Komela Rewşen Bedirxan

Desteya Sernivîser 
 
  
Piştî bayê azadiyê hêdî hêdî serdana welat û miletê me kir, wisa jî di
hemû warên civaka kurdî de pir komele, rêxistin û saziyên sivîl hatin
damazrandin, yek ji wan, komela Rewşen Bedirxan e, ew yekemîn komela jinên kurd
ku li Efrînê ji dayik bûye ye, li
7.4.2012an  kongira wê ya damazrandinê ya
yekemîn li dar ket, tê de jinên 
Cindirêsê, Meydankê û Efrînê beşdar bûn, pişt re wan dest bi kar û
xebata xwe ya civakî û çandî kirin, û hejmareke mezin ji jinên herêmê li dor
wan civiyan.
  Komele, ji  bo  rakirina  zordarî  û  bêdengiya  dîrokî  ji ser  pişta  jina  Kurd û  terxandina  bingeha  wekheviyê,  di  navbera  jin  û  mêr de dixebite,  û herweha ji bo teqezkirina rola jinê di civaka kurdî de û pesendkirin û bihêzkirina baweriya wê bi xwe, daku jin, di hemû aliyên  jiyana aborî,  rêzanî, civakî  û  çandî de, bibe  pêşkdara  mêr, ji aliyekî din ve ew armanc dike ku guhdan bi çanda Kurdî  û zimanê Kurdî  bêtir were kirin.
 Hêjayî gotinê ye ku tevlî ku pir alozî û pirsgirêk li pêş komelê derketin û hîn jî derdikevin holê, lê di dirêjahiya pênc salan de, bê ku tu aliyên siyasî û ji bilî siyasî jî piştevanî û alîkariya wê bikin, wê  kanîbû roleke giring û berçav di civakê de bilîsta û kesayetiya xwe ya serbixwe biparasta.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Molla Nasan

Ey çîyayê rewşa mala Kurdan!
Ey hêviya biharê bi mafê jiyan
Ey cejna nowrozê bi şahî û zanyarî
Ey strana netewî bi agirê şoreșgerî

Em di lêgerîna aştî û dilsoziyê de hatin rêyê rewşenbûn.
Û li bexçe çanda malbatê ,me canê xwe da serxwebûn
Û bi ava pir zelal û hişyarî ,me…

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…