Sirûda «Rêwîtî» Ya Helbestvan, Vejîna Kurdî: Nerînek Rexnesazî:

Xalis Misewer:
 
Ev navnîşana ha –
Rêwîtî- ku bi peyvekê bitenê hatiye bikaranîn di warê normal de rûbendê davê je
ser dêmenê wate û wêneyên sirûdê, lê di vir de mîna rexnevanê Ferensî( Roland
Barthes) dibêje: Navnîşan nîvê tikistêye. Peyva /rêwîtî/ tikistê bigiştî dide
xuyakirin, ango ev peyv hest û xem ûxeyal û sawêrên mirov bi hêlemêl di nav
ewrên çîrokeke bêdawî de tevradike, û  bîranînên kovan mîna ji bîreke kûr
û dûr û bê binî dewla tijî kul û hesrtên belawela bi axîn û nalîn dikşîne. Weha
helbestvana pinaberan di va rêzên li jêr de, bi awayekî pir bi bandor û
bêhnçikyayî dibêje:
 Gurzek hesret..
baxek hêviyên stewr..
rûpelên çîrokeke bêzar..  
destarê xeman
li bêdera sîngê min digerînin
tevlî ku helbestvan rêzên xwe bi navan destpêkiriye, ango ev tişt lebat û tevgera rêzan kêmdike, lê helbestvan bi rengekî pir dahênan wêneyên helbesta xwe yên manewî di rengê heyberî(madî) de bi zîrekbûneke helbestî bi laş û gewde dike mîna –  Gurzek hesret.. – hêviyên stewr.. – destarê xeman
ango wêneyên pinaber û rêwyên bê qiram û bê mijal û bê cih û war, mîna gewdeyên heyberî berbiçav dike, ev tişt dihêlin ku gilokên hêsran ji çavên xwênerên rêzan bêne xwarê,û vêre jî bûyerin civaka kurdî di vê dema bi   zehmetkêşiyeke bêkeys û fesal de bi helbesteke pir balkêş û xweş tîne ziman û diyardike, lê nizanim çima peyva – sîng ê ne sîng a hatiye bikaranîn?. 
Ne ev bitenê jî, lê helbestvan me bi wêneyên nûjen û pir bihest û wate, helwêsta rêwiyên xwe yên bêhêvî bi hevokên helbestsazî pir xweş û nûjen û bi wate û ritim diyardike mîna – baxek hêviyên stewr.. – du pitikan bidûv hevokê de rêzdike, ku karibe xwênerê xwe têxe gastîna bîranîn û fikir û ramanên kûr û bêbinî de.
Birastî xwênerê ku vê helbesta ha bixwîne wê kovanî li ser dêmenên riwê wê/wê peyda bibin, û wê bandora xwe pir li asîmanê derûna wê/wî rêz bike, û bi ahîn û nalîn têkeve nav mijankê deryayên bê dilsoz, melevanya mirina dest jihevbirîn û malikwêran bike. Dîsanê koçberên reben û şaşmayî di nav rûpelên çîrûka jiyaneke di navbera  saxî mirinê de, hêvyên xwe yên merisî û bê pargêl berdewam dikin, bi gavên penaberiyeke ji hevketî çîroka bêzaryê û tijî kul û xem dihûnin- rûpelên çîrokeke bêzar.. li bêdera sîngê min digerin. Li vir bi şêwaza kilîtkirinê û bi vê hevoka helbestî ya pir xweş û hestiyar kîta helbestî bi dawî dike.
Di hevokin helbestî yên din de jî, helbestvana me rewşa koçberên  belengaz bi wêneyên tiracîdîk bi wate û bi bandor weha dide xuyakirin û dibêje:
Rêwî me…. yan penaber im..
Gavek li pêş..
             yek li paş
çentê min
destên min de..
tenê nêrgizeke çelmisî..
mistek  ax..
û hin hêsirên çemê Efrînê
ev cînavkê/me/ nefeseke dirêj distîne û dengê giriyekî bi şewat derdixe, Birastî rêzên bixem û xeyal û peyvên pir bi kul û derdên pinaberan ku, berovajî sindoqa bandoran  ji çenteyên wan hêvî û omîd belawela dibin, tiracîdîk û felaketa bi serê van pinaberên bê mijal de hatiye, di van peyvan de hatine tomarkirin mîna – rêwî – çente – linkek li paş yek li pêş – rûndik – tenê nêrgizeke çelmisî..
bi giranî û hêlemêl kul û hesretên mirov tevradikin rûndikên dayik û bav û xuşkan bi ser hinarkên riwê wan de dibarînin, ango helwêsteke di rengê wêneyên tilvizyonî de mejyê xwênerê rêzên helbesta vejînê de têne û diçin. 
bi rondikên sînoran
hawara  çiya û newalan mişt e
birastî disanê dibêjim, ku ev rêzên helbesta nûjen xwedî asteke helbestî pir xweş û bi lezet û hestyare, ku helbestvanê karîbû hestên xwe û pinaberan û diyardeyên xuristê bi hostayî bihevve bihûne, û sawêr û  bûyerên civakî yên riyalîzm tevlihev bike ke, û wêneyên biwate biafirîne. 
Dibêjim jî, ku ev helbestên weha xwe digihînin asta helbesteke bilind û binirx, lê ku em ji rastiyê bidûrnekevin emê bêjin, yê ku ji welatê bav û kalan bireve dibin çi mehnêdebe bila bibe, û di navbera roj û êvarekê de ji bilî xwere welatê xwe ku şeref û namûsa  wîye, li ser tebekeke zêr ji neyaran re bihêle, wê demê mirov gelekî ji pinber re nabe alîgir, ji  ber ku li welêt şere heye, gereke em di berevanyê de biramin giyanê xwe canfîdayê welat bikin çi lêhebe bila hebe, û ji ber ku ew cihê pinaberên me jê bazdidin, ji hemû wîlayetên Sûrya û  Iraqê jî pinaber lê bicih dibin, gelo ev tê çi wateyê?. Dawî dibêjim helbestvana me gavin pêşketî ji alyê helbesteke nûjen û resen de avêtine, lê hê kesek negihaye dawya helbestê. 
:………………………………………………………….
RÊWÊTÎ

