye gava vekirî be û dibe weke pirekê û ew du mirovan, du jiyanan, digihîne hev. Lê bêyî wê jî, jiyan dibe. Ez berî du rojan çûme Almanyayê malên merivên xwe û min pirtûkek çi ye, ji bo dermanan jî, li ba wan nedît. Wan goşt û savara xwe dixwarin û ji sibehê heta nivê şevê li ber televizyonê rûniştibûn û behs û çêla pere û xanî û erebeyan dikirin. Gava min ji wan re got ku bêhtirî bîst berhemên min bi Fransî û bi Kurdî hene lê hîna xaniyê min ê bi kirê ye û erebeya min tune, hemûyan qerf û tinazên xwe di nava xwe de bi min kirin û diyar bû ku dilê wan bi rewşa min şewitî. Ez dizanim ku hemû rêzên berhemên min nikarin du buhist têlên hesin û xetek zeviyên mehînan ji sînorê li hember min û Amûdê rakin, lê ew rêz û ew nivîs li ber dilê min şêrîn in û alîkariya min dikin da ku ez jiyana xwe bi serbilindî bijîm. Weke ku ez herdem dibêjim, nîvê hezarî pênc sed e û di kû re zirav dibe bila biqete. Sînor çêbûne da ku mirov wan derbas bike û nivîsandin di vî warî de hîç bê kêmasî û bê qusûr e. Ew dikare heta sînorên mirinê jî dûr bixîne. Eger ez ne nivîskar bûma, ez nizanim min ê çi xwelî li serê xwe bikira.
Te behs kir ku bêhtirî bîst pirtûkên te hene. Te beşek ji vana bi Fransî nivîsîne. Piştî ewçend salên li Fransa û ewçend pirtûkên ku te bi Fransî nivîsîn, tu Fransa jî wek welatê xwe û Fransî wek zimanê xwe dibînî?
– Ez bîst û sê salan li welêt jiyame, heşt salan li Swêdê (ji 1992an heta 2000î) û sî salên min li Parîsê buhurîne. Eger ez bêjim ku van sî salên dawîn tesîreke mezin li min nekiriye, nexwe ez mirovekî ji kevir im, an nan û xwêya min li ser kabokên min e û ez nankor im. Helbet Fransa jî, û zimanê wê, welatê min e, ligel ku ew ne yê zaroktiya min e. Ez nizanim bi rastî kîjan rojê û kîjan salê ez li Kurdoyê hatime dinyê, lê 28ê meha 8an sala 1978, ango roja hatina min a Parîsê, ji min re destpêka jiyaneke nû û serpêhatiyeke giranbuha ye. Tiştê ku Fransa ji min re kiriye tenê dê û bavê min ji min re kirine. Fransa rûmeta min dizane, alîkariya min û nivîsandina min dike. Roja ku dezgeheke kurdî rûmeta min bigre, min vexwîne pêşangeheke xwe an xelatekê bide min, ez ê wê gavê ji xwe bi guman bikevim û bêjim, belkî ez hatime firotin bêyî ku hayê min ji min hebe. Serbilindiya min a herî mezin ew e ku heta aniha sazgehên kurdî hîç guh li min nekirine û ez naxwazim bikin jî. Ez mirovekî serbixwe û azadê azad im û Fransa vê destûrê dide min. Ez bi zimanê Fransî dinivîsim û herdem zimanê min ê zikmakî di bîra min de ye. Ez helbet weke nivîskarekî Fransî ji Parîsê an ji Lyonê nanivîsim. Tenê edebiyatek fransî nîne lê bi sedan edebiyatên Fransî hene û ez beşdarî yekê ji wan dibim. Di hemû berhemên min ên Fransî de, Amûdê û doza Kurd û Kurdistanê hergav cihekî mezin dibînin. Ez edebiyatek kurdî bi zimanê Fransî diafirînim.
Di çarçoveya vê edebiyata ku tu diafirînî de dixwazim çend tiştan bipirsim. Pêvajoya te ya nivîsîna berhemekê çawa ye, çi qonaxên wê hene, adet (“habitude”) yan rûtînên te yên nivîsînê çi ne?
