Helbest u pexşan

Mepirsin

Vejîna Kurd
 
Ji Hilma beyabanan 
Dîlana yasemînan mepirsin
Ji kulîlkên ji qelşên zinaran derketine
Kenê buharê bipirsin.
Ji dara tuyê ya rût
Ramûsanên bayê zivistanê mepirsin
Ji çiyayên bejnbilind
Rengê lêvên mijê bipirsin
Ji şûşeyên meyê..
Rondikên goşiyên tirî
Û nalîna rezan mepirsin
Serxweşiya dilan ji meynoşan bipirsin.
Tûjbûna kêrê
Ji jana birînê mepirsin
Beravêtina xewnan
Ji bêdengiya şevê mepirsin
Zerbûna mirinê 
Ji lalbûna goristanan mepirsin
Tîbûna baranê
Ji axê mepirsin
Rengê kefenê zarokan
Ji lorandina dayikan mepirsin
Mepirsin… 
             na..mepirsin!!
 
 
Helbesta Buharê
 
Buhar serxweş dilîlîne
Termên demsalên tevizî
Di xwelîdanka demê de rêz dike
Berûyên tariyê
Bi tiliyên bedewiya xwe dişkîne
Bîranînên şewitî jê diherikîne.
Ezman mîna gulekê dibişkuve
Mêristana gêrikên giyanan
Di bin biskên barana demsaleke nû de 
mest dibe
Nêzîk e.. Adara me
Tenûr gur e
Hevîr tirş nebûye
Şil e… xwîna li ser zinaran
Ziwa nebûye…. heneya bûkan
Vala nebûye….. kodika hêviyan.
Firfira alê
Û helbesta wê ya dirêj
Çar ziviyên tî av dide
Belê…
Daristanên di çavên me de kesk bûne
Li şopa şahiyeke koçerî
Konên xwe yên rengîn vegirtine.
 
 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…