Rojên Qamişlo yên çandî berdewamin

Di diwemîn rojên Qamişlo yên çanda Kurdî de, îro li navenda
rojhilat ya P.D.K.Sê û bi çavdêriya şaxê Qamişlo yê Yekîtiya Nivîskarên
Kurdistana Sûrya platformek girêdayê rewşa çand û rewşenbîriya Kurdî bi xuleyk
 deng li ser giyanê
pakrewanên Kurd û Kurdistanê destpêkir.Di bin sernavê:‏
(Gotûbêjek Derbarê Rewşa
Çanda  Kurdî De)
Bi rêvebiriya
mamoste Mihemed Ebdê û Selman Xelîl,û amadebûna cemawerk gewr e ji kesayetiyên
guhdanê bi çanda kurdî dikin Gotûbêjek hat birêvebirin.
bi beşdariya evan
rewşenbîran:
1-Nayif Çibîro: (Lêkolîner)
2-Hisên Zêdo: (Nivîskar û Raghîner )
3-Amir Murad: (birêveberê Dezgihê Hêvî )
4- Ebas Mûsa: ( Nivîskar û sernivîsê Govara Sor mey)
Û naveroka bingihîn ya gotûbêjê  ev bûn:
1- Çand û Sîyaset: Nayif Çibîro
Têkilhevîya çand û sîyasetê.
Serdestîya sîyasetê li ser çandê.
Têkilîya hevtêkûzkirinê ya di navbera çand û sîyasetê de.
2-Zimanê Kurdî Wekî Zimanekî Çandê: Hisên Zêdo
Zimanê Kurdî û nasname.
Nirxandina rewşa zimanê Kurdî wekî zimanekî çandî.
3-Dezgehên Çandî: Amir Murad
Pêwîstîya hebûna van dezgehên çandî.
Rol û kartêkirina van dezgehên çandî.
Dîyaloga di navbera nivîskaran û dezgehên çandî de.
4-Rewşa Berhemdarîya Xwecihî:  Ebas Mûsa
Gelo tu berhemdarîyeke çandî ya xwecihî heye?
Gava wêje dibe ser celebên din ên nivîsînê.
5-Rewşa Xwendinê Li ba Kurdan:
( Pirsên hevbeş ji beşdarên got û bêjê re )
Gelo berhemên çandî têne xwendin?
Çanda bidestxistina pirtûkan.
Çapgerî û belavkirina pirtûkên xwecihî.
Hêjaye gotinê ku gelek dezgehên ragihandinê ev çalakî şopandin û bi saya wan naverok ji  cemawerê herêmê re hat veguhestin.
Y.N.K.S
14-1-2017   
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...