xwîna şehîd Behzad Zuhrap dara yekîtiya kurdan avda

welatê me


Bi beşdarbûna cemawerekê berfereh,  kesatiyên navdar û şandên partiyên kurdî li devera Dêrika Hemko,îro nava rojê termê girêlayê Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) şehîd Behzad Zuhrap, di cihê xwedêdana wî de li goristana gundê Kortepanê, hate veşartin.

Merasîma veşartina vî şehîdî bû xwepêşandaneka cemawerî hemereng,di vê xwepêşandanê de siloganên mîna bijî şehîd, bijî Barzanî,bijî Apo Ocelan,bijî yekîtiya kurdan û şehîd namirin,hatin hildan, herweha ala kurdistanê , nîşan û aleyên PKK,PYD,PJK,TCK, û wêneyên Apo, şehîd Behzad Zuhrap û şehîd Newroz Ebdo jî,hatine bilindkirin.

Di rê û rismên veşartinê de,çend gotin hatin xwendin û di nav re çend helbest jî li ser jîn û jiyana şehîdî hatin pêşkêşkirin, tevaya gotinên hatîn xwendin balkişandin li ser giringiya yekkirina gotara siyasî ya kurdî û ji nû ve raxistina navmala kurdî di vê dema nazik û hestyar de,ew dema ku dijminên miletê kurd,kurdan dikujin û kurd bi xwe jî li hev nakin û ji hev cudadibin, û her dîsanê mafê rewayê gelê kurd, qurbaniyên ku vî gelî di ber vê xaka pîroz de dayîn û pêvajoya xebata wî ya bê rawestan,hate berçavkirin û nîşanên qelsî û lawaziya dijminê kurd jî, dane xuyakirin.
Destpêkê xwestin dayîka şehîd û bavê wî,wî di dîtina dawiyê de bibînin û xatiran jê bixwazin,lê belê berî ku dayîka wî,wî bibînê dilê wê bihorî û xureha erdê û bi wê dîtina dawiyê şa nebû,ew jî bû kulek di dilê wî de û tevlî deryaya kul û kovanên wê bû.
Di peyre gotin hatin xwendin

Gotin,helbest û birûskên ku hatin xwendin û pêşkêşkirin:

-daxwaza bavê şehîdî
-gotina malbata şehîdî-mamosta bavê Hêmin
-gotina Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD)-nûnerê (PYD)
-gotina Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (Alpartî)-mamosta Nisredîn Birhîk
-gotina Partiya Azadiya Kurdan li Sûriyê-mamosta Mihemed bavê Nado
-gotina Partiya Yekîtiya Demoqrata kurd li Sûriyê(Yekîtî)
-gotina hevalê şehîdî
-gotina Saziya Biratiya Gelê Sûriyê
-gotina Dayîkên Şehîdan
-gotina Dayîkên Aştiyê
-gotina Koma Ahîn ya Folkolorê Kurdî-mamosta Ehmed bavê Şehab
-gotina Yekîtiya Sitar
-gotina Saziya Şehîdên Kurdistanê
-gotina ciwanên Azad
-birûska Rêxirawa Maf
-birûska Malpera Welatême .net

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Behzad û bi şeş hevalên xwe ve,li roja (11) vê mihê, di şikeftekî de li dora bajarê Amedê bi destê caşekî kurd hatin jehirdan û di encaman de, ewî û her şeş hevalên xwe canên xwe jidestdan û tevlî kerwanê şehîdên kurdistanê bûn.

pêşwaziya termê şehîd Behzad li ser sînorê Sûrî û Tirkiye / Nisêbîn

 
pêşwaziya termê şehîd Behzad li ser sînorê Sûrî û Tirkiye / Nisêbîn

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…