Kesayetiyên Kurd û helwest.. Xelek 7 .. Mirovbendekî Somer û helbesteke gazinê

Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Dergeh:
Kaşî beşekî
pêşiyên Kurd in, (Kassî, Kassît)jî  ji
wan re tê gotin. Ew li gorî navê Xwedayê xwe niştimanî (Kaş/Kaşo) ango (Birêz) hatine
naskirin, û ewana Arî Zagrosî ne, û nişteciyên beşê navend ê ҫiyayê Zagros
(Luristan) in, û li ba dîroknivîsan, bi ser gelên arî de tên jimartin.
Derdora sala
(1531 b. z) Kaşiyan dest dan ser welatê Babil (Îraqa naka), û paytexta xwe
danîn bajarê Babil, û welat bi (Kardoniyaş) ango (welatê Xwda Doniyaş) bi nav
kirin, û ҫar sedsalan bûn
hukumdarên wî welatî, û şahnişîna wan li ba tuxûbên şahnişîna Mîtanî Horî li
bakur û rojava bû.

Yekemîn car bû, ku ewana hesp derbas Mîzopotamyayê kirin, da gedêkan û ҫunberiyê normal û yên cengan bikşînin, û şahên wan polîtîkaya aşîtî gerandin, pê re jî welat hem aram û hem geş bû, û paşê, derdora sala (1157 b. z) Aşûriyan dest dan ser şahnişîna wan[1].
                                      
                                      (Nexşeya şahnişîna Kaşo û şahnişîna Mîtanî)
Helbesta gazinê:
Ev helbesteke somerî ye, di serdema Kaşî de hatiye nivisandin, naveroka wê mirovekî xwedanas e, rêwresmên perestina Xweda pêk tîne, di dewletê de pileya karê wî bilind bû, û xwedî sermiyan û zeviyên pir bû. Hinek mirovên derdora şah awanbaziyek bi serê wî de gerandin, û virr û vût gîhandin şah.  Şah jê xeyidî, û pêre jî rewşa wî pir xerap bû, û dostên wî jê bi dûrde de ketin, û koleyên wî dest bi riswakirina wî kirin, û mirovên wî li gel wî têkildar bûn, wek ku kesekî biyanî têkildar dibin. Ewî tiragîdiya xwe bi helbestekê derbirand, û kîtên jêrîn ji wê helbestê ne:
Xwedayê min dest ji min berda û xwe veşart.
Xwdayan ez rûreş kirim, û ji min bi dûr de ҫûn.
Min hêz nema, û mêraniyan min jar bû.
Heybet ji min ҫû, û mal û milk baz dan.
Qedereke sawdar ji her alî de min dorpêҫ dike.
Û şah guştê Xwedayan û tava gele xweye,
dilê wî ji min xeyidiye, û ji min ne razî ye.
Û mirovên derdora wî awanbaziyê li min digerînin.
Ez im ê ku wek mirovbendan dimeşîm.
Naka hînbûm ҫawa veşartî bimeşim.
Ez im ê payebilind, wek koleyan bû me.
Û di nav mirovên xwe de, tevî ku pir in, bê kes ma me.
Kesek jî, li ser riyan, guh nade min.
Gava derbas serayê dibim, hema ҫavek jî min nanire.
Bajarê min moral tirş kirî, wek ku dijmin im.
Dost bûye dijminê min.
Hevalê min bûye şeytanekî fêlbaz.
Û hogir bi zor min ber ve xwe dide.
Hogirên min her tim ҫekên xwe tûj dikin.
Û koleyê min, di encûmenê de, aşkere sixêfan dibêje min.
Hemî kes rûmeta min riswan dikin.
Gava dost min dibînin, ber bi hêla din de diҫin.
Mirovên min, wek ku biyanî me, li gel min têklidar dibin[2].
 
([1])  Arşak Savrastiyan: El-Kurd we Kurdistan, rû 41.Jîn porto û hinekên din: Eşşerq El-Edna, rû 173, 212. Jêrnot Wîlhêlm: El-Horiyyon, rû 56.
([2] )Fadil Ebdilwahêd Elî: Mîn Somer Îla Ettewrat, rû 297-298.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...