Zanyar Mîr Celadet Alî Bedir Xan, Danerê Elifbêya Kurdî-Latînî

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
 
Birastî hinek kes di vê cîhanê de henin ku, serkaniya bereket û şanaziyê ne. Ev bereket û şanazî ne tenê ya neteweyekî û welatekî ye; belkî ya timê cîhanê û mirovatiyê ye. Herusa mirina wan kesan jî ziyaneka mezin e, ne tenê bona neteweyekî û welatekî; belkî timê cîhanê ziyanê jê dibînin.
Malbata hêja û birûmet a Bedirxaniyan weke çavkaniyeka welatparêz, rewşenbîr û siyasetmedar, yek ji wan malbatên serfiraz û xwedanbandor li Kurdistan û cîhanê ye. Bandor û hîkariya vê malbata qedirbilind di warê dîrok, çand, ziman, wêje, rewşenbîrî, welatperwerî û doza gelê kurd de, pir zêde û gelekî girîng e. Camêrên vê malbata birûmet gelek berhem û çelengiyên kurdan nîşanî cîhanê dane.
Yek ji wan rêber û pêşengan zanyar Mîr Celadet Alî Bedir Xan,[1] kurê siyasetmedar û rewşenbîrê navdar Emîn Alî û neviyê mîrê mezin ê Cizîra Botan (Mîr Bedir Xan Beg)’ê xwediyê tac û textê Birca Belek e. Navê dayîka Mîr Celadet jî ku ji gelê Çergezan bû, Senîha xanim e.
Emîn Alî Bedir Xan mirovekî şareza û dewlemend bû. Wî zatê mezin dengbêj, dastanbêj û helbestvanên kurdan li Kurdistanê vedixwande Sitenbolê mala xwe; bona perwerdeya zarokan bi çand, ziman û rê-rismên kurdewariyê. Wî herusa mamosteyên zimanên biyaniyan weke yunanî, firensî, îngilîsî û rûsî bi xizmet digirt û zarokên xwe hînî wan zimanan dikir.
Mîr Celadet Alî Bedir Xan di roja 26’ê Nîsana sala 1893’yê zayînê di sirgûn û dûrewariyê de, li bajarê Sitembolê ji dayîk bûye û di roja 15’ê Tîrmeha sala 1951’an de, Bîra Qederê li gundê Hêcana Şamê wî ber bi dilovaniya xwedê ve dikişîne.
Mîr Celadet Alî Bedir Xan di sala 1935’an de ku dûrewarî Şamê bûbû, bi Rewşen xanimê re dizewice. Rewşen xanim keça apê wî, Mihemed Salih Bedir Xan e. Du zarokên wan çêdibin. Navê yê kurîn Cemşîd e ku, dibe pizîşk û jiyana xwe li Elmanya derbas dike û sala 1999’an de diçe ber dilovaniya xwedê. Navê ya keçîn jî, Sînem Xan e. Angorî agahiyên me, Sînem Xan jî herwekî dayîka xwe ya gorbihişt Rewşen Bedir Xanê, mamosteyeka hêja, ronakbîr, zimanparêz û welatperwer û layîqî nav û dengê giran ê bav û kalên xwe ye. Sînem- Xan weke diyariya malbata Bedirxaniyan û hevjîna nivîskarê hêja, gorbihişt Selah Sedulah niha li  Kurdistana Başûr li bajarê Hewlêrê dijî. Navbirî ji bilî zimanê kurdî, zimanên îngilîsî, firansî, elmanî, erebî û tirkî jî dizane. Ez ji xwedayê mezin dixwazim ku, temenekî dirêj û bi bereket bide wê dayîka zana û dilovan.
