Panoramayek Dîrokî li Dor Koka Navê (Kurdan)

Konê
Reş
 
  Min jî wek gelek hevalên xwe xwestiye ku ez
li koka navê (Kurd), bigerim; ev nav ji kû hatiye, kê li me kiriye û ji kengî
ve bikar hatiye?
  Li gor xwendin û xepartina min di nav
pirtûkan de, ez bi vê encamê derketime: Dîroknas, erdnigar û nivîskarên kevin
yên Yûnanî û Latînî nav li gelek welat, netew, çiya, çem û herêman kirine, ji
Fransîzan re gotine (Frencî), ji Almanan re gotine (Cermanî) û ji Kurdan re
gotine (Kardukî an Gordî).. Û ji navên ku li Asya Navîn kirine; Euphrat
(Ferat), Tigris (Dicle), Tourus, Zagros, Judî (Cûdî), Ararat, Mezopotaniya û ji
kurdan re jî gotine (Karduk an Kordukh). Lê cardî navên wan kevin bin jî, dîsa nêzîkî
navê Kurdan yê nû mane, tevî ku hezarê salan di ser navên wan re derbas bûne.
  Sebaretî navê kurd, ev navê ku xelkê li me kiriye û em pê hatine naskirin, mijara me ye.
  Di çerxê 5an berî zayînê de, (Herodotus), navê (Paktuiki) di nav 13 navên ku di bin hêza Iparatoriya Farisî (Achminide) de bûn, digel navê Ermeniyan aniye ziman. Ev nav (Paktuiki) kêm zêde nêzîkî gotina (Bokhtan; Botan) e.
  Nivîskar û feylesofê Yûnanî (Xenophon/ Ksênofon: 335 – 430) di pirtûka xwe (Anabasîs: Vegera 10,000 leşker) de sala 400/401 Bz, Kurd bi navê (Kardoukhoî an Karduxî) dane naskirin û warê wan li çepî çemê Dicle û nîzîkî çiyayê Cûdî nîşan daye.. Ermeniyan jî, di nivîsên xwe de xelkên eynî herêmê bi navê (Kordukh) bi nav kirine. Belê Aramiyan eynî herêmê bi navê (Bêt Qardu) bi nav kirine û ji bajarê Cizîra Botan re (Gazat Qardu) gotine. Wek ku diyar e gotina Qardu li cem Aramiyan bi wateya Kurdo ye, anku Mala Kurda û Cizîra Kurda..
  Di zimanê Farisî de gotina Kurd an Gurd bi wateya xurt û bihêz xwe nişan dide.. Di Şahnameyê de, pirtûka Şahên Îraniyan ya Ferdewsî, ew kok û rehên Kurdan digihîne heyamê (Zehak). Ev Şahê efsaneyî yê ku di ferhenga Farisan de cihê Cemşîd digire û Îran hikum dike.. Helbet bingehekî dîrokî ji vê yekê re heye ku rehên Kurdan û Îraniyan nêzîkî hev in.. Ferdewsî jî, gotina Gurdan ji bo lehengan bikar aniye..
  Ji van gotinan xuya dibe ku Paktuiki, Kardoukhî, Kardoxî, Kordukh, Gurd, Qardu, bapîrên me kurdan yên pêşî ne û tev li gotina (Kurdan) ya îro vedigerin.
  Kurd; ev navê ku kurdan li xwe kiriye an cîranan li wan kiriye, pesindaneke hemberî dijminan..
  Eger em li koka gotinên din wek: Euphrat, Tigris, Tourus, Zagros, Judî, Ararat, Mezopotaniya û yên mayî bigerin, wê mijara me gelekî dirêj bibe. Lê bi min xweş e ku em li koka gotina (Ararat) jî vegerin. Wek ku diyar e, çiyayê (Ararat) an (Agrî) çiyakî volqanî ye, anku navê vî çiyayî bi agir ve girêdayî ye û navê wî lê ye. Navekî kurdî yê orjînal e û yekemîn car ev nav di pirtûka pîroz (Tewratê) de hatiye gotin. Qet navê vî çiyayî ne Ermenîye wek ku hin dibêjin, Ermenî jêre dibêjin Çiyayê Mosês.  
  Serbaretî gotona Mezopotamiya, ev gotina ku dîroknasên Yûnanî li herêma me kirine. Gelo rast ev gotin ji (Mezra Botan) pêk hatiye û bi demê re bûye Mezopotamiya?
Not: dikim diyar ji mamoste Xerzî Xerzan û  raman, nêrîn û lêkolînên wî re, nexasim nivîsa wî ya bi navê: (Berovajîkirina dîroka gelê Kurd ji hêla biyaniyan ve), ku di malpera Rewanbeje de balv bûye.
Konê Reş, Qamişlo, 26.09.2016
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

 

Ez ê îro nivîskarekî elman, ku wek rewşbîrekî kartêker bû di dema xwe de, bi we bidim nasîn.

Li Swêdê xelat bi navê wî heye û du nivîskarên me ên hêja ew xelat wergirtin: 1. Shêrko Bêkes. 2. Selîm Berekat.

 

Kurt Tucholsky yek ji nivîskar, rojnamevan û peyamnêrên…

Tengezar Marînî

 

Hevoka “Hizirkirina azad di demên aloziyê de” behsa pêwîstiya bingehîn a tevgerîna hem afirîner û hem jî serbixwe di demên dijwar de dike. Nîşandana vê yekê bi pirsgirêkên taybetî yên ku kes û civak di demên nezelaliyê û guhertinê de pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî giring e….

Konê Reş

Ji hezarê salan ve

bav û kalên me,

di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de

jiyana xwe derbas kirine..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û…

Mislim Şêx Hesen

 

Di demeke siyasî ya hestiyar de ku herêm tê re derbas dibe , û ligel zêdebûna pirsgirêkên herêmî û navneteweyî , Şanda Hevbeş a Kurd li Rojava hate avakirin û ragihandin ,û ev li ser bingeha encamên Konferansa Kurd, da ku daxwazên gelê kurd ku bi dehsalan têkoşînkirin ji…