Ji Evîna Rojên Kevin: Sinetkirin û Kirîvantî/102

Konê
Reş
 
   Di heyamê berê de bêtir zarok di temenê 7/8
salî de dihatin sinetkirin û di encam de kirîvantî di nav du malbatên ku hez
hev dikirin dihat danîn. Wan
malbatan zarokên xwe di dawa hevûdin de sinet dikirin.
Kirtîvantî ji hezkirinê pêk dihat û
çênedibû ku kirîv bi kirîva xwe re bizewice, li hev heram dibûn.
  Sinetkirin, bi aheng, şahî û xwarin derbas dibe.. Ew kêf û şahî li gor halxweşiya bavê kurê ku dihat sinetkirin bû.. Bavê kur xwarin çêdikir, dengbêj, mirtibên dahol û zirnê tanîn û kêf û şahiyê destpê dikir.. Yê ku dibû Kirîvê malê, xelat ji kirîvê xwe re tanîn..
   Sinetçî: Ew mirovên ku her pêlekê li ser kera xwe siwar ji Amûdê an Qamişlo dihatin gund an li ser dazwaza hina dihatin, vê paşiyê bi motoran dihatin. Çentak bi derman û alavên sinetkirinê di destê wan de bû. Bi pirrbûn ji Qamişlo dihatin. Zilamên gund ji hev re digotin: (Ev sinetçî Tiloyî ne, ji gundekî nêzîkî Sêrtê ne.. Destê wan sivike, sinetkirina wan yek û derbe..) Dema ku dihatin zarok ji ber wan direviyan..
  Piştî ku zarok sinet dikirin, her çend rojan ji bo dermankirina birîna wî zarokê sinetkirî dihatin, ta ku birîna wî rehet dibû.
  Gelek caran dema ku di nav zilaman de behsa hezkirin û dostaniya du malbatên bi hev re alîkar dihat kirin, hina ji wan zilaman digot; Yabo mane kirîvê hev yê xwînê ne.. Anku kirîvantî a xwînê ye..  Di wî heyamî de gotina (Kirîv) bi rengekî berfireh di civaka xelkên Beriya Mêrdînê de belav bû..
  Li gundê min, gelek malbatên ku bibûn kirîvê me hebûn. Bêtir ji pênc malên kirîvên me di gund de hebûn, zarokên xwe di dawa bavê min de sinet kiribûn. Di baweriya min de ev adeta kirîvantiyê ji berî Islamê ve ye. Nexasim ku kurdên me yên bi ola xwe Êzidî ne, ta roja îro bi rengekî oldarî bi kirîvantiyê ve girêdayî ne.. Belê min nasnekir çima kurdên Êzidî û Misilman ji hev re dibêjin (Kirîv)?!
  Belê vê paşiyê ev adeta sinetkirina bi kirîvantiyê hin bi hin qels û lawaz dibe, êdî nema wek berê ew kirîvantî maye. Roja îro pirraniya xelkê zarokên xwe li cem doktoran sinet dikin û bê kirîv.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…