Ji dîroka kurdî.. Kesayetî û helwest.. Xelek 10.. Kuştina rêvebirê Kurd.. Ebû mislim El-Xurasanî

Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Nakokiyên
Xelîfeyê Ebbasî El-Mensûr û Ebû Mislim:
Dema xîlafeta Ebû El-Ebbas Esseffah ҫar salan dom kir (132 – 136 k / 750 – 754 z), û piştî mirina wî, birayê wî Ebdulla Ebû Cefer El-Mensûr
şûna girt. Piraniya dîronivîsan karînên wî yên şervaniyê pesinandin, û
neyêniyên wî veşartin, tenê dîrokzan El-Meqdîsî bervacî wan ҫû, û nivisand ku
ew:

Mirovekî gewez (qehwerengî), bejinzirav û dirêj bû,rû û durv û dîmenê wî kirêt bûn, ji hemî kesan ҫekûztir, û hezkirîtirê diravan bû, xwîrêjtir bû, xapînokê sozan û peymanan bû, dilovaniya wî kêm bû, pir geriya û destê xwe li ber xelkê vegirt, hedîsên pêximber nivisandin, û di mizgeftan de gotin û hewal dan, şarezayê neqenciyê û karên qerêj bû,…mirovekî kêm û bê nirx û şerkar bû, û nedihat hezkirin…gelek mal û mewal civand, kesekî beriya wî ewqas necivandibû[1].
Ji dema ku Ebû Misilim tev li tevgera (Al El-Beyt) bûye de, têkiliya wî û El-Mensûr ne baş bû, û her wusa jî ma. Gelek nîşan hene, didin xuyan, ku Ebû Mislim hej wî nedikir, û bi ҫavêkî biҫûk lê dimeyzand, û weha diҫû, ku ew ne layiqe ne bibe Îmam û ne jî Xelîfe, û her diҫû, pergala nehezkirinê di navbera wan de giran û kûr dibû, ta radeya, ku wî ji tirsa ku Ebû Misilm destan bide ser dewletê, carekê birayê xwe yê Xelîfe; Esseffah ber bi kuştina Ebû Mislim de têveda, û gote wî: „Eger tu Ebû Mislim sax bihêlî, tu ne Xelîfeyî. Gotê: Ҫawa? Wî got: Tenê ҫi dixwaze, wî dike. Esseffah gote wî: Bê deng bimîn, û eşkere neke[2]. Ev yeka dide xuyan, ku herdu bira ji Ebû Mislim ditirsiyan, lê hewcedarên karmendiya wî bûn.
Dema El-Mensûr bû Xelîfe, tirsa wî ji mamê xwe Ebdulla Bin Elî hebû, ku li hember wî rabe, ji ber ku ew li hêla rojhilatê dewletê  rêvebirê artêşê bû. El-Mensûr vê lomê Ebû Mislim sax hêşt, da wî biparêze. Piştî kurtedemekê Ebdulla li ber wî rabû, hema Ebû Mislim, di cengekê de, li nêzî Nisêbînê, sala (137 k / 755 z) ew dîl girt, û bir ji Xelîfe El-Mensûr re[3].
Pilana kuştina Ebû Mislim:
Di pey şikestina Soreşa Ebdulla Bin Elî re, El-Mesûr biryar girt, ku Ebû Mislim bikuje. Pêşî ew dixeyidand, û tawanbar kir, ku mal û mewalê, ku piştî bazdana Ebdulla Bin Elî, bi dest xistiye, neşandî ji wî re. El-Mensûr xwast Ebû Mislim ji Xurasanê; navenda rêvbirî û mêldarên wî bi dûr de bike, vê lomê ew kir waliyê Şamê û Misirê, lê Ebû Mislim pê hay bibû, ku Ebbasiyan karînên wî ji xwe re bi kar hanîn, û ji bo wê yekê pir poşman bû, û wîlayeta Şamê û Misirê nepejirand, û digel artêşa xwe berê xwe da  ber bi Xurasanê; şûna rêvberiya xwe[4].
El-Mesûr pê hay bû, ku eger Ebû Mislim bigihêne Xurasanê, dê pê nikanibe, vê lomê dest avêt du hîlbaziyan: Ji hêlekê de pêwendî pê re qutnekir, û di ber dilê wî re diҫû û dihat, û ferman da hemî mîrên Ebbasiyan, û rêvebirên mezin, da her tim li gel Ebû Mislim têkildar bin, û berê wî ber bi serdana Xelîfeyî de bidin, û jê re dupat bikin, ku Xelîfe jê hez dike, û naxwaze wî bêşîne. Û hêla din de dest pê kir, ku derdora Ebû Mislim bi valahiya polîtîkî dorpêҫ bike, û nameyên nehênî ji serleşker û dostên wî re, yên li Xurasanê ne,şandin, da wan bi hêla xwe ve bîne, û cîgirê Ebû Mislim bi ser xwe ve hanî, û soz da wî, ku dê li şûna Ebû Mislim bibe mîrê Xurasanê.
