Ji Rûpelên Jina Kurd

Desteya Sernivîser
 Ji roja roj de jina Kurd di hemû warên
jiyanê de li kêleka mêrê Kurd e, lê di van çend salên dawî de ew bi hêz derbasî
qadên xebatê yên curbecur bûye, û tiştê balkêş ew e, ku di qadên şerê li hember
terorê de roleke pir mezin û hêja dilîze û li seranserî cîhanê bi erênî tê
nirxandin. Bi xebata xwe ya nerxbilind Jina Kurd dengê xwe gihande hemû cîhanê
ta ew weke sembola azadîxwaziyê hatiye destnîşandan. Bê guman ev tê wateya
ku  civaka Kurdî, nemaze ya Rojavayê Kurdistanê,
ji hemû civakên hawîrdora xwe pêşketîtir e.
 Helbet serkeftina jina Kurd ne bi hêsanî hatiye, lêbelê ew ji encama xebateke dirêj, xebateke ku rastî pir dijawarî, kelem û velukimandinan dihat, hatiye. Belê gelek zor û zehmetî rastî jinan hatin, herweha gelek qurbanî jî dan, û li dijî nêrînên paşdemayî yên di nava civakê de ku jinê tune dikin tekoşîneke bi hêz ji aliyê jina Kurd de hate kirin. Baweriya me jî ew e, ku her jineke azadîxwaz ustubariyeke weha bide ser milên xwe û bi bîrûbawerî û zanebûn tevbigere.
Bi hilkeftina 8ê Avdarê, Roja Jinê ya Cîhanî, roja serhildana dengê azadiyê û wefadarî bi dayik, xwîşk, evîndar û hevjînan, em hemû jinên cîhanê û bi taybet jinên kurd ên leheng pîroz dikin û serkeftinê ji wan re hêvî dikin.   
Azadiya jinê pêşketina civakê ye, û pêşketina civakê jiyan bi xwe ye.
 
Rojnama Rewşen, hejmar 21
Adar2017z/ 2629k.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Ceng deriyekî vekirî ye,

hemû ba û bahozên wêranker
li ser pêyan radike,
gur dike,
talan dike,
diherifîne û dipekîne…
Ceng dêwekî mirovxwir e,
ceng kenkuj e,
batoza mirov e,
piçûk û mezinan diçine!
Dijmin dijmin e,
ceng jî dijmin e,
volkana cengê bitemire,
bila mirovînî neterpile!

03.03.2026
Ezîz Xemcivîn

Marîna Tsvêtayva
Werger ji Rûsî : Bessam Mer’ê

Ji her erdekî
Ji her asmanekî rabikêşim.
Çimkî lêristan dergûşa min e
Çimkî lêristan gorna min e.
Çunke li ser vê erdê,
Tenê li ser yek piyî radiwestim.
Û ezê ji te re goraniyan bibêjim
Her wekû kesî pêştir goranî ne gotibe!
Ezê te ji hemû deman
ji hemû şevan
ji alên zêrîn
Ji şimşîran birevînim.
Û…

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…