Ereb Horê
Dema tu
bêjî erê
Wê der bên
ji giyanê min,
nependî
Wê bivêvirin
Şan û hêz.
Gabar û
Zagirosê min…
Wê hembêz bikin,
Perîkên tavê
Dema tu
bêjî erê
ez ê bibim
aveke zelal,
di nav tiliyên
te yên şimayî re,
birijim û bibim
gomek av…
da li hawîr
biçezirin binefş û
lal da,
gulfiroş li
kêleka rêyan
bidin destê
evîndaran
Dema tu
bêjî erê
ez ê çemê Dicle
ji ber bi jêr
ber bi jor bikim û
ji nav rakim,
nişîv û gerînekan
Ez ê çemê Aras
derbas bikim
hezar carî û
di dilê xwe de
ava bikim, sed
Hewlêran.
Dema tu
bêjî erê
ez ê rondikên te
vexwim berî
ji kaniya..
çav bêne der,
Ez ê te balîsim,
da kelêbûna xwe
kêm bikim bi
şoriya xwêdana
te ya sala û
li berqranê
warê te
agir vêxim
Dema tu
bêjî erê
wê Ehmedê Xanî,
min û te bipejirîne
û navê Beko
ji Mem û Zîn
hilkişîne û
li ser malperan
helbestê evînê,
ji min û te re
bike diyarî.
Dema tu
bêjî erê
biqasî mûyê
pora te
ez û Krjalê,
simînarên helbesta
li darbixin.
Ez ê peykerê
Mukiryanî vedim
li panavê dilan û
bi şûrê
Eyobî careke din
vegerînim Qudsê.
Hema bêje
erê…
Min bavêje
teqla careke din,
da tu rastiya
Soz û peymanan
Bibînî.