ASÎMANA DILÊ MESÛM

Xizan
Şîlan
 
hechecokan
diyarê xwe
terikandin
beytikan
li ber
qefesa dayikên xwe
hezkirin ji bîr kirin
kevokan ji hêlîna dil
fîrar kirin
bazên çiyayên berz
di asoya rengîn de asê bûne
refê qulingan
di kemîna çavsoran de
ketin xwarê
çûkên baskşikestî
di kavilên hinavên min re
derbas dibin
pinpinîkên hewşa giyan
di semahgirtina xwe de
sermest bûn
kewan
sewta qebqeba xwe ya xweşik
winda kirin
bilbilan
di axîn û fîxana xwe de
têlên gewriya xwe qetandin
kundan
li nav îskeîska demên reşbîn
reş girêdan
barana biharên bêkes
berovajkî diherikê 
dengê xumxuma çeman
hat birîn
ez
bûm xwarina çeqel û guran
ey ferişteyên gunehkar
li nav êşa parsûyên min
sifreya miriyên dilşad raxin
û birîna salên wêran
bi hîqehîqa kenê xoşewîstê
bipêçin
 
 
                  Xizan Şîlan
                  2012-03-13
                  Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...