Heyîn a pêjindar

Nizar Yosif
 
Ji evînê re tu
pêjindar î  
Ez ê vî dil î
bikim tûrik ê xemên te
Û xeydan di kuncikên
wî de perde bikim
Li ser kuçk ê
bîranînan 
Bi xweşiya wan kêliyan
re bi sotînim
Jêdera bînahiya
min  
Şevên te
serkaniyên xewnan in
Guhêz ê dikin zeviya
aferînan
 Ka ew demroniya ku singê min balgehê te be
Û Gumlek ê min Çarçevparêz ê sermilan be
Lêvên te meywexane yên serxweşiyê bin
Dev ê min berdax be  
Ranên te bergên wêne yên pêjindarbin
Dil ji ber te jenvan e  
 
Ji firk ya heskirinê
Evin a min pêçayî ma   
Lomeyan neke
Ji dilgeşiya vî gewdeyê bê hêz
Min bi Doşav a devê xwe kedî bike 
Li ber deriyê feraşînên te
Jê dixum
Digivêşim 
Na tevizim
Li tengên şevan re sermestim ez
Awazên min ji şabûna rondikên te saz dibin
Gul li ber hestên wî ditewin
Mom di kederan de di sotin.
13.02.17  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…