Vejîna Kurd
 
Gurzek hesret..
baxek hêviyên stewr..
rûpelên çîrokeke bêzar..  
destarê xeman
li bêdera sîngê min digerînin
kon û sîtava êşan
bi ser dawa demê ya qulqulî de berdidin.

 Di dilê min de
birîneke şeşsalî daxife
pişta sibehên ku        
helbestên talankirinê dihûnin
û hawaran
li pişta kêlîkan sîwar dikin
xûz dike.
 
Rêwî me…. yan penaber im..
Gavek li pêş..
             yek li paş
çentê min
bi rondikên sînoran
hawara  çiya û newalan mişt e
destên min de..
tenê nêrgizeke çelmisî..
mistek  ax..
û hin hêsirên çemê Efrînê .   
 
Li pêlên jînê siwar im,
di deryaya  penaberiyê de
melevaneke hestfiroş im
û bi tîpên jibîrkirinê
avdasa man û nemanê dikim.
 
Belê.. penaber im!!
Di tenûra  hestên min de
pizotên bêriyê
û sewda xaka ku
di xwînê de digevize
    pife terafa vînê dikin.
Di xewnên min de
zincîra bîranînine biskqusandî
û giriyê dayika min dema xatirxwestinê
giyanê min
    di xaliya jînê de noq dikin.
 
Çi bêjim?!!
Ҫîrok dirêj e.
kolanên ku.. 
    kulamên bêdengiyê distirînin    
gund û bajarên ku..
   li ber kîna bomban hildiweşin 
zarokên ku..
   li termên dê û bavê xwe digerin?!!!    
Ҫîrok dirêj e.
lê ne bêdawî ye.
 
 
Vejîna Kurd
 
11.08.2016
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...