Ji dîroka kurdî / Kesayetî û helwest.. Xelek 29 .. Mela Idrîsê Bedlîsî .. keysebaz bû,yan siyasetmedarekî piragmatîk bû?

Dr.
Ehmed Xelîl
Werger:
Heyder Omer
 
Du boçûnên hevdij: Hevpeymana Osmanî – Kurdî, û rola Mela Idrîs
rastî nakokiya kurdî dibe:
1.Boçûna dijberan: Xewdiyên vê boçûnê weha dibînin, ku Mela Idrîs
destekekî Osmanî bû, bi vê hevpeymanê karmendiya miltê Kurd nekiriye, lê
karmendê dewleta Osmanî û rêbaz ayînî sunne bûye, da ku mal û mewalan û cîgehên
bilind li ba dewleta Osmanî werbigire, di heman demê de erka wî ew bû, ku
mîrnişînên Kurdan bidana ser hev, da li hember xweziyên Sefewiyan û Osmaniyan
rawestîna, û eger ew mîrnişînan xweser bimanan, heye (belkî) di sedsala
nozdemîn de bibana motika dewleta Kurdistan a azad.
2.Boçûna alîgiran: Dîrokzanê Kurd Ela Dîn Secadî (1907 – 1984 z) dibêje:
“Hukumeta Yawuz (Selîmê Yekemîn) dê tevayîya van mîrnişînan daqirtandana, û
navên wan jî nedihêşt”. Dr. Se-idî Herotî jî weha diçe, ku wê hîngê, rista
fewdal li Kurdistanê  kend datanîn pêş
yek-kirina mîrnişînên Kurd li hember talanên derveyî, û dibêje: “Destdanîna
desthelata Osmanî ser Kurdistanê bivê nevê bû, vê lomê pejirandina desthetala
Osmanî, li gor hevpeymana navborî, ji dêvla serîdanîna bo desthelata yekser,
çareya herî baş bû”. 
Dr. Se-idî Herorî bi ser ve dike,
ku tevî ku di wê hevpeymanê de bendên berjewendiyên Osmaniyan diparêzin hebûn
jî, lê ewê hevpeymanê rewşeke ji serdestiya Sefewiyan baştir, ji bo Kurdistanê
peyda kir, û rola polîtîka Mela Idrîs “wê demê li gor berjewendiya Kurdan bû”,
ewî li gor boçûnên hin dîrokzanan “bingehên netewa kurdî” durist
kir, lê mîrên Kurdan, bi sedema hevdijayetiyên berdewam, ew destkefî
neparastin.
Rasteqînên dîrokî:
Da ku hevpeymana Osmanî – Kurdî
durist were nirxandin, divê du rasteqînên dîrokî li ber çavan bin:
1.Ҫi
bûyer bûye, bila bibe, divê li gor heyama serdema xwe û nîrên  ew pêkhanîne 
were gengeşekirin; çi ew nîran êkologî bin, û çi çandeyî, polîtîkî,
aborî, civakî, herêmî û navdewletî bin.
2. Polîtîk “huner gengazî”
ye, di her dan û standineke polîtîkî de, sê bijare li pêş kesê diplomat hene:
Yekemîn: Bijareya qezecê / ziyanê. Duwemîn: Bijareya qezenca hindik / qezenca
pir. Sêyemîn: Bijareya ziyana hindik / ziyana pir.
Êdî werin em  hevpeymana Osmanî – Kurdî li ber ronahiya van
herdu raseteqînan gengeşe bikin:
1.Ji hêla Kurdistanî de: Civaka Kurdî, di serdema yekemîn nîvê sedsala
(16z) de, bi piranî civakeke êlîtî şivantî gundîtî bû, hevdijayetiyên êlîtî pir
û tûj bûn, bi ser de jî cudahiyên olî û rêbazên ayînî (sunne, şî-e, eyzîdî,
kakayî, elawî) hebûn, û abora Kurdistanê yekeke şivantî û gundîtî lawaz bû, û
her weha rewşa çandê jî bi gelemperî wusa bû.
Êkologiya çiyayî ya dijwar jî tev
li wan hêmanan bû, pê re jî cudahî û perçebûnên Kurdan pir girêk bûn, û
nehêştin penahekî polîtîkî  Kurdistanî
diyar bibe, ku karibe yek-kirina Kurdan, an jî bi kêmanî  yek-kirina beşê mezin ji Kurdan di çarçewa
hevbendiyeke êlîtî mezin de pêk bîne, wek ku pêşiyên wan Med bi rêvebiriya
pêşewayê zîrek Dehyako (Deyako) di sedsala (8 b.z) pêkhanîbû.
