Ez Qamişlo di kefa herdu destên xwe de hildigirim û têr digrîm

Konê Reş
 
Qamişlo! Ezê rûpelekê ji dêmê deryayê bidizim û dêmê te
yê birîndar bineqişînim, berî ku xwîna te ya gerim ziha bibe, berî ku qêrîna birîndaran
û kenê zarokan di navtar û kolanên te de bi çilmise û winda bibe.
Qamişlo! Çima berî ku roj têkeve zerikê de, tu teqeze
dike, wê roj here ava û serme berî çax û demên xwe bê, berî ku em li ser rûpelê
deryayî îmze bikin..?!
Qamişlo! Çima berî ku em dergehê berbangê derbas bikin, nîvro ji xwe re li siyekê digere..?! Çima berî ku roj têkeve xewa xwe ya giran de, reşahiya şevê bi giraniya xwe ve konê xwe di sînga te de vedigire..? Çima vedigire hêlîna min..?!! Qamişlo! Niha hêsrên şor bi ser dêmê min de di xindirin, dinesilin û axîn û nalîna min e…
Qamişlo..! Tu ketiye dilê me de û jê dernakevî! Te hêlîna xwe di peravê bîranînên me de çêkiriye û têde razaya ye..! Tu ew bajar e; Yê  ku me hezê kiriye; Sînga wê, ji kul û xem, kêf û şahiya me re vekiriye û firehe..
Qamişlo! Xwîna me, mîna keriyê pezkovî, di hêrikên sibehên te de diçêre.. Ne xeme em ê şal û şapekî Botanî ji te re birêsim.. Û kum û kolozekî Xerzanî amade bikim.. Her tê bimînî bûka Cizîrê, bûka kurdan..
Erê Ezbenî! Tu dibînî bê çendî Qamişlo mîna bajarekî biyanî, li te mêze dike!!
Dilê min jî, nema di çar diryanên wê de, di çayxaneyên wê de lêdixîne.. Lê di bîstikekê de ji bîstikan, di nav êş û bêdengiyê de, navê wê bi xurtî xwe tîne hizir û bîra min.. Ez jî, wê di kefa herdu destên xwe de hildigirim û têr digrîm.. Erê têr digrîm..
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…