Peyva tazî 8

Dildar  Ismail

Ordeka hevbej di çê û tê li hev dizîvire , tê vir û tê wir li vir mexel dide li her dever ,biryara dide wek xwe dike ,dizîvire li dora zikê xwe , ê badayî li hev . wek xwe dike biryar bi xwe dike û savara rijî bixwe çêdike. û kutilkê girover ew çêdike . bê kutilk û savar , welat avanabe weha dibêje ji mafê mine çi bixim nav kutilka , û savarek bi çi rengî amedebikim  ji mafê mine . rûnim an razim ji karê mine , vedana nav golê gunda ji leystikên minin

ez û hew û piştî min av û dew . ordeka hevbej û zikê li hev badayî  . û qûna ji qadê daxdayî , behwerî bi ti mirîşk û çûk û çîçikan nayê. di tirsê masî têra wî nekin ,  fermane li mirîşka û çûkan û  çîçikên nûhatî , ezê talanbikim çengên dirêj û renge mala minê weyî ordekê tû ji ku hatî derdê min gelek are derdê ordeka xebxeb û xedare . êşa mirîşka li dare û ordek direve lê ……êş dijware….?  Kaniya kula berdewame lê êşa ordekê bê çare difire û zelqê xwe dibarîne li asmanê van welata  belavdike tiştek nabêje û çîçik li benda ordekê dimînin bersivek lê her ew nadê weha .dibêje ku çênabe hûn fêrî her tiştî bibin hê zûye . lê mixabin ku mirîşk û hemî çîçikên dunyayê zanin rewiş çawa dibhure  . ava serê kera bilind û qirika dirêj dikele û hê çend tawtawe xwe didin ber şûştina wê , roj nêzîk dibin û tirs hê berdewame , lê mixabin hê ordeka hevbej sînora derbasdike dema ku zikê xwe da digre goştê masiya , û tisbeha renge reng dijmêre behwerî bi kesî nayêne, de rabin . … îro dîlana ordekaye … ordekê zik mezin û qaf pahin …şêrê bi tolikê ve girêdayî  zirav û dirêj bê hiş û gêj.   Lê kutilk û savar her amede dibe û masiyên belengaz dikin qîr û nal. ji ber êşa wan diranên tefşe û ew zikê li hev badayî…mixabin roj ji rojê dipirse roj li şevê poşman dibe…û poşmanî bê çare êşek bê dermane.????????
       01-04-2006

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…