Qijik

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Tewrêz 1373
 
Xwazila ez qijik bûma
Bê mal û bê dirik bûma
Qijika ser daran bûma
Li ser serê sûran bûma
Peyda kira hevala xwe
Pirda bi tev delala xwe!
 Bila nebûya deynê min
Bila nebûya ola min
Deynê min çî ye? Nizanî!
Ola min çî ye? Nizanî!
Deynê min yê şivantiyê
Ola min ya bendetiyê
Şivantî bikim bendê ra
Bendetî bikim xwedê ra.
 
Xwazila ez qijik bûma
Bê mal û bê dirik bûma
Qijika ser daran bûma
Li ser serê sûran bûma
Peyda kira hevala xwe
Pirda bi tev delala xwe!
 
Durûtî qet tinebûya
Dizîtî qet tinebûya
Mal esmanê heftan bûya
Ol ola firiştan bûya
Cînarê pîs tinebûya
Ruviyê pîs tinebûya
Per vekira li esmana
Xelas bûma destê wana.
 
Xwazila ez qijik bûma
Bê mal û bê dirik bûma
Qijika ser daran bûma
Li ser serê sûran bûma
Peyda kira hevala xwe
Pirda bi tev delala xwe!
 
Bila tinebûya hizir
Bila tinebûya fikir
Bê fikr û bê xiyal bûma
Bê hiş û bê kemal bûma
Bila guhê min ker bûya
Bila çavê min kor bûya
Min nebihîsta dengê zor!
Min nebidîta xwîna sor!
 
Xwazila ez qijik bûma
Bê mal û bê dirik bûma
Qijika ser daran bûma
Li ser serê sûran bûma
Peyda kira hevala xwe
Pirda bi tev delala xwe!
 
Rûvînin me bûne serek
Şêrên bê rû bûne virek
Şevên dizan dirêj bûne
Kalên me bê nimêj bûne
Rojên rastan winda bûne
Hîvên başan şûnda bûne
Qewlê mêrê berê tine
Xêr û bêra berê tine.
 
Senar êdî bes e bêje!
Te şev ret kir êdî roj e!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…