Çi li Estane heye!

Can Kurd
Wekî me ji medya ya Erebî bihîstiye, hemî endamên ku nûneriya hembervaniya Sûrî bikin, gihane bajêrê Estane, li Kazaxistanê, û di pêşengiya wan de, Mohemmed Elluş, serokê Ceyşulîslam heye, li gel wan jî 10 kesên zagonnas cîh digirin, û ji aliyê deselata Esed ve, Beşar Elcee‘ferî, ku nûnerê Sûriya ye di UNO de, û hinek diplomat û zabitên leşkeriya Sûrî nûnertiyê dikin.
Ji Rûsiya, Türkiye, Iran jî berpirsên navbilind hene, û ji aliyê USA ve jî, wê balyozê wan li Kazaxistanê amade bibe, û bi ser ve jî, li wir, wê Stafan De Mistora, nûnertiya UNO bike û ew berpirse ji ber li hevhatina herdu nûneriyên Sûrîye di kongirê de.

Cara yekê, ku li paytextê welatekî dûr ji
bûyerên herêma Rojhilata Navîn ve, kongireyeke wilo giring di dûroka herêmê de tê
li darxistin. Berê ji bo Filistîn û Israîlê li
Swêd jî kongire wilo hatin li darxistin, lê niha gelek aliyên, ku bi hêzên xwe
yên leşkerî ketine nav gola xwînî ya Sûrî tên ba hev: Iran, Türkiye, Rûsiya,
Amerîka û Brîtaniya… Eve jî mijara guhartina sazmana Beşar Esed piçekî tev li
hev dike, û dîmenekî nêvneteweyî dide kêşeya Sûrî.

Di serî de, berî niha bi mehekê, hate gotin, ku li Estane wê tenha li
ser rawestandina cengê bite axiftin û biryarkirin. Pişt re, wê li Gênf (Li
Swîsra) rêveçûna ber bi aştiyê ve  pêş ve
biçe. Lê heta çi radeyê ev bizav wê bi ser keve, ev ne diyar e, ji ber ku
bombebarankirina gelek cîgehan li Sûriyê, ji aliyê Urisan, Iraniyan û ji aliyê
Hizbullah û hêzên Esed ve, heta niha, rojekê berî destpêkirina kongirê nehatiye
rawestandin. Di nav hembervaniya çekdar a Sûrî de jî pevçûnên rojane pêda
dibin, bi teybet di navbera Leşkerê Azad ê Sûrî û hevalbendên herdu hêzê têrorî:
DAISH û Bereya Vekirina Şamê, ku navê wê berê Cebhetul-Nusre bû. Hizbullah û
leşkerê Esed şerê xwe li ser navçeya geliyê Bereda tew rojekê jî sist nekirin.
Wan kaniya Elfîce, ku ya serekîn e bo avdana paytextê Sûriyê (Dîmeşq) wêran
kirin û niha rewşeke nebaş li wir heye.

Van hêriş ên tund û dijwar, zoreke mezin tînin ser kongireya Estane.
Eve jî li ser zimanên hembervanan, çi leşkerî û çi sîvîl herroj tê gotin û
riswakirin. Bo Rûsiya jî wekî jarbûn û kêmaniyekê tê jimartin.

Türk dibêjin ku Amerîka piştvaniya Kurd dike li bakurê Sûriyê dike, eve
jî divê li kongireya Estane bite zelalkirin û rawestandin. Iran tew naxwaze, ku
nûnerê USA amade bibe, Rûsiya dixwaze xwe wekî dewleteke aştîxwaz û kiryar di
warê aştiyê de bide diyarkirin, tevî ku bêtir ji 50.000 hêrişên asîmanî li ser
Sûriye kirin û piraniya wan hêrişan li ser Leşkerê Azad ê Sûrî bûn, ne li ser
DAISH û Nusre bûn. Lavrov
bi xwe got: Eger ne ji me ba, hembervaniya Esed di 2 hefteyan de dikete nav
Şamë. Iran û Hizbaullah jî wilo dibêjin. Niha evana hatîne bazarê bi
hembervaniya Sûrî re bikin.

Hembervaniya Sûrî dibêje ku Uris dixwazin xwe
wekî dewleteke bê alî bidin diyarkirin, hem Iran û Esed naxwazin kongire bi ser
keve. Di vê gotinê de tozek rastî heye, lê heta kijan radeyê Rûsiya dikane
Iranê binzor bike, bo rawestandina şer, eve hîn ne diyar e.

Ji Aliyekî dî ve, evana PYD ji xwe re wekî dost
didin xuyakirin, lê di bin zora Türkiye de PYD nehate vexwendin. Eve jî
lêdaneke mezin bû ji vê partiyê re, ku ku xwe xistibû bin basikên Iran û
deselata Esed, bê xilat ji dewatê derket. ENKS a me jî, ku wekî lawikekî jar di
nav Iîtîlafa hên serhildêrên Sûrî de dixuye û di nav nûneriya hembervaniyê de
diçe Estane, li wir wekî kewekî bê per tê dîtin, ji ber ku hemî aliyên ku li
wir amade dibin xudan hêzên leşkerî ne, tenha ENKS ne.

Ev şorbeya ku bi destê Urisan tê kelandin, bi
armanca diyarkirina xwe wekî Superhêzeke nêvneteweyî û aştîxwaz, binzor dibe,
ku hinek axazên Türkiye û Iran û Amerîka bi cîh bîne, eve jî bizava aştiyê li
Sûriyê bi şûn ve dixîne, û gava kongire bi ser nekeve, wê gumguma top û balafiran
demeke dirêjtir ji Sûriye bê, û wê Kurdên me jî li wir di navbera Qendîl û
Suleymanî û Erbîlê de pir caran herin û werin û hevdu gelek tawanbar bikin.

22/01/2017

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…