Ezbenî! Va Payîz Hat

Konê Reş
Ezbenî! Va payîz hat û darên wê têne hejandin..
Ew payebûna derewîn ji wan re nema.. û şev bi dûv şevê de rêz dibin.
Ezbenî! Dergehên me ji xewnên nû û hevalên nû re
vekirî ne.. Lê qet em riçin, geha û zexeliya ku di devê deriyê me de, di nav
gul û kulîlkên me de şîn tên, jibîr nakin..
Gul û kulîlk, ji kêrên birrînê direvin..! Lê ku kêr mîna kêrên gelac û Bekoyan bin, pêwiste em bi wan re bikenin..! Ji ber ku zerera wan nîne, rojên wan kurt in û dahola wan vala ye.. Ew mîna gehayê ser bêndera ne, tu carî nikarin bibin mîna darên di hewşa min de.. Tevî wilo jî, pêwîste em bi wan re bi gurnijin û bikenin, li wan guhdarî bikin û baweriya wan bînin ku ew rastin..! 
Belê ezbenî bilive pêş! Li paş nezîvire.. Jiyan bê rawestandine û her dem dar şipya ne û şipya dimir in..
Ezbenî! Va payîz bi lez û bez êrîş dike, kirasê daran ji wan dike û rastiya wan şanî me dide.. Dibe sibe an dusibe baran bibare, serpêhatî bibin dengvedan û tevlî xuşxuşa ava çemên ku berê wan li deryayê bibin. Hingê tê ji riçin û gehayê di hewşa xwe de bibehite, bê çawa bûye xwelî û di nav lingên te de kom bûye.
Ezbenî! Razana rastiyê di quncikên tarî de dirêj nake. Lehî û şapa ku ji çiya tê xwarê, zû bi zû razanê ji xew şiyar dike..! Çax û demê xwe bi gelac û Bekoyan re derbas meke, pişta xwe bide wan û were em bi hev re bahozekê bi afirînin.. Erê bahozekê û bi hêviya ku yekîtî di asmanê welatê me de şiyar dibe..
 
Konê Reş, Qamişlo, 28.10.2016
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…