Her sê rojên Qamişlo yên çanda Kurdî bi dawî hatin

Her sê rojên çanda Kurdî li bajarê
Qamişlo ji layê şaxê Qamişlo ve yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya hatin
lidarxistin îro bi dawîbûn.
Di roja sêyemîn de ku ji helbestê re
hatibû terixandin bi rawestandina xuleyek bê deng li ser giyanê pakrewanan
destpêkir,û bi beşdariya van helbestvanan ronî da:
Helbestvan:
1-Şefîq Îsa
2-Ehmed Huseynî
3-Xalid Umer
4-Mihemed Pîjo
5- Mihemed Ebdê .
Piştî helbestvanan helbestên xwe ji cemawerê gewr e re xwendin derfet hate dayîn ji mamoste Zibêr Zyenal re ji bo xwendina çend çîvanokan.
Paş re bû derfeta hunerê ku hunermend 1- Ridwan Ken`no 2- Felat Kinco 3- Îmad Darî bi sitran û awazên xweş û delal navend  û şevbuhêrik geşkirin.
Di dawî de gotina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya ji layê cîgirê seroka yekîtiyê mamoste Luqman Yûsif ve hate xwendin û tê de sipasiya cemawer ,rewşenbîr, ragihandin û nivîskarên beşdarî vê çalakiyê bûn kir,û her weha sipasiyek tayebet ji bo navenda rojhilat ya P.D.K.Sê li ser derfeta wan ji vê çalakiyê re.
Y.N.K.S
15-1-2017  
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…