GER WELAT

Mistefa PÛNG
 
Ger welat be, çi mijar
Can feda be, hezar car
Mirin nake me û wan
Pêşmerge ne, em dijwar
Serî rake tu bimeş

Dijmin dake marê reş

Ev xak yar e, xweşar e

Dê û mak e, yek bêbeş

 

Li wan xewnan ev bar e

Îro karwan li kar e

Nesekine ma kî ne

Em ev zeman ev çare

 

Dil bi tîn e hemî Kurd

Pêşmerge ne tev nemird

Xaka pîroz kir(i)ne doz

Em bi cî ne û warkurd

 

Warê şêran bi vê doz

Bi hezaran dane soz

Çûn sîh-şêstî serdestî 

Mîna mêran no bî moz

 

Bimir bimir nerastî

Bibirr bivir dijdestî

Mir(i)na azad bo hestî

Rind û xweştir j-bindestî

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...