Beyana YNRKS di 119 saliya rojnamegeriya kurdî de

Di 22 nîsana her salê de, nivîskar û rojnamevanên kurd roja
rojnamegeriya kurdî pîroz dikin, çimkî ev bûyer bûye weke rojeke balkêş li nik
wan.
Di vê rojê de, dîroka rojnameya yekemîn tînin bîra xwe û li ser rewşa
wê radiwestin, bê çawa hêja Meqdad Medhet Bedirxan li Qahîrayê di sala 1898an
de rojnameya ”Kurdistan” derxist û belavkir. Û herwiha li ser rewşa ragihandinê
li cem kurdên rojava giftûgo dikin, û rola vê ragihandinê û rojnamegeriyê di
civata kurdî de dinerxînin.
Di vê roja pîroz de jî, pêveçûna rojnamegeriya kurdî tînin bal xwe, ku di çend qûnaxan de derbas bûye, û çawa ji Ronahî û Hawar a Dr. Kamîran û Celadet Bedirxan destpêkiriye, ta bi kovara Gulîstan a ku seydayê Cegerxwîn derxistibû, herwiha bi alî serdemên 80ê û 90î ji sedsala bûrî de, ku komek ji kovar û rojnameyan, çi bi kurdî, çi bi erebî derdiçûn, mîna; Dengê Kurd, Gurzek Gul, Zanîn, Pirs, Stêr, Bihar, Aso, Mewasim, Ajrras,….td, tînin ber çavan.
Wekû em dizanin, di van bîst salên dawî de, rojnameyên kaxezî gelekî kêmbûne, çimkî a elektronî ketiye şûna wan, û malperên kurdî rola rojnamegeriyê girtine, û bûne dengê kurdan, ji wan malperan: Welatê me, Gemya kurdan, Keskesor, Tîrêj, Avesta kurd,Sobaro…td, lê mixabin gelek ji wan malperan vê dawîyê hatine girtin, û rûpelên kesene ên Fêsbûkê ketine şûna wan.
Ligel vê rewşê, rojnameyên elektronî jî peydabûne, mîna rojnameya ”Pênûsa Nû” a Yekîtîya me (Yekîtîya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya), ku bi herdû beşên xwe ve, a erebî û a kurdî li ser malpera me www.penusanu.com  belavdibe, û îro ro gihaye hejmara 60î.
Li vir em jibîr nekin ku rola peyva kurdî û rojnamegeriyê di jiyana me kurdan de diyare, dema ku ziman û toreya kurdî diparêze, û pêşxistinekê ramyarî di nav civatê de peyda dike.
22 nîsanê, ev roja pîroz derbas dibe û hîn şoreşa azadiyê û rûmetê li Sûriyê li dare, eve piştî ku zêdî şeş salan ji berxwedana dijî kuştina rojane û xwe parastinê didome. Di vê şoreşê de gelek ji mirovên Sûriyê çi kurd, çi ereb, ji nivîskar û peyamnêran hatine şehîd kirin, li vir em endamê xwe Miş’el Temo tînin bîra xwe. Û herwiha ta roja îro jî , gelek di zindanan de hîn jî girtîne, mîna nivîskar Hisên Îso û gelek rojnamevanên dî, çi di zindanê rêjîmê de, û çi di zindanê “Îdareya Xweser” de.
Di vê rewşa taze de Yekîtiya me (YNRKS) roleke pir giring dike, ev jî diyare ji mijûlbûna hejmareke mezin ji endamên wê bi sîyasetê re, çi di riya nivîsandina gotaran û beşdariya di ragihandinê de, û çi di amadekirina nûçeyan de, derbarî herêma kurdî û bo hemî Sûriya yê.
Herwiha Yêkîtiya me zora ku li nivîskaran û rojnamevanan ji alî rêjîmê û “Îdareya Xweser” de tê kirinin, dişopîne. Û hewildanê dide, ku yekîtiyek di navbera herdû komên siyasî (ENKS) û (Tev-dem)ê de çêbibe, da ku mafên netewî bo gelê xwe di Sûriya pêşerojê de biçespînin.
Li dawiya vê gotinê de, hêvîyeke mezin ji nivîskar û rojnamevanan heye, ku roleke mezintir di vê dema nazik de bileyizin, da ku li gelê xwe xwedî derkevin, û bi tevgera xweyî sîyasî re alîkarbin.
Bijî roja rojnamegeriya kurdî
Azadî bo girtiyên peyva azad
Yekîtîya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya
21.04.2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...

Hozan Yûsiv

Her sal di 22ê Nîsanê de, gelê Kurd salvegera destpêkirina xebata rojnamegeriya xwe ya neteweyî bi bîr dihîne. Ew rojnameya ku di sala 1898an de li Qahîreyê bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Ew weşan ne tenê çalakiyeke medyayî ya asayî bû, lê belê jidayîkbûna…

Hişmend Şêxo

Ez vê gotarê diyarî we û hemû hevalên xwe yên rojnamevan dikim , herwiha ez diyarî hemû xwîner û hezkiriyên rojnamegeriya kurdî dikim.

Di serdema pêşketina şoreşa pêgihînê û Toreyên civakî de ragihandin bi rolekî pêşeng radibe di pêşxistina xebata gelan û Azadiya welatan de , Di heman demê de ez karim bêjim ku hemû…