Di dema rêkeftina hevpeymanê de
(1515 z) hin penahên êlîtî kurdî di bin sîbera dewleta Sefewî de bûn, û hinek
jî di bin sîbera dewleta Osmanî de bûn, û beşê sêyemîn jî mîrnişînên xweser
bûn, û gava sultan Silêman Qanûnî sala (1535 z) dest da ser Îraqê, evan
mîrnişînên jêrîn hevgirêdan li gel dewleta Osmanî ragihandin:
1. Mîrnişîna Erdelanî li
Şehrezorê (rojhilatê Silêmaniyê).
2. Mîrnişîna Soran li Rawendizê (
Hewlêra naka).
3. Mîrnişîna Baban li Silêmaniyê.
4. Mîrnişîna Behdînan li Amîdê.
Li bakurê Kurdistanê hukumdar û
Begên Bazokî, Dunbilî, Bedlîs, û Mehmûdî, bi ser dewleta Sefewî de bûn, û li
rojhilat û başûrê Kurdistanê jî hukumdarên Sinindecê û Mukrê û Gelhurê û
Loristana biçûk û Biradost û Zengene û Mîrên Mensûrî  bi ser wê dewletê de bûn.
Hişyariya kurdistanî
netewî/niştimanî bi gelemperî lawaz bû, û mêldariya êlîtî serdest bû, ev
mêldarî jî li gel ya olî û rêbaza ayînî girêdayî bû, û entilcênsiya kurdî  bo damezirandin û pêşvebirina pirojeya
Kurdistanî netewî/niştimanî ne amade bû. Yekemîn armanca mîran û serok-eşîran
ew bû, ku desthilat û destkeftiyên xwe biparêzin, û bi hêzeke herêmî mezin ve
bêne girêdan, da bi alîkariya wê hêzê li ber hevdu rabin.
2.Ji hêla herêmî û navdewletî
de:
Kurdistan dikeve navbera
sê deryayên, ku ji hêla ciyopolîtîkî de giring in (Deryaya Reş, Kendav û
deryaya Spî), û dikeve navbera pênc deverên, ku ji hêla cioypolîtîkî de giring
in ( Welatê Farisan, Qefqas, Anadol, Sûriyeyê û Îraqê), û ji dema diyarbûna
Sahnişînan de (beriya 25 sedsalan b.z) cîgehê ciyopolîtîkî yê Kurdistanê li
serê Kurdan  bûye û dibe, belaya mezin, û
wê hîn jî wusan bibe.
Her hêzeke herêmî, ku li yekê ji van pênc
deveran derdiket meydanê, hewl dida ku dest bide ser Kurdistanê, û tê re derbas
çar herêmên din bibe, û gava peymana sala (1515z) bi rê ket, herdu dewletên
Sefewî û Osmanî, li Rojavayê Asiyayê du hêzên herî destdirêj bûn, û ji bo
dagîrkirina Kurdistanê hevçavsor bûn.
Wê hîngê hêzên dagîrker, ên Ewropayê negîhabûn
Rojavayê Asiyayê. Dagîrkerên Pirtuxalî, li derdora sala (1500z)  delavên başûr ên Cezîra Areban dagîr kiribûn,
û ber bi Başûr-rojilatê Asiyayê de çûbûn, û paşê derdora sala (1600z) Holendî
bi ber pozê wan de derketin, û derdora sala (1700z) jî Îngilîz bi ber pozê Holendiyan
de derketin, û nakokiya dagîrkirin di nav van hêzan de ji Kurdistanê ve dûr bû.
Nirxandina hevpeymanê:
Dem û dewrana Kurdistanê wê hîngê wusa bûn: Ji
hêla hundirê Kurdistanê de (Şerpezebûna erdnîgarî, aborî, êlîtî, olî, rêbazên
ayînî) serdest bû, û ji hêla herêmî de ji (du hêzên mezin hebûn, û herduan jî
çav li dagîrkirina Kurdistanê bûn), digel hindê jî hêzên navdewletî mezin tune
bûn. Eger hebana jî, bi sedema nakokiyên olî navbera Kurdan û cîranên wan ên
xiristiyan, wê xwe ndabana kêleka Kurdan, wek çawa Îgilîstanê helwesta xwe li
hember Kurdan ji sedsala (19z) de diyar kiribû. Lêgervanê Emerîkî Robert Olson
di pirtûka xwe (Emergence Kurdish Nationalism) de gelekî nîşanên wê helwerstê
belgihandine. (me ev pirtûka bi sernavê: Dîroka têkoşîna netewî kurdî,
bo zimanê erebî wergerandiye).
