Roja ken ya cîhanî

Narîn Omer
Kenê çavan,  kenê lêvan
          nerînên dil dikin mêvan
Pevokên xweş bi wan geş tên
         demarên wate bûn rêvan
Ne poşmanim ji vê işqê
       bi min xweş tê kenê lêvan
Hinarkên can dixemlînin
           diçînin kakila
sêvan
Bikene.. Bi beşişe.. Bi girnije.. 
Belê,  ev roj roja cîhanî ya ken û beşişindinê ye! 
Ka emê çawa bikinin û
me rengê ken ji bîrkiriye ji mêj ve!?
Me ji ber vê xwestekê xwîn rijand,  
Em li pêlê koçberiyê siwarbûn
Em li himer mirinê serast bûn
em carcarna zora mirinê dikin û mirin carna zora me dibê
Ka çawa emê bikenin!?
Lê divê em bikenin,  bi girnjin,  jiyanê nûjen bikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…