Ji Kurdan re! Yek Dest û Yek helwest!

Desteya sernivîser*
Piştî ku Encumena Leşgerî ya Minbicê, bi alîkariya Hêzên
Sûrya Demokrat HSD û Hevbendiya Navdewletî, bajarê Minbic û derdora wê ji hêzên
Dewleta Îsalmî(Daiş) rizgar kirin, Erdoxanê “birîndar“, û wekî ku (marekî pê
dada), li roja 24ê miha Gelewêjê, bi dehan tang, ligel hezaran leşgerên tirk û
hin çekdarên tundrew yên rikberiya Sûrî, di sînorê Sûryê derbas navça Cerablusa
Sûrî kirin. Behaneya Erdoxan û berpirsiyarên deslata tirkiyê ew bû, ku şerê têrorê
bike û hezên wê ji ser sînorê tirkiyê rake.
Lêbelê tiştê syer û balkêş ew bû, ku rêzdar Erdoxan, rêxistina Daiş û Yekîneyên Parastina Gel di bin yek navnîşana têroristî de bi nav dike. Ew jî tê wê wateyê ku ew û destlata wî, dîsa naxwazin rastiyan bibîne û kor bûne, û çi dema ku pirs tê ser gelê Kurd, li kû derê dibe bila bibe, ew wan bi têror bi nav dike û naxwazin rastiyê bibînin. Û eger kurdek li dawiya cîhanê jî bi ser keve, Erdoxan û alîgirên wî, riya xwe şaş dikin, û li dijî vîna gelê Kurd û pirojeyên aştî û demokratiyê disekinin, û eger kani bin bi pelîdên/Iblîs  mîna Daiş re re jî bibin heval û sînorên dewltan jî derbas bikin, û bibin dagîrker jî wê bikin.
Lêbelê li bervajî helwesta destlata Tirkiyê, roja îro hemî alî û dewletên ku bi pirsa Sûryê re têkildar in, di serî de jî Emerîka û Rûsya, ew hemî hêzên kurdî wek hêzên dijetêror dibînin, û doza kurdî jî mafdar û rewa nas dikin, û nêrîna destlata Anqerê a li dijî Kurdan jî rast nabînin. Ji bilî ku, ji hemî raya cîhanî re jî hatiye naskirin, ku hêza ku îjdil li dij têrora rêxistian Daişê şer dike Hêza Sûrya Demokrat û hêza kurdî ye, û têdigihên jî ku destêwrdana hêzên tirkî di bakurê Sûryê de, ne ji bo şerê rêxistina Daişê ye, lê ji bo pirsa Kurd e, ji ber ku Daiş ji bêtirî sê salan de li ser sînorê Tirkiyê ye, û ji hemî alî û dewletan ve diyar bûye, ku têkliyên wan bi hev re heye,.
Di rastiyê de, tirsa ku Kurdên Sûryê mafê xwe bi dest bixin, û li herêma Bakurê Sûryê bibin destladar, pişt li Tirkiyê şikandiye, ew wê guhertinê, bi neheqî, wek metirsiyekê li ser ewlehiya xwe ya netewî dibîne!, jixwe, her du sazûmanên Şam û Tehranê jî di wê helwestê de bi Tirkiyê re hevpar in, loma jî em dibînin, ku çawa berteka wan li hember hêrişa hêzên Tirkî û ketîbeyên tundrew, li ser Bakurê Sûriyê, nerm û pîvayî ye, wekî ku wan berê pê zanî, û jê razî ne. Jixwe, helwestên Emerîka û Rûsiya jî, di vê babetê de durû û mijokî ne, û gelek xatirzanîn ji bo Tirkiyê tê de heye.
Eger Tirkiyê dibîne, berî ku tirêna aştiyê li Sûryê dikeve rê, fergona Kurdan jê bibire, ew di wê yekê de pir şaş diçe, û dê bi ser nekeve. Ji ber ku dîroka xebata tevgera Kurdî li Sûryê, û keda bi hezaran lawên gelên kurd, û xwîna bi hezaran pakrewan û têkoşeran di nava rêzên Yekîneyên Parastina Gel de, bi saya wan hemiyan, doza kurdî li Sûryê derbas asteke cîhanî bûye, û bûye hejmareke bingehîn di qeyrana Sûryê û çareserkirina wê de, û tukes nikane mafên gelê Kurd pişguh û bincil bike.
Lêbelê di gel hemî tişt û pêşketinên erênî, hîn jî doza kurdî li Sûryê di nava xeterên mezin de ye, û ta ku rê li ber pêlanên têkbirina wê were girtin, zor giring û pir pêwîst e, ku katekê pêş de, hemî hêzên me yên siyasî bibine yek dest û yek helwest.
* Sergotara rojnama Newroz – hejmar / 122/ – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…