Bê serxwebûn jiyan nabe.

Lazgîn dêrûnî
 
Ey welato çib
te hato ey felek
Dijminan hawîr
li ta kirna xelek
 
Parçebûn ma qey
ne besbû ey hewar
Kuştin û ferman
bi ser da bê jimar
 Dêrsimê him Agirî Kurd qirkirin
Jin û zarok bê serî û şo kirin
 
Him Helebça pêre Enfal çend hezar
Bûne dîrok qet ji bîr nabin ticar
 
Dîse şingal ew birîn va nû kirin
Jin û mêr tev kuştin û lê keç birin
 
Ey gelê kurd vaye rojek nû hilat
Derfeta em man li bendê vaye hat
 
Dest bidin hev tev bixwazin serxwebûn
Banbikin tev yan hebûn û yan nebûn      
 
26.4.2017 Swîsra  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…