Mîr Celadet Alî Bedir Xan zanyar, ziman-nas, torîvan, rojnamevan, siyasetmedar, helbestvan û danerê elifbêya kurdî ya latînî ye. Wî zatê mezin di jiyana xwe de gelek kar-xebatên çandî, wêjeyî, rewşenbîrî, neteweperwerî û welatparêzî kiriye; weke:
– Gera wî ya Kurdistanê digel Dr. Kamiran Bedir Xan, Ekrem Cemîl Paşa, Fayîq Tewfîq û Major Noêlê îngilîsî bona naskirina daxwazên gelê kurd; berî morkirina pêymana Sêvrê di navbera hevalbendan û dewleta Osmanî de;
– Alîkariya şorêşa Şêx Seîdê Pîran, sala 1925’an de;
– Xebata li ser damezirandina komela Xuybûnê, sala 1927’an de li Lobnanê;
– Tevbûna şorêşa Agiriyê;
– Vekirina dibistanek bi navê Kurdistan di sala 1930’an de li Şamê;
– Damezirandina komela bi navê “Civata alîkariyê ji bona kurdên belengaz ên Cizîrê” sala 1931’ê li Şamê;
– Damezirandina elifbêya kurdî bi tîpên latînî;
– Derxistina kovarên Hawar (57 hejmar) û Ronahî (28 hejmar);
– Berhem û afirandinên weke:
1- Rêzimana Elfabêya Kurdî, Şam 1932;
2- Rûpelnine Elfabê, Şam 1933;
3- Bîyîsa Pêxember, Şam 1933;
4- Nimêjên Êzidiyan, Şam 1933;
5- Nameyek Ji Mistefa Kemal Paşa Re, Şam 1934;
6- Ji Dordozên Kurdistanê, Misir 1943;
7- Giramêra Kurdî, Şam 1943;
8- Giramêra Kurdî Bi Firensî, Parîs 1970;
9- Sebebên Hilweşana Edirne, Sitenbol, 1329;
10- Ferhenga Kurdî Bi Hemû Zaraveyên Navxwe;
11- Ferhenga Kurdî-Firensî;
12- Xwe Binas, destnivîs;
13- Kitêba Sînem Xanê, destnivîs;
14- Hevind, şano ye;
15- Dîwanek helbest, çap nebûyî.
Mîr Celadet Alî Bedir Xan tevî malbata xwe, pêrgî gelek niheqî û dijwariyan hatine. Dema ku Kemalîstan di sala 1922’an de Sitenbol xistin destê xwe û fermana kuştin û dûrewarkirina welatparêzan dan, navê Mîr Celadet û bavê wî, Emîn Alî û her çar birayên wî (Kamiran, Sefder, Tewfîq û Sureya û Heqiyê kurê Sureya) jî di nav wê fermanê de bûn. Yek ji sedemên rev-bez û deroderobûna wan li cîhanê ew fermana reş û qirêc bû.
Mîr Celadet Alî Bedir Xan du şaxeyan de, xwendina bilind xwendibû. Yek waneya eskeriyê di zankoya eskeriyê li Tirkiyê ku, gihîştibû pileya zabitiyê û ya din jî xwendina waneya mafzaniyê (hiquqê) li Elmanyayê. Her usa ew li gelek bajar û dewletan geryabû û bi wê sedemê gelekî zana, têgihîştî û bi ezmûn bûbû. Him jî wî ji bilî ziman û zaravayên kurdî, gelek zimanên biyanî jî dizanibû. Yên weke: Îngilîsî, firensî, elmanî, yûnanî, rûsî, tirkî, farsî û erebî. Ev hinde ziman bibûne çavkaniya zanist û rewşenbîriya wî.
Di milekî din de jî dema ku Mîr Celadet Alî Bedir Xan bala xwe dayê ku, di riya ramyarî de negihîşt armancên xwe yên neteweyî; biryareka dîrokî û di ciyê xwe de girt û vegerya ser xebata çand, wêje û zimanê kurdî.
Wî bi evîndarî, gorîkarî, şarezayî û hişmendî ew karê mezin (xebata li ser zimên) girtibû ser milê xwe. Bi gotineka din zanyarê mezin bi merem, dûrbînî, hûrbînî, zanebûn û bi qafekî tijî zanist û cerbe dest avîtibû çêkirina elifbê û rêzimana kurdî.
