Nameyek ji General Îhsan Nûrî Paşa (1892 – 1976) re

Konê
Reş
 
Xwediyê
herêma Kurdava! General Îhsan Nûrî Paşa! Ezbenî
li me bibûre.. Bibûre eger kêmasiyên me hebin, me efû bike, me bibexşîne.. Berî
du rojan, di 25 adara 2017an de, 41 saliya koçkirina te derbas bû, ji mafê te
bû ku em te bi gerimbûn bibîr bînin; gul û kulîlkan li ser gora te deynin.. Te
bi zarokên xwe û nifşê nû bidin naskirin.. Lê ezbenî, ji ber gelek sedeman me
xwe winda kir..! Ne ku me tu winda kiriye.. Yên wek te nayên windakirin, her û
her hun di dilê welatiyên dilsoz û wefadar de zindî ne ezbenî..
Tu xwediyê herêma (KURDAVA) î, ev yek tenê besî te ye.. Me bibexşîne serwerê Kurd.. Besî me ye ku yekî weke te di nav me de hebû û te navê (Kurdava) li ferhenga kurdî zêde kir.. Besî Bedlîsê ye ku xwe bi te pesin bide.. Besî eşîra Cibra ye ku ta bi ebed bi te serbilind be.. Silav li te bin, silav li Ferzende, Biro Heskî û tev lehengên serhildana Agirî bin..
 Not: Ev nexşe, di sala 1928an de ji rex Mîr Sureya Bedirxan ve hatiye hatiye çêkirin. Yê ku di wan salan de berdevkê komeleya Xoybûnê bû li Ewropa û Amerîkayê.
 Konê Reş
Qamişlo, 26.03.2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di Şemî, 18.07.2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê sêmînerek zanistî û perwerdehiyê bi rêxist. Armanca vê çalakiyê ew bû ku çanda zanînê, ramanên rexnegir û girêdana navbera zanyar û ronakbîrên Kurd were xurtkirin.

Bername bi rêvebirina Rêber Hebûn dest pê kir. Di gotina xwe ya pêşwaziyê de, wî…

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…