RÊWÊTÎ

Vejîna Kurd
 
Gurzek hesret..
baxek hêviyên stewr..
rûpelên çîrokeke
bêzar..  
destarê
xeman
li
bêdera sîngê min digerînin
kon
û sîtava êşan
bi
ser dawa demê ya qulqulî de berdidin.
 Di dilê min de
birîneke şeşsalî daxife
pişta sibehên ku        
helbestên talankirinê dihûnin
û hawaran
li pişta kêlîkan sîwar dikin
xûz dike.
 
Rêwî me…. yan penaber im..
Gavek li pêş..
             yek li paş
çentê min
bi rondikên sînoran
hawara  çiya û newalan mişt e
destên min de..
tenê nêrgizeke çelmisî..
mistek  ax..
û hin hêsirên çemê Efrînê .   
 
Li pêlên jînê siwar im,
di deryaya  penaberiyê de
melevaneke hestfiroş im
û bi tîpên jibîrkirinê
avdasa man û nemanê dikim.
 
Belê.. penaber im!!
Di tenûra  hestên min de
pizotên bêriyê
û sewda xaka ku
di xwînê de digevize
    pife terafa vînê dikin.
Di xewnên min de
zincîra bîranînine biskqusandî
û giriyê dayika min dema xatirxwestinê
giyanê min
    di xaliya jînê de noq dikin.
 
Çi bêjim?!!
Ҫîrok dirêj e.
kolanên ku.. 
    kulamên bêdengiyê distirînin    
gund û bajarên ku..
   li ber kîna bomban hildiweşin 
zarokên ku..
   li termên dê û bavê xwe digerin?!!!    
Ҫîrok dirêj e.
lê ne bêdawî ye.
 
 
Vejîna Kurd
 
11.08.2016
 
 
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…