Bi palpiştiya sedemên jorgotî Mîr Celadet Alî Bedir Xan elifbêyeka gelekî pêşketî, sergihayî, serbixwe, bi rêkûpêk û di warê hejmara tîpan de ne kêm ne jî zêde çê kiriye û pêşkêşî zimanê kurdî kiriye. Ev elifbê ji 31 tîpên zêrîn pêkhatiye û bi du şêweyê gir û hûr tê nivîsîn.
Bi baweriya me Mîr Celadet Alî Bedir Xan baş dizanibû ku, tîpên latîn baştir ji yên erebî kêrî sewt û denganiya zimanê kurdî tên. Wî zanyarê hêja rind dizanibû ku, zimanê kurdî ji rîşe û malbata zimanê “hind û ewrûpî” ye; divê elifbêya wî jî li ser xîmê elifbêya latîn bê sazkirin. Ew baş agahdar bû ku, rêza (xet) latînî gelekî lihevhatî û kêmarîşe ye.
Kêm kirin yan jî zêde kirina hinek xêz û niçik li ser yan binê tîpan û zêde kirin yan kêm kirina tîpan li elifbêya wî, nasipasiyeka mezin e; him ji elifbê û zimanê kurdî re, him jî wî zatê mezin re. Sêzdeh salan (1919-1932) wî zatê dilovan li ser elifbê û zimanê kurdî û hemberkirin bi heft-heyşt elifbê û rêzimanên zindî yên cîhanê karekî zanistî kiriye. Wî bi şêweyekî pir zanistî  û bi rêkûpêk elifbêyeka sext û hêsan, serbixwe û xwemalî çêkiriye. Sext e, çûnkî kesî weke wî elifbê di 31 tîpên bedew, resen û kêrhatî de çê nekiriye. Hêsan e, ji ber ku bê arîşe ye û hînbûna wê pir rihet e.
Mîr Celadet Alî Bedir Xan bi saya wê elifbêya hevdem û serbixwe li bajarê Şamê dest bi weşandina kovara Hawarê kir. (Hejmara yekê 15’ê Gulana 1932 û ya dawî, yanî hejmara 57’an 15’ê Tebaxa 1943) Û gelê kurd vexwande ser xwandin û nivîsînê û bang kir: “Hawar, dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. Hawara me berê her tiştî, heyîna zimanê me, dê bide naskirin. Lewma ku ziman şerta heyînê ya pêşîn e…”[2] Her wekî rêzdar Dr. Zerdeşt Haco[3] jî amaje kiriye; Mîr Celadet Alî Bedir Xan di hejmara 20’an a Hawarê de li ser yekemîn salroja derketina wê, wiha dinivîse: “Govara Hawar bingehê zimanê me daniye. Divê em zanibin ku, ziman hîmek ji hîmên hebûna me ye. Bê ziman em nikarin bi gelên din re, weke gelekî azad ê ku bi serbilindayiyê hatiye naskirin, bijîn. Jiber ku hemû gelên dinyayê jî li ser zimanê xwe wisa difikirin. Ew gelê bindest, yê ku zimanê xwe ji bîr nekiriye, weke yekî ku di girtîgehê de girtî be; lê mifta deriyê girtîgehê di destê wî de be; roja ew bixwaze, dikare derkeve. Belê ew gelê ku zimanê xwe ji bîr bike, weke yekî ku di girtîgehê de girtî be; lê mifta hebsa wî di destê dijminê wî de be, dijmin deriyê girtîgehê lê naveke. Vêca heçî em kurd in, hê mifta me di dest me de ye.”
