Kambax a Beyabanan

Nizar Yosif
Ji berebûtî ya Beyabanan
Jiyana bê perde
Harbûna çivê
Ji bû ranên mêyan  
Ji heyamên parî diz ve
Hûn kunên geniyê ne     
Nexşên kirêt
Di şûnên xwe de mor dikin    
Tersirûşt bizdiyan
Ji kûtiya Eyarê we
Pîsîxane kunan ji ber digirin
Çalên lewat ê kûr bûn
Goristan ji kevilên xwe reviyan
Zimanê we gerdûn vajî kir
Pîroziyan dihêlin tazî
Îlah bi çavên nermîn   
Dilkeder maye birçî
Konên lekeyan
Pozên quloz
Bi Stûnên Şûran bilind bîn
Çrayên me vemirandin
Di çirisin dilopên dawî
Avahî li ser xwe giriyan
Pirtûk ji Refikan revîn.
05.10.16 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...