Encamnameya yekemîn konferansa Hevgirtina rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê HRRK – şaxê Ewrupayê

Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê, di 25.02.2017 de, hejmarek ji kedkarên
çanda kurdî ku li welatên Ewrupayê dijîn, di çarçoveya yekemîn konferansa
rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê HRRK de, li hev civiyan. Ev civîn wekî encameke
asayî ji encamên kongireya pêncan ya HRRK bû, ku li ser axa welat li bajarê
Qamişlo di 23.12.2016 de, lidarketibû. Konferansê bi kêliyeke bêdengî ya ji bo
giyanên şehîdan û bi sirûda neteweyî “Ey reqîb” destpêkir. Piştî wê
mêvanên beşdar, dezgeh û kesayetên amade bi axavtinên xwe yên nirxdar yên li
ser rewşa kurd û kurdistanê ya siyasî, çandî û civakî civîn xemilandin.
Konferansê bi danûstendina li ser rojevê destpêkir û bi xwendina rapora giştî ya ku ji hêla serokê berê ve hate xwendin, berdewam kir. Pê re jî danûstendinên li ser mijarên girêdayî karê di warê çandê de hatin holê, ku yekser têkiliya wan bi her du astan re heye, asta kurdî  weku nasnameyeke neteweyî û asta ewrupayî ku hemû endamên vî şaxî li welatên Ewrupayê yên cuda dijîn. Wisa jî behsa çawatiya pêşdebirin û berfirehkirina karê rewşenbîrî yê di van herdu astan de bû, da ku ev hevgirtin bibe sîwaneyeke yekgirtî ji bo hemû rewşenbîrên kurd li derbideriyê û li hundir welêt. Bi awayekî ku nasnameya rewşenbîrî ya kurdî bê çesipandin û xurtkirin, herwisa bibe nasnameyeke hevbeş bêyî ku nasnameya siyasî, îdolojî û ramanî ya endaman di riya hevkarî û hevgirtina wan de bibin asteng. Ji ber vê giringiyeke mezin bo xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê hate dayîn, herweha pêdiviya lidarxistina festîvala Rojava ya çandî ya salane li derveyî welêt hate piştrastkirin. Wisa jî hat xwestin ku malpera hevgirtinê ya fermî rojava.net bê aktîvkirin û piştgiriya endaman di pirojeyên wan ên takekesane de bê kirin. Hat xwestin ku ev dezgeh rola xwe weku pirekê di navbera herdu çandan de, çanda kurdî û ewrupayî de, bilîze. Nexasim di navbera rojavayê Kurdistanê de û wan welatên ku endamên hevgirtinê lê dijîn. Di asta neteweyî de beşdarên konferansê pêdivî bi wê yekê dîtin ku kar ji bo yekrêziya kurdan bê kirin û ji çarçoveyên partîtî û rêxistinperestiyê dûr bimînin. Wisa jî pêwîstî bi girêdana kongireya neteweyî hate dîtin, da ku wekî lêvegereke hevbeş ji bo hemû kurdan bê avakirin û roleke layiq di guherandinên dîrokî yên ku di herêmê de çêdibin de, bilîze. Di dawiya konferansê de komîteya birêveber ku ji van neh endaman pêk tê hat hilbijartin: ” Şepal Hêvo – Seydo Reşîd – Xunav Kano – Zeredeştê Kal – Reşîd Hisso – Helîm Yûsiv – Rêber Hebûn – Alan Mem Pîr û Ehmedê Xursî”. Ji nav komîtê Reşîd Hisso wekî serokê şaxê Ewrupayê yê HRRK û Xunav Kano wekî cîgira serok hatin hilbijartin. Herweha komîtê ji nav xwe komîteyên ragihandinê, aboriyê, rêxistiniyê û ya çalakiyan destnîşankirin. Wisa jî Reşîd Hisso û Helîm Yûsiv wekî endamên desteya bilind ya HRRK ya giştî ku wê birêveberiya karûbarê HRRK bi hemû şaxên wê bike, hatin hilbijartin.
Komîta birêveber ya Hevgirtina rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê – şaxê Ewrupayê
Wuppertal – 25.02.2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…