Bi baweriya me ew mifta (kilît) jî elifbêya zanyar Mîr Celadet Alî Bedir Xan bi xwe ye. Divê em bi wê elifbêyê li ser bingeha rêzimana wî û ya ziman-nasê  navdar Reşîdê Kurd û bi sûdwergirtin ji berhemên ziman-nasên hêja, mîna: Prof. Qanatê Kurdo, Sadiq Behaedînê Amêdî, Cigerxwîn, Feqî Huseyn Saginç, Tewfîq Wehebî, Dr. Nesrîn Fexrî, Nûrî Elî Emîn, Deham Ebdulfetah, Samî Tan, Bavê Nazê, Mûrad Ciwan, Kemal Badilî, Rojen Barnas, Reşo Zîlan, Bêhrûz Şocayî, Zana Farqînî, Arif Zêrevan, Ebdulsetar Fetah Hesen û hwd. rêziman û rastnivîsa xwe nû û sergihayî bikin û pêşta bibin.
Belê, elifbêya sivik û hêsan rêzimanê jî sivik û hêsan dike. Usa jî rêzimana sivik û hêsan, rênivîs û rastnivîsê rihet û herikbar dike. Ev her sê dibin sedem ku, ragehandin, perwerde û pêywenda zimên hêsantir û rihetir bibe.
Berî Mîr Celadet Alî Bedir Xan, – apê wî yê şareza – nemir Dr. Mîr Miqdad Medhet Bedir Xan[4]jî        pêngaveka girîng û dîrokî li bajarê Qahirê avîtibû û di roja 22’ê Nîsana sala 1898’an de, ewilîn rojnameya kurdî bi navê “Kurdistan” weşandibû û gelê kurd vexwandibû ser ronakbîriya kurdî, xwenasîn û zanistê; lê ew rojname bi tîpên erebî bû.
Dû weşana Hawarê re, Mîr Celadet Alî Bedir Xan di 1’ê Nîsana sala 1942’an de, kovara Ronahî weşand û 28 hejmarên wê ku, heta sala 1945’an domkirin, – ya rastî meriv bibêje – ronahî dane esmanê ziman û çanda kurdî. Defa rojnameya Kurdistan û zurneya Hawar û Ronahiyê, giyanekî nû dan tevgera ziman, çand û rewşenbîriya kurdî.
Xwendevanên birûmet!
Meriv bixwaze salix û pesnên malbata binav û deng a Bedirxaniyan xasme salixê bavê elifbêya kurdî-latînî zanyar Mîr Celadet Alî Bedir Xan bide, pêdivî bi nivîsîna prtûkeka pir sitûr heye. Lê ez bi kurtî dibêjim, Mîr Celadet Alî Bedir Xan şahsiwarê hêja û zana, hûrbîn û dûrbîn ê ziman û çanda kilasîk û zargotina kurdî ye. Herwekî gel dibêje: “Tu çi bibêjî, li bejna siwarê min tê.”
Bi piştgermiya sedemên jorgotî ez bi hutul dibêjim, destkarîkirina elifbêya zanyar Mîr Celadet Alî Bedir Xan ne pêwîst e; ne jî cayîz e. Pêşiyên me baş gotine: “Serê ku neêşe, hewcî destmalgirêdanê nîne.”
 
[1]-Binhêre: a)Bîngol, Abdulkadir; Kulîlkên Baxê Botan, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2008 b)Konê Reş; Mîr Celadet Alî Bedir Xan, Malpera kurdnas.com. c)Haco, Dr. Zerdeşt; Mîr Celadet Alî Bedir Xan, Jiyan û Ramanên wî, Malpera demanu.com.tr Ç)Ebdulezîz Mizûrî, Azad; Celadet Bedir Xan û Şêir, Duhok, Spîrêz, 2006
[2]– Binhêre: Konê Reş; Qêrîn û Hawara Mîr Bedir Xan, Malpera pen-kurd.org
[3]– Binhêre: Haco, Dr. Zerdeşt; Mîr Celadet Bedir Xan, Jiyan û Ramanên Wî, Malpera demanu.com.tr
[4]-Binhêre: Kurdî, Azad; 111-mîn Salvegera Rojnamegeriya Kurdî, Malpera kurdistanpress.org

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…