Ev dem û dewran û rastiyan me digihênên vê
boçûne:
Em nikarin çavan li ser rola xweziyên
Mela Idrîs, ên kesayetî (bidestxistina cihên berpirsiyariya bilind di dewletê
de, mal û milk) bigirin, û ne jî dikarin li ser rola rêbaza wî ya ayînî sunnî
bigirin, ewa ku di erêkirina mîrên Kurdan de bo rêkeftina hevpeymanê û
tevlêbûna dewleta Osmanî hukardar bû, wek ku Selaheddînê Eyyûbî perwerdbûyê
serdema cengên (Îslamî – Xiristiyanî) bû, Mela Idrîs jî perwerdebûyê serdema
cengên rêbazî ayînî (Sunne – Şîe) bû.
Lê divê em ji bîra nekin jî, ku Mela Idrîs, bi
pîvanên serdema xwe, hem rewşenbîrekî berz bû, û hem jî dîplomatek bû, ku herdu
dewletên Sefewî û Osmanî baş dinasî, û di heman demê de rewşa gelemper a Kurdistanê
û nakokiyên tûj û pir awa (pir form) jî baş dinasî. Vê lomê, û bi nerîneke
piragmatîk, û li gor rêbaza (bijareya gengaz û baştir), bi baweriya min
girêdana rêkeftinê li gel sultan Selîmê Yekemîn, wê hîngê ji bo Kurdan,
bijareya ziyankêmtir bû.
Mela Idrîs dizanîbû, ku dewleta Osmanî
hêzdartir e, û wê nakokiyên navbera Kurdan bi kar bîne, û mîrnişînên kurdî dagîr
bike, û wê hukumdariya yekser bi darê zorê bide ser wan, û tevdîrên xerabtir li
ser çand û nirx û civaka Kurdistanî bimeşîne. Û di rêbaza dîplomakît a pendiyar
de, şûna pirensîba “yan her tiştî qezenc bikim, yan jî ne tiştek” nîne,
belê pirensîba “Qezenca hindik, ji ziyana hemî tiştan çêtir e“ serdest
e.
Gava ez (di dema nivîsîna van gotarê de)
nakokiyên îro yên kurdpartiyane û nakokiyên êlîtî kurdî yên sala (1515z) didim
hember hev, bê ku cudahiya navbera herdu serdeman, ji hêla pêşveçûna zanînê û hişyariya
netewî li ba Kurdan, ji bîra bikim, ez dibînim, ku wê hîngê bijareya Mela Idrîs
ziyankêmtir bû. Eger em îro nikarin partiyên Kurdan bi pêdiviya girêdana
(Kongira netewî Kurdistanî) qayîl bikin, gelo Mela Idrîs dê çawa karîba, beriya
çar sedsalan, mîr û serokên ѐşîrên Kurdan, bi
yek-kirina refê Kurdan li hember Sefewiyan û Osmaniyan qayîl bikirana? 
Belê, ew hevpeyman, ji Kurdan bêtir
berjewendiya dewleta Osmanî bû, lê ji bo Kurdan tekbijare bû, û piştî rêkeftina
hevpeymanê derdora (15) salan, Osmaniyan destên xwe dan ser mîrnişînên Kurdan
yek li pey a din, û di serdema sultan Mehmûdê Duwem de (1808 – 1839z) de dest
dan ser ên hemiyan, û ya dawî mîrnişîna Bedirxaniyan bû, ku Osmaniyan sala
(1847z) dest dan ser wê jî.
Tevî vê jî, ageha netewî kurdî, di sîbera wan
mîrnişînên nîvxweser de, zindî ma, û di sîbera wan de sê pêşengên hişyariya
netewî li Kurdistanê diyar bûn; Şerefxanê Bedlîsî (1543 – 1599z), û helbestvan
Feqî Teyran (1590 -1660z), û helbestvan Ehmedê Xanî (1650 – 1707z), û di sîbera
wan de jî serokѐşîrekî Kurd sala (1675z) ev ageha netewî bi vî
awayî derbirand:
“Ez im împeretorê vê zemînê, ne sultanê
Osmanî. Heye
ew hêzdartir be, lê ez ji wî comerdtir im”.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…