Piştî 28 salan ji koçkirina Mihemed Şêxo hêjî me di stranên wî de li Welat û Evînê digerin

Konê Reş
 
Mihemed Şêxo; mirovekî wek me
tevan bû. Lê di warê deng û mûzîkê de, mirovekî ji me cuda bû; bi bûyerên gelê
xwe ve girêdayî bû, hayê wî ji malê dinyê tune bû. Tev temenê xwe di ber bîr û
baweriyên xwe de xerckir, bê ku hayê wî ji dîrokê jî hebe, an li cihekî ji navê
xwe re di nav rûpelên dîrokê de bigere..
 Ez jî, yek ji dost û evîndarên guhdariya stranên wî me. Ew stranên ku li ser zilana sê bingehan dizîvire; Deng, awaz û gotin. Mihemed Şêxo bi zanebûn, ev hersê bingeh bi mûzîkê, li gor gewriya xwe û bi gotinan, li gor êş û janên gelê xwe dibijartin, bi hev re dihûnan û di nav gel de belav dikir.
Guhdarên wî jî, bi sehkirina stranên wî re, di nav pêlên jiyaneke tijî kul û xem, kef û şahî de dûr diçin û rehet dibin.. Ji ber ku stranên wî bandoreke mezin di his, hest û derûna mirovê kurd de dihêle, wî ji qurm ve dihejîne û bi rex du tiştan ve dehif dide; Welat û Evîn.
Qamişlo, 09.03.2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...