El-Mensûr, di pey re,  nameyeke gef û guran şand ji Ebû Mislim re, kesê ku name pê re şandî, kesekî xurasanî, dostê Ebû Mislim bû, navê wî Ebû Hemîd bû, El-Mensûr gote wî, ku pêşî li gel Ebû Mislim hêdî têkeve têkiliyê, û jê bixwaze, ku li hember Xelîfeyî ranebe, eger nepejirand, dê nameya gef û guran bidî yê. Ebû Hemîd jî wusa kir, û gava Ebû Mislim nameya gef û guran dixwand, nameya cîgirê wî li Xurasanê jî gîha wî, dibêje: „Em li ber xelîfeyên Xweda û xwediyên mala pêximberiyê ranabin, tu jî ji şewra îmamê xwe dernekev“, pê re jî Ebû Mislim bêtir xemgîn bû, û zanî ku cîgirê wî xinizî pê kir, û eger here Xurasanê, cîgirê wî dê li hemberê rabe[5].
Wê hîngê Ebû Mislim li bajarê Hilwan (başûrê Kurdistanê) bû, û ji cihê xwe yê li Xurasanê ve dûr bû, ji neҫare vegerî El-Medayên li Îraqê, da biҫe ba xelîfeyî, sê hezar leşkerên xwe jî pê re bûn. Xelîfe sozên parastinê danê, û ferma da mîran û rêvebirên mezin, ku baş pêşwaziya wî bikim, wan jî jê re dupat kirin, ku Xelîfe bi dilgermî bendewarê wî ye. Ebû Mislim gîha El-Medayên, seredana El-Mensûr kir, û wî jî jê xwast, ku here cihê rûniştin û bêhnvedanê. Ebû Mislim, di pey re diҫû serdana El-Mesûr, ê ku her carê baştir pêşwaziya wî dikir[6].
Berî serdana dawî, El-Mensûr ferman da serokê hêza parastina xwe, da ҫar neferên hêzdar di paş perdê de veşêre, eger wî li ҫepikan da, dê ji paş perdê derkevin, û Ebû Mislim bikujin. El-Mensûr ev pilan durist kir û rûnişt, û Ebû Mislim wek her car derbas ba wî bû, silav da, û wî jî silav lê veda, û destûr dayê, ku rûne û pê re ket axaftinê, û paşê xwast ku şûrê xwe bidiyê, da lê bimeyzîne, Ebû mislim şûrê xwe dayê, piştî ku Ebû Mislim bê ҫek ma, El-Mensûn Gotinên giran pê re gotin, û helwestên wî yên dijminane jimartin. Ebû Mislim gotê: „Piştî kar û xebata min, û her tiştê pê rabûme, ev gotinan ji min re nayêne gotin. El-Mensûr gote wî: Ey kurê orispiya, te her tişt bi xêra me kir, eger koleyeke reş li şûna te ba, dê karê te kirî, bikira“, û lomeyên giran jê kirin.
Ebû Mislim hewlda, ku xwe rizgar bike, li ber El-Mensûr geriya, destên wî ramûsan û lêborîn xwast, lê bê ҫare bû, El-Mensûr gotê: „Bila xweda min bikuje, eger te nekujim. Û paşê li ҫepikan da, neferên veşartî derketin, û bi şûrên xwe lê dan, û El-Mesûr digot: lêdin! Xweda destên wê bibire! Bi lêdana pêşî re Ebû Mislim got: Mîrê mûimînîn (bawermendan) min ji dijminê xwe bihêle! Gotê: Bila xweda bi carekê min nehêle, ma kîjan dimin ji te dijmintir e?! û El-Mensûr sixêf gotiunê û bi darekî lêda, û bi derve de derket, û parêzeran ew kuştin, serjêkrin, û tê gotin, ku ji bo wendakirina şopa wî, cendekê wî avêtin ҫemê Dîcleyê[7].
Ebû Mislim El-Xurasanî ji dil de û bi dilojî ji bo Xîlafeta Ebbasî kar kir, xortaniya xwe da organîzekirina mêldaran, û civandina mal û mewalan, û rêvebiriya artêşan, û cengan, û pêrgî gelek dijwariyan hat, dewleta Umewî gêr kir, û ya Ebbasî ava kir, û Xelîfe El-Mensûr bi vî awayî ew perû kir. Ew sala (137 k / 755z) hat kuştin, û temenê wî wê hîngê sî û heft sal bûn.
 
([1])  El-Medîsî: El-Bedi we Ettarîx: 6/90, 91.
([2])  Ezzehebî: Sîyer Eilam Ennubelai: 6/54. Ibin El-Esîr: El-Kamêl fî Ettarîx, 5/56.
([3])  Etteberî Tarîx El-Mulok we El-Mulok, 7/474 –  475, 483.  8/9.
([4])  Etteberî: Heman jêder, 7/482, 484. Ibin El-Esîr: Heman jêder, 5/57.
([5]) Etteberî: Heman jêder, 7/484. Ibin El-Esîr: Heman jêder, 5/ 58.
([6]) Ibin El-Esîr: Heman jêder, 5/60. Ezzehebî: Siyer Eilam Ennubelai, 6/69.
([7]) Ibin Xellikan: Wefeyat El-Eiyan 3/154. Etteberî: Heman jêder, 7/488 – 492.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…