Çarîne

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
               1395
 
Çarîn yan çarîne, ew curek helbest e ku ji çar risteyan
(misrai) pêk tê. Ev çar riste bi alîkariya hevdu wate ango mebest û raman, hest
û sozana helbestvên radigehînin. Di risteyên yek, du û çar de anîna peyva
beşavendê (qafiye) ferz e; lê di risteya sisêyan de anîna wê ferz nîne. Bi gotineka din anîna peyva
beşavendê di risteya sisêyan de çewt nîne; lê neanîna wê baştir e.
Mijara helbestên çarîne bi gelemperî
evîndarî û civakî ne, lê mijarên abûrî, felsefeyî, ramyarî û hwd. jî di wan de tên
bikaranîn.
Kêşa (vezn) çarîneyan bi giştî movikî (hêcayî) ne. Xasme heyşt movikî. Di kêşa heyşt movikî de, her risteyek ji du gavên (4+4 movik) pêk tên. Eger helbestek heft movikî be, ew li ser du gavên (4+3 movik) tên dabeşkirin.
Kêşa movikî, kêşa netewî û xwemaliya zimanê kurdî ye.
Mînak:
Navê te dibêjin Xanî,                     
Tu wek zanyar pir dizanî;
Bi behaneya Mem û Zîn,
Te evîneka nû anî.
 
Şahê dengbêjan Evdal e,
Wêjeyê jê girt pergal e;
Dû wî ra Mîrê Dengbêjan,
Bûye Resoyê Gopal e.
 
Sê pirs henin bi tevayî,
Mirin, evîn bi xelayî;
Ji duda ra heye çare,
Evîn serê her belayî.
 
Bo periya Birca Belek,
Mem hebûna xwe kire terk;
Ewan Beko fesadî kir,
Nehîşt ew her du bibin yek.
 
Cejna netewî Newroz e,
Demsala war û warkoz e;
Bîst û yekê meha Adar,
Cem kurdan gelek pîroz e.
 
Hesen Evdal guregur e,
Geliyê Zîlan dizvire;
Ew xatirxwastina Nazê,
Kezeba Heso dibire.
 
Zagros bi mij û dûman e,
Gelek bi mêrg û çîman e;
Ew angorî temenê xwe,
Me ra bûye mazûvan e.
 
Serê Sîpan wê bi mij e,
Di binî da av dirije;
Kê dîtiye, kê bînaye,
Nêçîr, nêçîrvan bikuje!
 
Vê Înê heta wê Înê,
Lawik nexwaşê nivînê;
Sîng û berê xwe rebenê,
Dikim melhema birînê.
 
Navê dotmamê Evîn e,
Lêvtenik û xûyşirîn e;
Dilnexwazê evîna me,
Xêrê nefsa xwe nebîne.
 
Kela rengîn a Dimdim e,
Kaniya wê wek Zimzim e;
Mîrê wê tacê mîran bû,
Ez goriyê mîrê xwe me.
 
Li me derket hîva sava,
Ew ingirye, naçe ava;
Çavnebarê min rebenê,
Nehîşt delal bibe zava.
 
Ne hatinê, ne çûyînê,
Ware kêleka min rûnê;
Roja îro te dil kirye,
Gola Wanê, tijî xwînê.
 
Colemêrg warekî xweş e,
Zê li ber da guşeguş e;
Binefş tu ber xwe nekeve,
Cembelî istêrka geş e.
 
Hêştir hatin li nav kaşa,
Dane rêzê ber bi aşa;
Keziyên yarê şirîtên,
Li ser konê Temir Paşa.
 
Çemê Şêxanî bi dar e,
Xûy da Gênc Xelîl a sar e;
Bû nexwaşê nav nivînê,
Edûl ser da ustîxar e.
 
Êvar me hat, roj qet nema,
Siyê da ser lêva çema;
Ji ber agirê evînê,
Ketim nav qetrana xema.
 
Ameda me bi mişmiş e,
Dicle nav da xweşexweş e;
Dewsa te, li ser sîngê min,
Kundê mêran fişefiş e.
 
Navê bajêr xweş Cizîr e,
Hoza Botî tîne bîr e;
Ez heyrana mîrên wê me,
Xasme Celadetê jîr e.
 
Te çav reşê, bejn ziravê,
Dadigrî ava çiravê;
Heta bavê te got erê,
Ji derdê te, min da navê.
 
Çemê Mûrad lemelem e,
Dilê rezîl tijî xem e;
Seidûn divê min dûr herî,
Ez ne sêva devê te me.
 
Dilêm îro kalekal e,
Cab hat ku lawik bedhal e;
Ez ê herim, jê ra bikim,
Sîngê xwe balgî, berpal e.
 
Tu bêj lawik, bêjim hayê,
Berî bihokên Urfayê;
Min dikujin awirên te,
Bes e, min ra ware rayê.
 
Ez Wardeka çargurçik im,
Dayîka Ker û Kulik im;
Kesî pehlewan nabînim,
Tenê ji Silêman şik im.
 
Riya gunde me asê ye,
Heyam, heyamê dasê ye;
Lawik ceh, genim top dik,
Bona qelenê Asê ye.
 
Ferxî bi rûdena sipî,
Gihîşte ser tirba Sitî;
Tirb vebû, hev hemêz kirin,
Dîsa her du bûne mirî.
 
Bejna te wek şengebiyê,                               
Min çandiye dor kaniyê;                                
Xelk dildarê cîhana pîr,                                 
Ez bengiyê te zeriyê.                                     
 
Dilê min bostanê bejî,                                   
Kundir bi zebeş ra dijî;                                 
Kul têkeve mala qomsî,                                
Av berda nav dilê me jî.                              
 
Ez ne kin im, ne dirêj im,                                  
Wek rihanê şax davêjim;                               
Dîwana ku Evdal lê be,                                  
Silê nabêje dengbêj im.                                 
 
Navê dotmamê Mizgîn e,                                 
Dilovan û xemrevîn e;                                      
Diçilvile, dibêjî qey,                                          
Istêrka rinda Pervîn e.                                       
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…