Ezbenî! Carna tu neçar dibî ku di bajarê Kerran re bimeşe..!

Konê
Reş
 
 
Ezbenî! Carna tu neçar dibî ku dergehê mala xwe ji ber bahozê bigre, da
ku xewnên te yên kevin bi xwe re nebe û tu bi aramî di mala xwe de razê. Û
carana.. Pêwîste tu dergehê mala xwe, pencereyên mala xwe ji bahozê re veke..
  
Erê Ezbenî! Bela bahoz derbasî mala te bibe, firax û miraxên te li hev
xîne, bîranînên te tev bide. Û berê pencereyên mala te biguherîne..  Carna jî pêwîste ku tu bang li bahozê bike da
ku berê asoyê nerînên te biguherîne.
    Raweste ezbenî! Te aghadar bikim. Gelek caran bahoz giring in, pêwîstiya mirov bi hin volqanên temirandî heye, ku careke din ew volqan gurr bibin..
   Carna tebitbûn û bedengî, westandin û perîşaniye.. Ma tu ji lavlav û rawestandina di rêzê de ne westiya ye..? Ew rêz û sekinandina li hêviya Sultan.. Û Sultan te nas nakî.. Hayê wî ji rawestandina te, xuzkirina te.. Gilî û gazinên te nîne.. Reva te ji ber, bala wî nakşîne. Bi tenê jêre giringe ku pişta te lêbe û tu dûrî wî here.
   Ezbenî! Carna kursî ji rûniştina rûniştvanan diwestin! Çima kursî nameşin û ji xwe re li cihekî bilindtir nagerin..?! Xwezî kursî biaxifyana.
  Bawer nekin ez bêhêvî bibim, hêviyên min mezin in. Ji ber ku wê rojekê wê kursî biaxifin, lê ne bi zimanê ku îro em pê diaxifin..
   Carna tu neçar dibî ku di bajarê Kerran re bimeşe..! Hingî devê xwe bigre.. Ne bistirê û ne bike hawar.. Kî bi te dikene bela bikene..!
   Lê dema ku tu di bajarê koran re bimeşe, destê xwe deyne ser çavê xwe da ku diz û keleş te nebînin.. Ewên ku di mejiyê te de dimeşin û bi navê te, durişmên ji xwe tu te mezintir, ji bo rizgarbûna welat bang dikin.. Pêwîste tu xwe razî bike, ku tu ji wan bawer dikî û destê xwe ji ser çavê xwe nede alî.. Bela çavên te girtî bin, wê ji te re bêjin tu mirovekî çak û rind e.. An na, wê ji te re bêjin tu kurdekî tirsonek, bizdok û newêrekî. Bela çavên te girtî bin, destê xwe ji ser wan nede alî.. Li dûr mêze neke. Aram be, bê deng be da ku serê te neêşe û xew li te neherime..
   Carna tu mêze dikî ku cudahiya me û ereban, tirkan û farisan zimane.. Û rêxistinên me, ziman di ser guhên xwe re avêtine.. Bi dûv qezencên xwe yên kesayetî de kor bûne, nakokiyê ew kerr kirine, dubendiya di navbera wan de ew lal kirine. Hêk ji mirîşkê ye an mirîşk ji hêkê ye ew heyrandine û wiha milet perîşan dibe û ziman û folklorê me toşî talanê dibe..
   Carna zore ku mirov bê deng bimîne, lê ezbenî, xwe fêr bike.. xwe fêrî bêdengiyê bike.. Ku ji te hat xwestin û tu neçarî axaftinê bû, bi darên mala xwe re biaxife.. Ku nebin, bi darên di kolanê de biaxife, ku ew jî nebin bi xwe re biaxife û bêje; ev heyamekî lewitî ye, ta bi qelem, kaxet, sinc û kursî lewitîne. Lê ji min re nebêje were beşdariya bêdengiyê bi min re bike, hez lalbûnê nakim, ji ber ku her dem hez dikim van gotinên Mîr Celadet Bedirxan bibêjim:
   (Bavo, li dinyê ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene, tevda bûne dewlet û hikûmet. Xudan kitêb û dibistan, bi tenê em miletê Kurd bi şûnde mane, reben, feqîr, nezan, belengaz di destê xelkê de lehistok. Xelkê hefsarê me kiriye destê xwe da, li gor kêf û menfîeta xwe berê me ji bakur dide nîvro, ji rojava dide rojhilêt ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tarîyê  xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahîyê..)
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…