– Bi rastî gava ez li berhemên xwe yên çapbûyî dinihêrim, ez matmayî dimînim ku min ew afirandine. Her berhem bi meh û salan di serê min de dimeye, amade dibe û weke zaroka ku gerek ji zikmakê derkeve ew jî di nav êş û xweşiyê de tê. Berhemek çi ye bi hêsanî nehatiye û erê destê min dikeve ser nivîsandinê, afirandin herdem karekî zehmet e. Weke nimûne, romana min a vê dawiyê, «Heftiyeke dirêj li Amedê» bi kêmanî du salan di serê min û di ruh û giyanê min de geriya beriya ku bibe berhem û li ser kaxez û rûpelan cih bigre. Hin nivîskar hene planan çêdikin û kêm zêde dizanin ê bi kîjan dawiyê rawestin. Ev yek hîç ji min re ne belî ye. Gava ez dinivîsînim, hemû roj û şevên min bi berhemê ve girêdayî ne, her gav li ser dixebitim û peyv li gorî lojîkeke taybet li pey hev rêz dibin. Weke vê hevpeyvînê, min nizanibû tu ê çi pirsan bikî, lê her pirsê, piştî çend kêliyan, gelek wêne û raman bi xwe re anîn. Tiştê herî girîng ew e çawan mirovê nivîskar ê bikare bi rêk û pêk van wêne û ramanan bihûne, li dû hev rêz bike û xwe dubare neke. Ez hîna jî li ser defterê, li çayxaneyên Parîsê, du sê rûpelan dinivîsim û bi lez vedigerim malê û ez bi komputerê li ser wan kar dikim û li ser wan ava dikim. Ez herdem pêşî bi pênûsê, li ser kaxezê, dinivîsim û paşê komputer pir alîkariya min dike. Demên herî xweş di jiyana min de, jiyana li Parîsê, ew in gava ez dinivîsim û dizanim ku ez berhemekê diafirînim. Helbet cadeya ChampsElysées xweş e, seyranên li kêleka çemê Seinê dilrevîn in, bi taybetî şevên havînê, lê gava pelek li gora dilê min be, ew xweşiyek bêhtir dide min.
Kêfa te ji kîjan nivîskaran re tê? Tu bawer dikî ku bandora hin nivîskaran li te dibe dema ku tu berhemekê diafirînî?
– Kêfa min ji wî nivîskarî re te ku gava ez berhema wî dixwînim, ez dibêjim: Xwezî min ev berhem nivîsandibûya. Bandora gelek nivîskaran li min bêguman heye çûnku ez di şikeftekê de najîm û ji babet û cûreyên nivîsandinê ne dûr im û bi rêk û pêk wan dişopînim. Xwendina min bêhtir bi zimanê Fransî ye, lê berê, gava ez li welêt bûm, min di zaroktî û xortaniya xwe de pir berhem bi Erebî ji edebiyata cîhanî xwendin. Di hemû salên ku ez li welêt jiyam, min tenê du pirtûkên bi Kurdî dîtin û min hewl da wan bixwînim, lê kurdiya min wan salan pir qels bû. Yek ji wan Rêzimana Reşîdê Kurd bû û ya din Memê Alan bû. Piştî ku min wêjeya Fransî li xwendegeha Helebê hilbijart û bi taybetî ji dema ku min xwendina xwe ya bilind li zankoya Sorbonnê li Parîsê qedand, hemû xwendina min bi zimanê Fransî ye. Bi baweriya min, yek ji nivîskarên Fransî yên herî mezin Louis Ferdinand Céline ye û bi taybetî berhema wî «Voyage au bout de la nuit», ango «Rêwiyita heta dawiya şevê». Pirtûka John Steinbek «Goşiyên xezebê» jî li min tesîr kir. Ez pir ji berhemên Albert Camus hez dikim. Van salên dawîn, ez pir edebiyata Amerîkayî dixwînim. Nivîskarê ku min jê hez kir Jim Harrison e. Weke piraniya Kurdan, ez ji wêjeya Amerîkaya Latînî hez dikim û wê nêzîkî xwe dibînim. Jixwe ez her sal li Don Kîşot vedigerim û dixwînim. Gava ez diherim pêşangeha pirtûkan a Parîsê, ez xembar vedigerim malê ji ber ku ez ji xwe re dibêjim: Xwedê, ewçend pirtûk hene ku ez ê nikaribim wan bixwînim. Helbet ez nivîskarên me yên Kurdan jî dixwînim û ji du salan ve li edebiyata bi zimanê Erebî jî vegeriyam. Ez aniha berhema duyem a Niroz Malek ji erebî dikim Fransî û gerek ev berhem îsal meha dehan derkeve. Bi baweriya min, nivîskar berî nivîskariya xwe gerek xwendevanekî bêhempa û mezin be, lê gelek ji me vê rastiyê di ser guhên xwe re diavêjin û di çarçoveyeke teng de dinivîsin.
Bo pêşerojê, berhemeke bi Kurdî ku li ser dixebitî yan dixwazî binivîsî heye?
– Ji ber vê rewşa pir dijwar a li hember zimanê Kurdî, min tenê çar werger amade kirine, çar wergerên piçûk hem bo piçûkan, hem bo mezinan û bi hêviya ku li ba Avestayê çap bibin. Bi rastî, piştî ku qutiya berhemên min ên giştî derket, ez dikarim hinekî xwe ragirim.
Tu pêşeroja (ayindeya) zimanê Kurdî çawa dibînî?
– Zimanê Kurdî di van sî çil salên dawîn de gavên pir mezin avêtin û gelek berhemên wê ne kêmî yên berhemên cîhanî ne. Lê mixabin di van çar pênc salên dawîn de rewşa zimanê Kurdî pir dijwar e û bi rastî, pir kêfa min tê ku tu serê xwe bi wêjeya Kurdî diêşînî û hêviya xwe jê nabirrî. Va bi saya te ez hinekî li nivîsandina bi Kurdî vegeriyam.
Xeyala te ya mezin çi ye ku te dixwest rojekê bi çavên xwe bibînî ku bûye rastî?
– Weke min got, zimanê Kurdî weke gelek zimanên din nemir, hîna li ser piyan e û ev yek ji min re şanaziyeke mezin e. Ma ku zimanê Kurdî çû, çi ê ji me re bimîne? Ew tenê me ji hemû miletên navçeyê cihê dike. Ji ber vê yekê ez dîn dibim gava ku Kurdên me serên xwe bi zimanekî din, zimanekî dagîrker, bilind dikin. Ji bo min bi xwe, min jî çend gavên mezin avêtin, bi Fransî û bi Kurdî nivîsî. Ez bi henekî dibêjim, min li dora 15 sentîmetran û hezar rûpel li wêjeya Kurdî zêde kirin û wisa jî li ya Fransî. Gotin koro te çi divê, got çav. Ez jî çavekî mezin, xweşik û dilovan ji edebiyata gelê xwe re, gelê Kurd re ha, dipêm.
Fawaz Husên bi gilî ye, bi gazin e lê bi hêvî ye û berdewam bi eşq dinivîse. Heta niha tibabek kitêb diyarî ziman û edebiyata Kurdî kirin, kitêbên ku her tim “hesret”ek, “kul”ek di naxa wan de heye. Kêm kesî karî wek wî vê kul û hesretê di kirasê hûmor û îronîyekê de hilîne. Şeş meh berê, dema me li Parîsê hevdu dît û wî rojeke xwe bi qedirgirî ji bo min terxan kir, ez li kûçe û kolanên vî bajarî gerandim, min ji nêzîk de pêjna wî ruhî kir ku ji Parîsê çîroka Amûdê dirist, kûçe û kolan û mal û xelkên wê, gundê Kurdo, hevok bi hevok di romanên xwe de ava dikir. Ne diyar e ew ê rojekê karibe vegere Amûda xwe ya şewitî yan na, lê teqez e ku wî di stargeha zimanê xwe, bîranînên xwe û afirandinên xwe de welatê xwe ji zû de peyda kiriye.
——————
Jêder: heftenameya rojnama Basnews, himara 16e / 24 – 30 Nîsana 2017e